Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan

  • rojane
  • 16:25 25 Cotmeh 2022
  • |
img
DÎLOK - Şaxa OHD’a Dîlokê ji bo berdana girtiyên nexweş bang li wezareta dadê û saziyên hiqûq û mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî kir. 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Dîlokê bi mebesta ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Edliyeya Dîlokê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadî ji girtiyên nexweş re” hatibû vekirin û li ser navê girseyê jî Hevserokê OHD’a Dîlokê Mûstafa Yalçin axivî.  
 
Yalçin, da zanîn ku ji binpêkirina mafê jiyanê heta îşkenceyê, ji astengkirina xizmetên tenduristiyê heta sepanên otorîter, girtiyên nexweş rastî gelek binpêkirinên giran tên û wiha got: “Yek ji pirsgirêkên herî girîng jî rewşa girtiyên nexweş e û şertên wan ên girtîgehê ne ku tevî ewqas salan jî nehatine çareserkirin. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ji bo girtîgehên Tirkiyeyê hişyariya ‘girtiyên nexweş di bin xereyeke mezin de tên ragirtin’ kiribûn. Di her qanûnên nû de girtiyên nexweş derve tên hiştin. Bi Rêziknameya Têkildarî Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Hikûmxwaran ku di 1’ê çileya 2021’an de kete meriyetê re jî pêşî li ber berdana wan hat girtin û li gel rêgeza wekheviyê, her wiha mafên wan ên jiyan, azadî û ewlehiyê jî hatin paşguhkirin.”
 
DI SALA 2022’YAN DE 50 GIRTIYÊN NEXWEŞ HATIN KUŞTIN
 
Bi domdarî Yalçin bangawaziyên di dema pandemiyê de ji bo berdana girtiyên nexweş li wezareta dadê hatine kirin bi bîr xist û wiha domand: “Lê hemû bangawaziyên me bêbersiv hatin hiştin. Ji ber biryarên nehatine dayîn an jî dereng hatine dayîn, mafê jiyanê yê girtiyên nexweş hat binpêkirin. An cenaze ji girtîgehan derdikevin an jî demekî kin piştî berdanê girtî jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî jî Emel Haceroglû ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, ji ber ku dereng rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji det da. Her wiha Nevzat Çapkin ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê dihat ragirtin û demekî kin piştre jiyana xwe ji dest da. Piştre jî agahiya mirina Zulfu Yildirim ji Girtîgeha Xarpêtê, ya Bazo Yilmaz ji Girtîgeha Rihayê, ya Mehmet Candemîr ji Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê û hêj yên gelek girtiyên din hat. Tenê di sala 2022’yan de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.”
 
REWŞA OZKAN Û TÛGLÛK
 
Yalçin, da zanîn ku girtîgehên Tirkiyeyê li ser jiyana girtiyên nexweş gefeke mezin e û axaftina xwe wiha qedand: “Di şexsê Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk de ji bo paşdexistina cezayê girtiyên nexweş gelek caran serlêdan hatin kirin lê encamek jê derneket. Çendek roj berê Ozkan dîsa rakirin nexweşxaneyê û li beşa lênihêrîna awarte hat ragirtin. Lê piştre bi awayekî dermirovî destên wî kelemçe kirin û şandin girtîgehê. Di şexsê Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk de em bang dikin ku hemû girtiyên nexweş di zûtirin demê de bên berdan. Bêyî ku mirin zêdetir bibin, divê desthilatdariya siyasî û rayedar tevdîrên pêwîst bigirin. Banga me ji bo wezareta edaletê û rêxistinên hiqûq û mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ew e ku maf û azadiyên bingehîn ên girtiyên nexweş esas bigirin û bikevin nava liv û tevgerê.”
 

Sernavên din

28/10/2022
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’
12:28 Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn
12:23 Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 1’ê Mijdarê de meşeke mezin bê lidarxistin
12:22 CPJ: Bila Tirkiye dest ji tacizkirina rojnamegerên kurd a bi sûcdariyên bêbingeh berde
12:12 Binçavkirina rojnamegeran: Dixwazin civakê bêdeng bikin
12:01 DFG û MKGP: Ne em bila desthilat bitirse
11:56 Turkdogan bal kişand ser qanûna bi hejmara 5564’an: Divê kesên kimyasal bikaranîne bên darizandin
11:41 Şewata li Çiyayê Amanosê hat kontrolkirin
11:37 Rojnameger Încî Aydin beraet kir
11:28 Li gundê Sorê ku di bin dorpêça leşkeran de ye zarokek hat derbkirin