7 sal in bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere

  • rojane
  • 09:00 26 Cotmeh 2022
  • |
ŞIRNEX - Ayşe Atabay 7 sal in li cenazeyê kurê xwe yê ku di dema qedexeyên derketina derve de hatibû qetilkirin digere. 
 
Di navbera 16'ê tebaxa 2015'an û 14'ê adara 2016'an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 8 caran qedexeyên derketina derve hatibûn ragihandin. Li gorî rapora Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYADER) li navçeyê di dema qedexeyan de 83 kes hatine qetilkirin û heya niha cenazeyê 28 kesan radestî malbatên wan nehatine kirin. Ji van cenazeyan yek jê jî yê Nesîm Atabay (20) ê xwendekarê beşa felsefeyê yê Zanîngeha Karatekînê ya Çankiriyê ye. Dayika wî Ayşe Atabay (50) 7 sal in li cenazeyê wî digre. 
 
Dayika Atabay, Ayşe Atabay ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne li Nisêbîn, Qoser, Amed û Meletiyê ji bo DNA'yê xwîn daye. Atabey di vî 7 salî de gelek car çûye Mêrdînê û mal bi mal pirsa cenazeyê kurê xwe kiriye. Her wiha her cara ku çûye dozgeriyê jî, dozger jê re gotiye "ger encama testa DNA'yê kifş bibe em ê haya te pê bixin." Lê hê jî Atabay tu bersiv wernegirtiye. Atabay a ku gava li cenazeyê kurê xwe Nesîm geriyaye, xeber jê re hatiye ku kurê wê Xelîl Atabay (19) jiyana xwe ji dest daye. Kurê wê Xelîl jî li herêma Bestayê di şer de jiyana xwe ji dest daye. 
 
BAJAR BI BAJAR LI CENAZEYÊ KURÊ XWE DIGERE
 
Ayşe Atabay diyar kir ku ew bi salan e mal bi mal, bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere û wiha axivî: "Kurê min di sala 2016'an de li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da. Dema qedexeya derketina derve li Cizîr, Sûr û Nisêbînê hat ragihandin kurê min li zanîngehê bû. Gelek aciz bûbû. Pênûsên xwe şikand û ji bavê xwe re got, 'Mirov tên kuştin ez ê çawa bisekinim'. Wisa got û êdî me tu xeber jê negirt. Piştî qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû, ji bo cenaze em çûn Nisêbînê. Em çûn cem her kesî û me li cenazeyê kurê xwe pirsî. Em 10 caran çûn Meletiyê. Em çûn Nisêbîn, Mêrdîn, Amed û Qoserê. Bavê wî li Meletiyê xwîn da û min jî li Nisêbînê. Min yek bi yek ji şêniyên Nisêbînê pirs kir. Ewil digotin, cenazeyê wî di hewşa malekê de hatiye veşartin. Heta ku navên wan jî li ser nivîsandibûn. Hejmara derî gotin. Me hemû agahî dan MEYA-DER'ê û wan jî ew dan dewletê. Dewletê çi jê kir em nizanin. Em her carê diçin dozgeriyê, dozger dibêje, 'Cenaze tune ye, gava encama testên xwîna te derketin em ê xeberê bidin te'. Ez nikarim razêm. Ez di xew de wî dibînim. Dikim nakim cenazeyê wî nabînim. Hema hestiyeke,yan jî perçeyeke kincê wî jî min bidita ez ê kêfxweş bûbûma."
 
'HEMA MIN PERÇEYEKE KINCÊ WÎ JÎ BIDÎTA...'
 
Atabay anî ziman ku bi salan e ew bi hesreta ku perçeyeke tişteke aydî kurê xwe bibîne û ev tişt gotin: "Ez dizanim ku kurê min li Nisêbinê hatiye kuştin. Lê kes cenazeyê wî nîşanî me nade. Kurê min Xelîl jî li Bestayê jiyana xwe ji dest da. Di her rojên înê de ez diçim wê derê, bêhna min tê. Lê min tu agahî ji Nesîm nestandin. Min hema perçeyeke kincê wî jî bidita ez ev qasî nediqehirim. Ez bi kurê xwe serbilind im. Min tu tiştekî wî nedît. Wekî ku te avêtibin behrê. Li şûna wî giya jî hêşîn nebûye. Xwedê sebrê bide dayikên kezeb şewitî. Divê her kes dengê me bibihîze. Bi xwedê ez tu carî nabêjim xweziya neçûbûya. Çimkî serê min pê bilind e."
 
'KENÊ WÎ HER LI BER ÇAVÊ MIN E'
 
Atabay bi lêv kir ku rûyê kurê wê her tim li ber çavê wê ye û got ku ew ê heta dawiyê li cenazeyê wî bigere. Atabay wiha got: "Her bajarê ku em çûnê, em çûn ser cenazeyan lê ne cenazeyê me bû. Wele her cihê ku em diçûnê jî dozger em digirtin hundir. Heçku derziyek winda bûye. Nabêjin kezeb e. Nabêjin ku ev qasî kezeba dayikan dişewite, evqasî tên û diçin. Lê ne xema wan e. Çimkî ne kezaba wan e. Kesê ku kezaba wî şewitî dizane, lê yê ku kezaba wî neşewitî vê êşê nizane. Xwedê rehmê têxe dilê wan. Em êdî nikarin hêsiran jî bibarînin. Xwedê kezaba kesekî neşewitîne. Heta ez sax bim wê rûyê wî û kenê wî li ber çavê min be. Ez kengî çavê xwe bigirim kenê wî tê berçavê min. Ez bimrim jî ez wî jibîr nakim. Heta ku ruh di laşê min de hebe ez kenê wî, axaftina wî û zanabûna wî jibîr nakim." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

04/03/2023
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin
11:42 Jin li herêma erdhejê ne: Em ê bi piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin
11:31 Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin
11:13 Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike
11:08 Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava
10:45 Navçeya ku bi rant, îmara taybet û betonan hatiye fetisandin: Elbistan
10:32 ‘Keça min ji ber sarmayê mir’
09:48 'Em ê ji bo alîkarî piştevaniya jinan her li qadê bin'
09:41 Başaran: 8’ê Adarê roja hesabxwestina ji îktidara hilweşîner e
09:15 7 rojan tevî bavê xwe yê astengdar li derve maye: Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat
09:08 'Ez ê bi vî halê xwe yê nexweş çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?'
09:07 Li Semsûrê her tişt ji bo zarokan!
09:07 Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin
09:04 Mexdûrê erdhejê yê hatayî: Silavan li serokê me bike!
09:02 Jiyaneke di navbera mirin û xizaniyê de: Kolberî
09:01 Heywanên li herêma erdhejê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2023
23:12 Encamnameya konferansa 'Azadî ji bo Ocalan' hat eşkerekirin
21:46 Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e
20:12 QSD: Tirkiyeyê di Sibatê de 24 caran êriş kir
19:02 TJA û HDP'ê li Meletiyê serdana jinan kirin
18:23 Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin
17:07 Li Mereşê tenê li goristanekê 6 hezar kes hatine veşartin
16:40 Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin
16:14 Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye
16:13 Doza li Ceren Sozerî û Evrenselê hatiye vekirin, hate taloqkirin
15:56 Giliyê kesa ku di medyaya dîjîtal de kurd hedef nîşandan hate kirin
15:28 TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe
15:11 Di protestoya li Stenbolê de 8 kes hatin binçavkirin
15:09 ‘Divê berpirsyar îstîfa bikin’
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin