MUGLA - Birayê Ekrem Altay ê bi 7 kesan re destên wan paşde kelepçe kirî hatin derpkirin û wêneyên wan ên tazî di medyaya civakî de hat servis kirin Adîl Altay, diyar kir ku ev li dijî mirovahiyê ye.
Li herêma Seydîkemer û Ortaca ya Muglayê di 4’ê Cotmehê de bi îdîaya “Endamên PKK’ê ne” 7 kes hatin derpkirin, wêneyên wan ê tazî û destên wan paşve kelepçe kirî di medyaya civakî de hatin parvekirin. Wêneyên ku rastî bertekên raya giştî hatin, bûyerên di qedexeyên derketina derve ya bajarên kurdan tîne bîra mirov. Hat îdîakirin ku “Welatiyên di rê de derbas dibûn” wêne kişandin e. Heya niha ji bo wêneyan daxuyaniyek fermî nehatiye kirin. Parêzer Gulfer Karadenîz di 07’ê Cotmehê de çû hevdîtina Ekrem Altay û Veysî Şengîl ên binçavkirî û diyar kir ku Hêza Taybet a Cendirmeyan wêne kişandin.
‘WÊNE DIJ MIROVAHIYÊ NE’
Birayê Ekrem Altay Adîl Altay, ê li ser lêgerîna Midûryeta Polîsan a Muglayê, ji Stenbolê çû Muglayê bertek nîşanî wêneyên 7 kesên hatin weşandin, da. Altay, diyar kir ku yên wêne weşandin wijdana wan tuneye û wiha axivî: “Ev yek li dijî mirovahiyê ye. Kê dibe bila bibe, çi dibe bila bibe, mirov di dema binçavkirinê de nayên tazî kirin û îşkence kirin. Kesên ev yek kirin ne mirovin. Kesên ku binçav dikin wan tazî dikin. Fêrî vê yekê bûne. Wer fam dikin ku ev yek rêbazek xweş e. Ji bo mirovan bitirsînin wiha dikin. Heya ku ez birayê xwe nebinim dê gumanên min hebin.”
‘LI MIDÛRYETÊ WAN TEHDÎT DIKIN’
Altay, da zanîn ku ew dê şopdarê bûyerê bin û wiha got: “Kesên ku lêgerîna tazî û îşkence kirîn, dibe ku 5 kesên din înfaz kiribin. 2 salin min birayê xwe nedîtî. Berê birayê min di înşaatê dixebitî. Em li Stenbolê, ew jî li Sêrtê diya. Hayê min jê nebû ku hatiye vê derê. Me dizanî ku li Sêrtê ye. Hemû tişt li holê ye. Em ê li hemberî vê bûyerê bêdeng menîn in.”
Altay, destnîşan kir ku di dema diçe Midûryeta Polîsan a Muglayê ji bo birayê xwe bibîne, rastî gefa polîsan tê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em çûn midûryetê gef li me xwarin. Bi gotina ‘Hûn hatin e çi, herin ji vir’ em qewirandin. Berî me malbata Veysî Şengîl çûbûn Midûryetê. Polîsan gef li wan jî kiribûn. Bêyî ku em hevdîtin bikin, em vegeriyan malê.”