LEFKOŞA - Li Zanîngeha Kibrisê ya Navneteweyî ya Lefkoşa, komek nijatperest êrîşî 3 xwendekaran kirin.
Li Zanîngeha Kibrisê ya Navneteweyî ya Lefkoşa ya dikeve bakurê Kibrisê, komên nijatperest êrîşî xwendekarên şoreşger, demokratîk û welatparêz kirin. Koma nijatperest a ji 15-20 kesan pêk dihat serê sibê afîşên Newrozê yên Zanîngehê çirandin. Du xwendekarên bertek nîşanî wan dan, rastî êrîşî hatin û bûyer mezin. Koma nijatperest a ji 100 kesî pêk dihat, xwestin M.Y., M.B. û Y.E. lînç bikin. Koma ku 3 xwendekar bi awayekê hovane derp kirin, ji wan xwestin ku ji Kurdan û PKK’ê re dijûnan bidin û bigirin kamerayê. Lê xwendekarên ev yek red kirin, cardin rastî lêdana koma faşîst hatin. Piştî ewlekariya dibistanê mûdaxileyî wan kir, kom belav bû. Xwendekarên hatin derpkirin, rakirin nexweşxanê.
Xwendekarên rewşa wan başe, diyar kirin ku dê serlêdana sûc bikin.
LI DIJÎ ÊRÎŞAN DAXUYANÎ
Yekîtiya Komûnistên Şoreşger (DKB) daxuyanî da û got: “Dinava zanîngehê de komên nijatperest bi piştgiriya rayedarên zanîngehê xwe bi rêxistin dikin. Rayedarên zanîngehê berpirsê êrîşane. Xwendekarên şoreşger, demokratîk û ji ber nasnameya xwe ya siyasî û neteweyî rastî êrîş û zextan tên. Ev yek nayê qebûl kirin. Komên faşîst, paşvero û nijatperest divê demildest ji zanîngehê bên girtin. Ji ber wan ewlekariya canê xwendekarên şoreşger, demokratîk û azadîxwaz tuneye.”
'EM Ê ZANÎNGEHAN TESLÎMÎ FAŞÎSTAN NEKIN'
Înîsiyatîfa Xwendekarên DAU û Piştevaniya Têkoşîna bi Xwendekarên Zanîngahe Dogu Akdenîzê (DAU) jî li kampusên xwe piştgirî dan xwendevanan û gotin: “Xwendekarên şoreşger, demokratîk û welatparêz rastî êrîş û tacîzan tên. Komên nijatperest dixwazin provokasyonan derbixwin. Li dijî êrîşên nijatperest em bang hestiyariyê li hemû kesê dikin. Em ê tu carî zanîngehan teslîmî dijminên azadiyê, çeteyên paşvero û faşîstan nekin.”