ENQERE - Pêşnûmeya ku RTUK Înternetê kontrol bike, di Meclîsê de hat qebûlkirin.
Ji vir û şûn de RTUK dê weşanên li ser Înternetê kontrol bike. Pêşnûmeya torbe ya hevdîtinên wê di Meclîsê berdewam dikirin, hat qebûlkirin. Li gorî sererast kirina pêşnûmeyê, medyayên radyo, televizyon û weşanên înternetê yên bixwazin li ser înternetê xizmetê bidin divê li RUTK’ê lisansa waşanê bigirin. Kargerên platformê yên bixwazin weşana van di înternetê pêşkêş bikin cardin divê ji RTUK’ê destûr bigire. Pêşnûmeya RTUK Înternetê kontrol bike di meclîsê hat qebûlkirin.