KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê

  • rojane
  • 10:51 27 Cotmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî helwesta gelê Seqizê silav kir û got: "Çawa çirûska azadiyê ji Seqizê dest pê kir û hemû Kurdistan û Îran dan ber xwe, êdî ev çirûsk bûye agirê azadiyê ku tu desthilatek nikare bitefîne."

 
Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî şoreşa jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek nivîskî da. KJAR’ê, helwesta gelê Saqizê silav kir û got: “Çawa çirûska azadiyê ji Seqizê dest pê kir û hemû Kurdistan û Îran dan ber xwe, êdî ev çirûsk bûye agirê azadiyê ku tu desthilatek nikare bitefîne.“
 
Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye: 
 
“Têkoşîn û berxwedana jin û gelan 40 roj li pey xwe hiştin. Her roja ku derbas dibe têkoşîna jinan bihêztir, lingên hişmendiya dîktatorîya rêjîma Îranê dihejîne. Her roj zêdetir dengê şoreşê xurttir û bilindtir dibe. Bi boneya çileya şehadeta Jîna Emînî careke din gelê şoreşger diyar kir ku heta azadiya xwe li qadan e.  Tevî hemû şêwazên zextên rêjîma dîktator, girtina rêyên seyareyan, jin û gel daketin qadan, xwe li deşt û avan dan, weke meşa serkeftinê herikîn ber bi goristana Şehîd Jîna Emînî ve. Careke din bersiveke xurt dan rêjîmê, di şoreşa azadiya jinan de çiqas bi israr in. 
 
ÇIRÛSKA AZADIYÊ 
 
Em, vê helwesta gelê Seqiz a bi zanist û wêrekî, helwesta ku tu keleman nas nake, di azadî û serkeftinê de israrê dike bi ruhekê şoreşgerane silav dikin.  Çawa çirûska azadiyê ji Seqizê dest pê kir û hemû Kurdistan û Îran dan ber xwe, êdî ev çirûsk bûye agirê azadiyê ku tu desthilatek nikare bitefîne. Careke din Seqiz bi xwedî derketina li şehîdên xwe serkeftina vê şoreşê îspat kir. Roja ku gel li ser gora Jîna Emînî nivîsandin tu bo me remzî, şehîd namirin, biryar dan ku têbikoşin.  Ev biryara dîrokî bû; teqandina hêrsan, weke pêleke berxwedanê hemû kolan û qad dan ber xwe. Remza vê şoreşê jî bû ‘Jin jiyan azadî‘. Dirûşmeyeke pir watedar e ku hemû daxwazên azadiyê di nav xwe de dihewîne. Careke din bi boneya bibîranîna çileyê Jîna ji bajarê berxwedêr, Seqiz bilind bû. Jin jiyan azadî hêvî, wêrekî, azwerî, îrade dan her mirovekê azadîxwaz, ev ruh her roj geştir dibe û bi pêşengtîya jin û ciwanên qehreman ên Kurdistanê bibe goristana faşîstan. Jin jiyan azadî, Kurdistan dibe goristana faşîstan, Heta Kurdek bimîne, Kurdistan azad dimîne‘, Em ê dîktator birûxînin, tola Jîna bistînin; Seqiz dergeha raperînê ye; hemû dirûşme helwesta herî radîkal ya gelê azadîxwaz e.
 
DENGÊ AZADIYÊ JI KOLANAN BILIND DIBE 
 
Çanda berxwedanê her roj dengê azadiyê li kolanan bilindtir û bihêztir dike. êdî ne bi şîn û girî, bi ruhê berxwedaniyê ku serkeftinê misoger dike, bi tilîliyên azadiyê gelê me, şehîdên xwe pêşwazî dike. Ev ruhê ku mizgîniya azadiyê dide mirovatiyê. Gel, bi şêwazekê çileyê Jîna pêşwazî dike ku hemû kolan û qad veguherîne dengê berxwedan û azadiyê. Hildana tola Jîna Emînî dibe azadiya hemû jinan û gelan û hezaran jinên ku bi destê hişmendiya mêrsalar hatine qetilkirin. Jin, ciwan, zarok di çilrojiya şehadeta Jîna Emînî de, bi meşa bi heybet careke din soza serkeftinê dan Jîna. Em dizanin bi salan e dewleteke ku tenê mafê jiyanê dide zilam heye, ew zilam jî koleyên hişmendiya dewletê ne. Jîna ku xwe bi derfetên xwe diparast jî di dawiyê de tawanbar hat dîtin, her cure tundûtûjiya mêr li ser wê rewa hat dîtin. ‘Jin jiyan azadî‘ vê hişmendiyê dirûxîne û şoreşa azadiya jinan dibe şoreşeke demokratîk, bi sosyalîstî û azadiya hemû gelan. Felsefeya ‘Jin jiyan azadî‘ manîfestoya azadiya jinê ye, azadiya jin jî bi xwe re azadiya civakê misoger dike. Jin, bi vê felsefeyê hesab ji hişmendiya mêrsalar, olperest û Netewperest dixwazin. 
 
ŞOREŞA JINÊ
 
Jin, bi têkoşîna xwe ji hişmendiya mêr ya ku hiqûq, dewlet, siyaset û hemû qanûnên ku hene li leyhê xwe de bi sazî kirine, jiyan veguherand eleyhê jinê hesap dixwazin. Ji hişmendiya ku bi salan e destdirêjiyê, tecawizê, lêdan, kuştin, heqaret û hemû cure şideta ku rûmeta mirovahîyê binpê dike, ji jinan re rewa dihat dîtin, hesab dixwazin. Jin vê hişmendiya baviksalar bi dengê têkoşîn û berxwedana xwe li kolanan binpê dikin. Lingê şoreşa jinan wisa qehîm li Rojhilat û seranserê Îranê hatiye avêtin ku tu hêzek nikare têk bibe. Ji ber ku hemû çîn, bawerî û netewe hebûna xwe di vê şoreşê de dibînin û ya herî giring jî hemû beşên civakê bi yek dengî, yek helwestê li qadan li ber xwe didin û xwedî li hev derdikevin. Hevgirtina gelan li dijî her cure zilm û zordariyê, şoreşê watedar dike û kelecana azadîyê bihêztir dike. Ev nîşaneya şoreşa hişmendiyê ye, pêvajoyeke giring, merheleyeke dîrokî ya guhertin û veguhertinê ye. 
 
AGIRÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BILIND DIBE
 
Bi dehan jin, ciwan, zarok di van serhildanan de şehîd bûn. Bi rijandina xwîna her şehîdekê/î agirê têkoşîna azadiyê bilindtir dibe. Bi bedêlên ku li kolanan tên dayîn mêr jî êdî azadiya xwe di têkoşîn û xeta rizgariya jinan de dibînin. Ev pêşketineke pir mezin û giring e, xwe gihandina wateya jiyana azade ku bi zanista jinan bi pêş dikeve. Mêr jî di roja yekê de daketin qadan bi israr gotin; ‘Jin jiyan azadî‘ û bi vê serhildanê ve rabûn ser lingan. 
 
Di zanîngeh û dibistanan de zanista civakî bi pêşengtiya keç û xortên ciwan digihîje wateya xwe ya rastîn. Rolê zanîngehan pir giring bû, ruhê şoreşê parast û nehişt şoreşa gelan ji hev û din qut bibe.  Ev jî nîşan dide ku hemû çîn, bawerî, netewe hebûna xwe di vê formula efsûnî de dibînin. Ji xwe ev bandor, şêwazên bi vî rengî di çalakiyên piştgiriyê de derkete holê. Ev rewşa heyi ji hêla pergala zilam a serdest ve derizîneke mezin îfade dike. Rastiya ku Rêber Apo wek; ‘kuştina zilam îfade kirî, em dikarin bibêjin teyisandina xwe di civakê de bi awayekê hîn xurttir dibîne. Di xeta ‘Jin jiyan azadî‘ ku gerdûnî û civakî bûyî re, rê li ber rastiyekê vedike ku ber bi civakbûyîna azad ve çûyîn e. Ev jî tê wateya gav bi gav mirina zilamê klasîk, avakirina jin û mêrên azad di din paradîgmayekê de.  
 
Di şexsê şoreşa jinan ya Rojhilat û Îranê da yekperestî li seranserê cîhanê hildiweşe. Ji wê boneyê tu desthilatek nikare bi dirûşmeyên ku hişmendiya mêrsalar îfade dike sîh bixe ser xeta ‘Jin jiyan azadî‘. Xeta ‘Jin jiyan azadî‘ hemû mafên siyasî, civakî, aborî, parastin û hwd. digire nav xwe û îfadeya jiyaneke azad û demokratîk ji bo hemû netewe û beşên civakê ye. Di serî de jin û ciwan, pêwîst e pir hişyar bin û nehêlin  dirûşmeyên weke ‘Mêr, welat, avakirin‘li qadên ku bûne dengê azadiyê were avêtin.
 
DEMA RÊXISTINA SÎSTEMA XWESER A JINAN E
 
Di nav kelecana berxwedanê de her dirûşmeyek, peyamek e, helwestek û îfadeya hişmendiyekê ye. Dîwarê hemû kolan û qadan, deriyê dibistan û zanîngehan bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî‘tên xemilandin. Dilê zarokên gelê me li kolanan bi ‘Jin jiyan azadî‘ lê dide, ruh û kelecana azadiyê sed qat xurtttir dike. Dayikên me, bi vê dirûşmeya efsûnî şehîdên xwe pêşwazî dikin. ‘Jin jiyan azadî‘ îrade û hestên her mirovekî zindî kirin û xwedî li nirx û hebûna xwe derdikevin. Êdî gelê me xwedî hêza xwebirêve birinê ye. Êdî her roj çileyê şehîdekî şoreşa azadiya jinan e, her roj wê li Kurdistan, Belûcistan, Ehwaz, Azerbaycan, Gîlan û Tehranê, li hemû bajaran dengê azadîxwazan qadan bihejîne û azadî û serkeftinê îlan bike. Êdî jin û ciwan bi şêwazekê rêxistinkirî tevdigerin, li hemû bajar û gundan komîteyên xwe ava dikin. Komên jinan, Kurd, Azerî, Belûç bi navên cuda bi hev re komîteyan ava dikin. Ev nîşaneya asta zanist û birêxistinkirina jinan e. Bihevrebûna jinên Kurd, Azerî, Belûç û Ereb destkeftî û wateya herî mezin a şoreşa azadiya jinan e, bihevrebûna gelan e. Êdî dema avakirina komîteyên bihêz ên jinan e, komîteyên parastina cewherî li hemû qadan e. Dema avakirina encûmenên jin li bajar û gundan e. Êdî jin xwe bi rêxistin dikin, xwe diparêzin û di hemû qadan da pêşeng in, ji wê boneyê dema rêxistina sîstema xweser a jinan e. 
 
EV ŞOREŞ WÊ CÎHANÊ BI XWE RE AZAD BIKE
 
Wê şoreşa azadiya jinan, sîstema xwerêveberîya demokratîk ya Rojhilat û Îranê, bibe bingeha şoreşa civakî ya Rojhilata Navîn. Ev şoreş, wê cîhanê bi xwe re azad bike. Careke din em Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê KJAR, helwesta bi wêrekî ya jinan di asta cîhanî de ji bo şoreşa jinan li Rojhilat û Îranê  silav dikin, pir bi nirx dibînin. Ev şoreş ya hemû jin û gelan e, pêwîst e zêdetir û radîlkaltir xwedîderketin çêbibe. Em bi îdîan e ku heta serkeftin û azadiya hemû jinan li Îranê, tekoşînê di hemû qadan de xurttir û bihêztir bikin. Bi tekoşîna me ya hevgirtî, çi dibe bila bibe wê serkeftin û azadî teqez ya gelan be."

Sernavên din

29/10/2022
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe