* Endama Yekîtiya Jina ya Lubnanê Henan Osman, diyar kir ku ew di serdana xwe ya Efrînê de li her qadê bûne şahidê berxwedanê û got: "Gelê kurd di şer de ye. Di şer de serketin jî heye, binketin jî heye. Niha tirkan Efrînê dagir kiriye. Lê divê ev yek neyê jibîrkirin ku dê li Efrînê berxwedan bi ser bikeve."
* Bi sedhezaran kesên ku qadên Newrozê tijî kirin, gelê li Efrînê li ber xwe didin silav kirin. Amediyan pêkanînên li Efrînê wekî "dagirkeriyê" nirxandin û gotin: "Kurd hene, hîn li ser piya ne. Dikarin her tiştî bigirin, lê nikarin dilê me bêdeng bikin."
* Endama Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahîn, diyar kir ku koçberiya li Deryaya Ege zê zêde bibe û havînek dijwar li pêş wan e. Şahîn, da zanîn ku bi koçberiyê re dê mirin jî zêde bibe.
* Danişîna doza Serokê Lijneya Rêveberiya Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA) ya bi KHK'ê hat girtin Zekeriya Guzupek û Miedûra Karên Nivîsan Dicle Muftuoglu dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Nobeta Edaletê ya ji bo parêzerên girtî bên berdan dê di hefteya 51'emîn de li ber Edlîyeya Çaglayanê ya Stenbolê berdewam bike. (11.30)
* Malbat û parêzer dê têkildadrî ferzkirina sîxuriyan a di bin çavan de li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)
* Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal a Mêrsînê dê "Nobeta Edaletê" li Komeleya xwe berdewam bikin. (14.00)
*4'iemîn danişîna doza 3 jê girtî 11 rêveberên HDP'ê ya Stenbolê dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (14.00)
* Malbatên Roboskê yên zarokên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan dê di hefteya 325'an de çalakiya xwe ya li ser gorên zarokên xwe berdewam bike. (16.00)