Turkdogan bal kişand ser qanûna bi hejmara 5564’an: Divê kesên kimyasal bikaranîne bên darizandin

  • rojane
  • 11:56 26 Cotmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê bal kişand ser qanûna taybet a bi hejmara 5564’an û wiha got: “Ev qanûn dibêje ku kesên bi bikaranîna çekên kîmyewî sûc dikin dikarin bên darizandin.”

 
Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin bi çekên kîmyewî yên li gorî peymanên navnetewî weke sûcê li dijî mirovahiyê tên qebûlkirin berdewam dike. Li gorî bilançoya şer a HPG’ê aşkere kir, dewleta tirk di navbera 14’ê nîsan û 14 cotmehê de 2 hezar û 467 caran çekên qedexe û kîmyewî bikaranî ye. Di encama van êrişên dewleta tirk de di mehên tebax, îlon û cotmehê 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Dîmenên têkildarî keliya dawî yên 2 endamên HPG’ê yên ji çekên kîmyewî yên li hemû cîhanê weke sûcê li dijî mirovahiyê tên qebûl kirin bandor bûbûn û jiyana xwe ji dest dabûn, di rayagiştî de bertek bilindkirin. Şermezarkirinên li dijî êrişên dewleta tirk berdewam dikin û ji Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyewî (OPCW) re bang tên kirin ku li herêmê lêkolînan bike. OPCW’ya ku bêyî serlêdanên dewletên endamên wê ne nikare lêkolînan bike, bêdengiya xwe didomîne. 
 
MALBATAN SERÎ LI ÎHD’Ê DA!
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan, asta bikaranîna çekên kîmyewî ya hiqûqa navnetewî û navxweyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Turkdogan, bal kişand ku li pişt tevnegerîna OPCW’yê ya têkildarî mijare “sûckirina dewletan” heye. 
 
Turkdogan, da zanîn ku malbatên endamên HPG’ê yên di êrişa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane serî li ÎHD’ê dane. 
 
HIQÛQA MIROVÎ YA NAVNETEWÎ
 
Turkdogan, diyar kir ku Protokola Cenevreyê ya bi dîroka 1949’an hiqûqa şer sererast dike û wiha got: “Em ji vê re dibêjin ‘Hiqûqa Mirovî ya Navnetewî’. Di çarçoveya van peymanan de têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî tu tişt nîne lê belê hem navbera dewlet hem jî pevçûna navbera dewlet û rêxistineke çekdar de vedihewîne. Ev yek bi biryarên dawî yên Dadgeha Ceza ya Taybet a Yûgoslavyayê re bi zelalî tê xêzkirin. Ev yek wê ji aliyê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ve bê kontrolkirin.” Turkdogan, anî ziman ku kontrolkirina şerên sûc a Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî girêdayî destûra dewletan e û got ku ev yek yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Hiqûqa Însanî ya Navneteweyî ye. Turkdogan, bal kişand ku ji bo pêşketina zagonên şer gelek sal derbas bûne û wiha berdewam kir: “Peymana Cenevreya yekemîn di sala 1864’an de dest pê dike. Di dawîyê da di sala 1949’an da bi çar peymanên bingehîn ve hat girêdan. Di sala 1977’an da protokolên hejmarên 1 û 2’yê ketin dewrê. Tu dikarî bifikirî? Rêzikên zagonên şer bi temamî 113 sal şûn da bi hin rêzikan ve girêdayî ne. Di sala 1988'an de qanûna Romayê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat qebûlkirin û dadgeh ji sala 2000'î û vir ve dixebite.”
 
NÎQAŞÊN DI SALÊN 1800’AN DE DEST PÊ KIRIN
 
Turkdogan, qal kir ku nîqaşên di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de di salên 1800’î dest pê kirine û bi lêv kir ku peyaman ewil a têkildarî mijarê hatiye hilberandin “Protokola Qedexekirina Bikaranîna Gazên Fetisansin, Jehrkirin û mîna wan û Amûrên Bakteriyolojîk ên di şer de” bi dîroka 17’ê Hezîrana 1925’an e. Turkdogan, diyar kir ku Tirkiye ji sala 1925’an û vir ve alîgirê vê protokole ye û got: “Piştî ku ev protokol têr nayê dîtin û di encama nîqaşên dirêj de di sala 1993’an de ‘Peymana Qedexekirina Pêşvebirin, Hilberîn, Stokkirin û Bikaranîna Çekên Kîmyewî û Îmhakirina wan’ hat qebûlkirin. Tirkiyeyê di 29’ê nîsana 1997’an de ev peyman îmze kir û bi Qanûna bi Hejmara 4238’an re xist meriyetê. Tirkiye niha xwedî peymaneke bi vî rengî ye ku neçar e li gorî wê tevbigere.”
 
QANÛNA TAYBET A BI HEJMARA 5564
 
Turkdogan, bi bîr xist ku Tirkiyeyê di 14’ê kanûna 2006’an de qanûneke taybet a bi hejmara 5564’an derdixe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di fiqreya 9’emîn a xala 6’emîn a vê qanûnê de tê gotin ku kesê li dijî qanûnê çekên kîmyewî bikartînin û sûc dikin li dorî xala 11’emîn a qanûna bi hejmara 5237’an dikare bê darizandin. Bi gotineke din, eger welatiyên Komara Tirkiyeyê li îdîayeke li ser bikaranîna çekên kîmyewî li derveyî welat rast bên, serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo lêpirsîna van îdîayan wezîfedar e. Ji ber vê yekê, Tirkiye welatekî ku di vî warî de erkên navneteweyî lê hatine barkirine.”
 
BAL KIŞAND SER HIQÛQA NAVXWEYÎ
 
Turkdogan, axaftina xwe wiha domand: “Eger Tirkiye bûye aliyekî peymanekê û di vê mijarê de qanûneke taybet derxistibe û hûn difikirin ku hiqûqa mijara gotinê hatiye binpêkirin, divê malbatên kesên ji ber vê sedemê jiyana xwe ji dest dane gilî bikin û serî li rêyên hiqûqî bidin. Niha tişta herî girîng a ku divê were kirin ev e. Wezareta Parastinê li ser mijarê daxuyaniyek da. Madem îdîayan qebûl nakin, di nava dewletê de mekanîzmayên kontrolê yên îdarî hene. Destûr bidin ku ev mekanîzma kontrol bikin. Bila Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsîna pêwendîdar bi rê ve bibe. Di encama van hemû lêpirsînan de bila ev îdîayên tên kirin bên aşkerakirin. Naxwe wê mexdûr her tim îdîa bike û gumanbar jî wê timî red bike. Rêya dawîanîna li vê yekê, xebitandina rêziknameya hiqûqa navxweyî ye.”
 
‘HEMÛ DEWLETAN SÛC KIRIN’
 
Turkdogan destnîşan kir ku li gorî Peymana Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî divê têkildarî îdiayên tên qalkirin dewleteke alîgir serlêdan bike û ev tişt gotin: “Li gorî peymanê OPCW hat avakirin. Ev rêxistineke NY'yê ye. Yekane rêxistin e ku xwedî wê rayeyê ye ku li cih lêkolînan bike bê ka çekên kîmyewî hatine bikaranîn an na. Her wiha ji ber ku tê diyarkirin ku çek li ser xaka Iraqê hatine bikaranîn, Iraq her tim dikare li gorî mafên xwe yên serwer lêkolînan bide destpêkirin. OPCW ji bo lêkolînên cihê bûyerê nikare biçe cihê bûyerê, peywireke xwe ya bi vî rengî nîne, lê belê ev rêxistin dikare kontrolên plankirî yan jî bê plan bi gel dewletên alîgir re bike. Ev tenê venêranek e bê ka li welatên têkildar çekên kîmyewî têne hilberandin û hilanîn. Çima ev peyman wiha hatine sererastkirin? Ji ber ku hemû dewlet mixabin tev li sûcan bûne. Ji ber ku tu dewlet bawerî bi hev naynin, peyman bi vî awayî tên çêkirin. Ji ber vê yekê ew peyman ne li gorî tevgerên mafên mirovan ên cîhanê ne. Beriya sed salan behsa navên van peymanan jî nedihat kirin.”
 
Turkdogan di axaftina xwe de bal kişand ser nîqaşên ku OPCW tenê bi serlêdana dewletan re tevdigere, gelên bêdewlet ên wekî gelê kurd di qada navneteweyî de bi tenê hatine hiştin û wiha got: “Li vir pêwîst e mijarê ber bi mekanîzmayên kontrolê yên cuda ve bibin. Ya rêveberiya Federe ya Kurdistanê ya li Iraqê wê piştrast bike ku bi rêya Dewleta Iraqê serlêdan were kirin an jî hiqûqa navxweyî ya li Tirkiyeyê bê ewlekirin. An jî pêwîst e raya giştî ya demokratîk a mezin a cîhanê biafirîne û hin dewletan neçar bike ku peymanan nû bikin. Hem Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û hem jî Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Ewropayê van hemû mijaran nîqaş dikin. Mînak Rûsya di êrîşa xwe ya li hemberî Ûkraynayê de hema bêje çekên mîna bombeyên nukleerî bi kar anî, lê cîhan bêçare ye. Tevî ku Ûkrayna dewleteke serwer e jî, tiştek nayê kirin. Ji ber ku Rûsya endameke daîmî yê Konseya Ewlekariyê ye. Ji ber ku wê veto kir, tu biryar nikare derkeve. Daîreya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan tenê li ser esasê dozên takekesî dikare bê tevgerîn. Di vê nuqteya ku cîhan lê hatiye de, di warê maf û azadiya şexs de rêyeke girtî nîne. Eger şexsê A di êrîşê de miri be, mîrasgirên wî yên hiqûqî dikarin li hemû mafên xwe bigerin, lê belê di mijara civakê de heta ku dewlet li ser navê wan tevnegerin, pêvajo nikare bê xebitandin.”
 
CEZAYÊ WÊ MUEBBETA GIRANKIRÎ YE
 
Turkdogan diyar kir ku eger OPCW di encama serlêdana her dewletekê de li herêmê lêkolînan bike û li ser bikaranîna Tirkiyeyê ya çekên kîmyewî raporekê amade bike, wê mijarê bibin Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û rapor wê li Tirkiyeyê bibe pispor. Turkdogan, da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê wê neçar bimîne doza cemaweriyê veke û got: “Di TCK’ê de cezayê bi bikaranîna çekên kîmyewî ya kesekî kuştina qestî ya kesekî mûebbeta girankirî ye.”
 
PROTOKOLA MÎNNESOTAYÊ 
 
Turkdogan, da zanîn ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî û berhevkirina delîlan hin protokol hatine avakirin û destnîşan kir ku divê delîl li gorî van protokolan werin komkirin. Turkdogan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Weşandina dîmenên milîtanên çekdar ên jiyana xwe ji dest dane, dibe ku li qada navneteweyî têrê neke. Ji cihê bûyerê çiqas delîl hatine komkirin? Hin bûyer hene ku sal di ser re derbas bibin jî, hin bermayî dimînin. Tişta ku Protokola Mînnesota sererast dike ev e. Ev yek eger îro nebe wê di dema pêş de pêk were. Heke li ser milîtanên çekdar ên jiyana xwe ji dest dane bermahiyên kîmyewî hebin, wê bi hêsanî tune nebin.”
 
Turkdogan bi bîr xist ku piştî ji Swîsre û Almanyayê şandeyên serbixwe çûn herêmê xwestin lêkolînê bikin ji aliyê hikumeta herêmê ve hatin astengkirin û got: “Di vê rewşê de divê mirov dewleta Iraqê û herêma Kurdistana Federe rexne bike. Ji ber çi asteng dikin? Heke bi sedemên keyfî astengkirin hebe divê mirov mekanîzmayên navxweyî yên wî welatî têxe meriyetê. Bi vî awayî dê dewleta Iraqê û rêveberiya herêmî wê di bin gumanan de bimînin.”
 
‘BÎLANÇOYÊN TÊN AŞKEREKIRIN GELEK BIÊŞIN’
 
Turkdogan, destnîşan kir ku bîlançoyên tên aşkerekirin “gelek giran in” û got: “Êdî yekane canê me yê li Tirkiye, Iraq, Sûriye an jî Îranê winda bike nîne.” Turkdogan, bi lêv kir ku weke parêzvanên mafên mirovan rewşa heyî di çarçoveya aştiyê de dinirxînin û ev tişt gotin: “Di holê de pirsgirêkeke kurd heye. Heke ev pirsgirêk bi şer neyê çareserkirin, yekane tişta were kirin diyalog û müzakere ye. Ev nîqaş hemû didin nîşandan ku dema muzakereyan hatiye. Ji ber dewletan di qada navnetewî de li aliyê gerandina maf hêj xetimandin hene. Ji ber vê yekê divê mirov bizane ku pirsgirêk bi şer û xwe spartina dewletan nayên çareserkirin. Bîlançoyên tên aşkerekiri gelek biêşin. Tu rêbazên tên bikaranîn nayên qebûlkirin. Her canek gelek bi nirx e. Divê em li ser bidawîbûna şer bisekinin.”
 
DIVÊ PÊVOJA LÊGERÎNA MAF BÊ XEBITANDIN
 
Turkdogan, bang li malbatên endamên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane kir û wiha bi lêv kir: “Malbat dikarin bi gotina ‘zarokê min ji ber çi jiyana xwe ji dest da’ giliyê bikin. Hewce bibe wê Meclis an Lijneya Kontrolkirina Cemaweriyê bikeve dewrê. Di encama van serlêdanan wê derkeve holê ku çi qewimiye. Kiryarên nediyar ên di salên 90’î de, windakiriyên di bin çavan de an jî şewitandina gundan di encama serlêdanên malbatan bi dozên piştî demekî dirêj hatin vekirin yek bi yek tên ronîkirin. Li Meclisê komîsyonên lêkolînê hatin avakirin û em bi raporan hîn bûn ku çi qewimî ye. Divê ev pêvajoya lêgerîna mafan bê xebitandin.”
 
Turkdogan, diyar kir ku di fiqreya 5’emîn a xala 6’an a TCK’ê bikaranîna madeyê kîmyewî weke “çek” hatiy penasekirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di qanûna ceza ya xwe bi xwe de bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kiriye û weke sûc hesibandiye. Teqez divê rêya hiqûqa navxweyî bidin xebitandin. Heke encam neyê girtin divê rêyên hiqûqa navnetewî bên xebitandin. Çekên kîmyewî di bîra civakan de xwedî cihekî xerab e. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn de an jî di Komkujiya Dêrsimê de tiştên tirsnak qewimîn. Dema ku sibe civak li hev bikin, em dixwazin ku bîranînên wan ên ku dê hevdu biêşînin nebin.”
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

04/03/2023
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin
11:42 Jin li herêma erdhejê ne: Em ê bi piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin
11:31 Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin
11:13 Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike
11:08 Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava
10:45 Navçeya ku bi rant, îmara taybet û betonan hatiye fetisandin: Elbistan
10:32 ‘Keça min ji ber sarmayê mir’
09:48 'Em ê ji bo alîkarî piştevaniya jinan her li qadê bin'
09:41 Başaran: 8’ê Adarê roja hesabxwestina ji îktidara hilweşîner e
09:15 7 rojan tevî bavê xwe yê astengdar li derve maye: Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat
09:08 'Ez ê bi vî halê xwe yê nexweş çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?'
09:07 Li Semsûrê her tişt ji bo zarokan!
09:07 Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin
09:04 Mexdûrê erdhejê yê hatayî: Silavan li serokê me bike!
09:02 Jiyaneke di navbera mirin û xizaniyê de: Kolberî
09:01 Heywanên li herêma erdhejê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2023
23:12 Encamnameya konferansa 'Azadî ji bo Ocalan' hat eşkerekirin
21:46 Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e
20:12 QSD: Tirkiyeyê di Sibatê de 24 caran êriş kir
19:02 TJA û HDP'ê li Meletiyê serdana jinan kirin
18:23 Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin
17:07 Li Mereşê tenê li goristanekê 6 hezar kes hatine veşartin
16:40 Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin
16:14 Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye
16:13 Doza li Ceren Sozerî û Evrenselê hatiye vekirin, hate taloqkirin
15:56 Giliyê kesa ku di medyaya dîjîtal de kurd hedef nîşandan hate kirin
15:28 TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe
15:11 Di protestoya li Stenbolê de 8 kes hatin binçavkirin
15:09 ‘Divê berpirsyar îstîfa bikin’
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin