AMED – Bi sedhezaran kesên ku qadên Newrozê tijî kirin, gelê li Efrînê li ber xwe didin silav kirin. Amediyan pêkanînên li Efrînê wekî "dagirkeriyê" nirxandin û gotin: "Kurd hene, hîn li ser piya ne. Dikarin her tiştî bigirin, lê nikarin dilê me bêdeng bikin."
Amediyan qefle bi qefle qada Newrozê tijî kir. Ligel hemû astengiyan jî gel berê xwe da qada Newrozê û bi ala û kincên xwe yên kesk û sor û zer û bi dirûşmeyên xwe peyam dan hemû cîhanê. Welatiyan bi lêv kir ku ji bo ew li dijî pêkanînên li Efrînê pêk tên dengê derxînin berê xwe dane qada Newrozê û gotin: "Kurd neqediyane, hîn li ser piya ne."
‘HER DIÇE EM XURTIR DIBIN'
Bûrhan Erol anî ziman ku ji bo ew li dijî zilmê dengê xwe derxînin hatine qada Newrozê. Erol gelê Efrînê silav kir ku û got, heta ji destê wan bê ew ê li dijî faşîzmê dengê xwe derxînin û Newroza xwe pîroz bikin. Erol got: "Her diçe em xurtir û hêzdartir dibin. Dibe ku niha li Tirkiyeyê kurd bêdeng dixuyên, lê dê wekî nepoxekê biteqin û ew bixwazin jî wê nikaribin rê li ber vê teqînê bigirin. Divê baş vê yekê zanibin." Erol bertek nîşanî operasyona li dijî Efrînê da û got, tekane armanc tunekirina kurda ye. Erol diyar kir ku Tirkiye dibêje "ji bo paqijkirina terorê ew çûne wir" û got: "Madem wisa nexwe ji bo çi gorên li wir texrîb dikin? Ji bo çi alaya xwe li wir dalqiqînin? Ew der xaka kurda ye û bi sedan sal e kurd li wir dijîn. Em vê yekê qebûl nakin."
Harûn Denîz jî diyar kir ku ew rojên zehmet derbas dikin. Denîz destnîşan kir ku ji bo kes tev li Newrozê nebe qeyûm rê girtine, lê belê dîsa jî kurd hatine gel heve. Mûazzez Karsû jî got: "Gelê me bi çewisandinên dijwar re rû bi rû ye. Divê em li dijî vê yekê rabin ser piya. Divê Amed li dijî pêkanînên li Efrînê deng derxîne, serî rake."
Omer Metîn jî destnîşan kir ku ew ji bo Newrozê daketine qadan û ew li vir sersê didin dijminên kurdan.
‘ÎRO EFRÎN SIBÊ AMED E, HEMÛ KURDISTAN E'
Eyup Yilmaz, destnîşan kir ku ew ê li dijî şerê li Efrînê dengê xwe bilind bikin û got: "Îro li Efrînê şerek heye. Em ê jî di Newroza Amedê de dengê xwe bilind bikin û ragihînin cîhanê. Bila cîhan baş zanibe ku kurd hene. Divê kurd jî di rojên wisa de bên gel hev. Bila gelê me Efrînê bibîne. Eger îro Efrîn be, wê sibê Amed, Silêmanî û hemû Kurdistan be. Li cîhanê dostên me tune ne. Êdî me dît ku dostên me tune ne. Eger em kurd nebin yek wê dostên me çê nebin. Di nêvengeke wisa şer û mirinhê de Newroz ji bo kurdan pir girîng e. Em li dijî girtin û çewisandinn li vir in. Ne li hundur ne jî li derve rihetî tune ye."
‘EM LI DIJÎ DEWLETA TERORÎ TÊDIKOŞIN'
Diyadîn Gosterîş, destnîşan kir ku wan careke din hêla Tirkiyeyê ya dagirker li Efrînê dîtiye û ew li dijî vê dewleta terorî têdikoşin. Gosterîş got: "Ez berxwedana gelê Efrînê silav dikim." Nîmet Taş bi lêv kir ku Newroz ji bo kurdan cejan yekîtî, biratiyê ye û kurd ji dema Kawa ve têdikoşin. Taş destnîşan kir ku ji bilî yekîtiyê tu çareyeke kurdan tune ye û got: "Belkî mirov ne dixwestin pîrozbahiyê bikin, lê ji bo Efrînê berê xwe dan qadan. Ji bo em piştevaniya Efrînê bikin em hatin, peywira me ye." Talat Şeker jî got: "Di şerê li Efrînê de kurd, ereb û tirkmen tên kuştin. Li her çar aliyê Tirkiyeyê şer heye. Belkî gelê tirk guh bide me, tu fêdeya vî şerî li kesî tune ye. Ev şer tenê ji bo serdestan tê kirin."
‘ÎRO HERKES JI BO EFRÎNÊ HAT VÊ QADÊ'
Mehmet Îpek jî anî ziman ku Newroza îsal ji bo Efrînê Newrozeke girîng e û got: "Îro herkes ji bo Efrînê hat vê qadê. Tirkiye li Efrînê bi ser neketiye, wê bi ser nekeve. Serketin a gelê Efrînê ye." Îpek diyar kir ku li wir peykerê Kawayê Hesinkar hatiye rûxandin û got: "Guleyên Kawayê Hesinkar ber bi Tirkiyeyê ve hatin? Hatina vê qadê bi xwe nîşaneya yekîtiya vî gelî ye. Pênûsên me, kefiyên me û gelek tiştên me desteser kirin û ancax wisa em ketin qadê. Dikarin pênûsan û çeqmaqan desteser bikin, lê nikarin dilê me bêdeng bikin." Ardîn Eylem jî destnîşan kir ku gel ji bo Efrînê qad tijî kiriye û wê îro xwedî li wê têkoşînê derkeve.
‘KURD HENE, HÎN LI SER PIYA NE'
Ayten Fîdan bi lêv kir ku ew ji bo Efrînê li qadê ne û wê Efrîn jî wekî Kobaniyê bi ser bikeve. Fîdan got: "Wê gelê kurd bi têkoşîna xwe bi ser bikeve. Ji bo aştî û destkeftiyên kurdan em di Newrozê de hatin gel hev. Gelê Amedê îsal jî got; kurd hene, hîn li ser piya ne. Wê tu carî jî nekevin." Havva Oz diyar kir ku kurd li ber çavê cîhanê tên kuştin û tiştên li Efrînê qewimîn şerma cîhanê ye û got: "Bi ya min li Efrînê mirovahî mir."
Arzû Dere jî anî ziman ku li qadê gelê kurd peyama yekîtiyê daye û got: "Tu hêz nikare me bitepisîne. Jixwe girse dixuyê. Wê biratiya gelan bi ser bikeve. Em hemû hay ji derew û xeletiyên der barê Efrînê de dizanin. Axaftinên hin kesan nikarin me ji rastiyê dûr bixin. Em gelê Amedê li pişt gotinên xwe ne. Em yek bimirin, em ê bi hezaran çê bibin."
‘DIVÊ EM JI XEWA XEFLETÊ HIŞYAR BIBIN'
Mahmût Cengîz jî berxwedêrên li Efrînê silav kir û got: "Îsal me ji bo Efrînê titşek nekir, lê îro em ji bo wê hatin NEwrozê. Ez ji bo vê yekê hatim. Îro hebûna li qada Newrozê dijderketina dagirkirina Efrînê ye. Wê Bakur heta kuderê bêdeng bimîne. Divê em ji vê xewa xefletê hişyar bibin. Duh Cizîr, Kerkûk, Efrîn bû, wê sibê dora kuderê be em nizanin. Hewl didin kurdan ji holê rabikin. Ji dijminatiyê wirdetir tiştek tune ye."