Newroza Cizîrê: Dagirkeriya Efrînê îxaneta li dijî ruhê Çanakkaleyê ye

img

ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê Aycan Îrmez ku di Newroza Cizîra Botanê de axivî got: "Gelê Botanê serî netewand." Parlementerê HDP'ê Osman Baydemîr jî bal kişand ser êrîşên li ser Efrînê û got: "Bombebarankirina zarokên gelê kurd, ma li ne îxaneta li ruhê Çanakkaleyê ye?" 

Newroza li Cizîra Şirnexê bi axaftina domand. Di Newroza ku li Tesîsên Bozalanê hat pîrozkirin de welatî tim dirûşmeya "Her der berxwedan, her der Efrîn" berz kirin. Cizîrî ji danê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê. Her çend welatî bi astengiyên polîsan re rû bi rû man jî, berê xwe dan qada Newrozê. Her wiha gelek welatiyên ku ji ber nasnameya wan tune bûn nikaribûn têkevin qadê, li dora qadê dirûşmeya “Bijî berxwedana Efrinê” berz kirin. 
 
Bernameya Newrozê bi axaftina Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr domand. 
 
ÎRMEZ: BOTAN SERÎ NETEWAND 
 
Îrmez, got: "Li gel hemû êrîşên qirêj ên hikûmetê jî gelê Botanê seri netewand. Gelê Botanê, jin û ciwan naxwazin bedenên wan wek a Dayika Taybet li erdê bimîne. Dixwazin bi awayekî azad li ser xaka xwe bijîn. Her ol û ziman dewlemendî ye. Lê belê îktidara Erdogan naxwaze gelê kurd li Rojhilata Navîn bisekine. Hikûmeta AKP'ê bi ketina nav Rojavayê dixwaze destkeftiyên gelê kurd tune bike." Îrmez ku got "Dehaqê niha hikûmeta AKP'ê ye" mirovên ku di dema qedexeyên derketina derve de di jêrzemînan de hatin qetilkirin bi bîr xist û got: "Wê Botan van rojan ji bîr neke. Hikûmeta AKP'ê dixwaze hemû gelan di bin yek dewlet û yek zimanî de bigihîne hev." Îrmez destnîşan kir ku wê kurd yekîtiya xwe pêk bînin û bigihên azadiya xwe." 
 
BAYDEMÎR: NEWROZ BOTAN E 
 
Paşê Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr got: "Eger hûn wateya Newrozê bipirsin. Newroz Berîtan e, Berîvan e û Botan e. Dayikên ku dilê wan dişewitin, me jî wekî zarokên xwe qebûl bikin. Gelê me bi wehşeteke mezin re rû bi rû ma. Em bawer dikin ku wê ev roj biqedin. Wê Newroz bên, wê hêstirên dayikan ne ji bo zarokên wan, ji bo aştî û aramiyê û azadiyê biherikin. Wê demê dê barê me sivik bibe. Ez destê dayikên roboskiyî û destê dayikên ji bo aştiyên hêstiran dibarînin maç dikim." 
 
Baydemîr, destnîşan kir ku gelê Botanê tu carî serî netewandiye. Baydemîr bal kişand ser yekîtiya netewî û got: "Eger em nebin yek, wê êdî zarokên me neyên qetilkirin. Eger em yek bûnan wê êrîşa Efrînê pêk nehatana. Kesên dibêjin ummet, li Efrînê sivîlan dikujin, li Sûrê zarokên vî gelî qetilkirin. Eger em yekîtiya xwe çê bikin, wê ev tişt pêk neyên." 
 
'NE BIRATÎ, QELEŞÎ YE'
 
Baydemîr bal kişand ser êrîşên li ser Efrînê jî û got: "Gelê Efrînê çi bi we kir? Gelê Qamişloyê çi bi we kir? Kerkûkê çi bi we kir? Sedema dijminatiya we ya kurdan çi ye? Ji ber ku kurd hezar sal in destê biratiyê dirêjî we dikin hûn dijminatiyê dikin? Eger kurd û tirk li Çanakkaleyê mil dabin hevdu û li Çanakkaleyê têkoşiya bin, ma bombebarankirina zarokên gelê kurd li hemberî vê bîranînê ne îxanet e? Ya ku hûn li vî gelî ferz dikin ne biratî ye, qeleşî ye. Navê vê yekê Îxaneta li hemberî ruhê Çanakkaleyê ye, îxanet e li biratiya gelan. Newroz rawestandina îxanet e." 
 
Paşê peymên Ferhat Encu û Faysal Sariyildiz ên parlementeriya wan hatin betalkirin hatin xwendin. Piştî dayikên aştiyê agir pêxistin, bi hezaran gel govend gerand. 

Sernavên din

23/03/2018
12:10 18 sal ceza li wekîlê HDP'ê Lezgin Botan birîn
12:01 Efrîniyên li Şehbayê bicih bûne: Teqez em ê vegerin
11:49 Temellî: Gel di Newrozê de peyama 'Ji Efrînê derkevin' da
11:48 7 xwendekarên ku binçavkirin şermezar kirin, hatin berdan
11:41 Macron: Em ê tu carî piştgiriyê nedin dagirkirina Efrînê
11:34 Li Bazîdê kesek hat girtin
11:17 Li Efrînê talana OSO
10:51 Roja Newrozê dilopek niqûtî nav weşangeriya kurdî
10:37 Jinên atolyeyên Jineolojiyê civiyan
10:36 ‘Nûjiyan nehişt rastî bê kuştin’
10:16 Dozger hewl dide têkiliya mirî bi rêxistinê re çêke
09:50 Tevgera kujerên jinan a ji rêzê, bêhestiyariya li dijî jiyana jinê nişan dide'
09:35 Dolar rekora dîrokî şikand
09:05 ‘Navendên Paşveşandinê îşkencexane ne’
09:05 'Eger hûn milyonekê ji me bikujin, em dimînin 39 milyon!’
09:05 Venêrîna RTUK’ê û firotina Dogan Medyayê: Beriya hilbijartinê paqijkirin qadê ye
09:04 Karkerên demsalî ji bo rojê 50 lîreyî qezenc bikin ketin rê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2018'AN
22/03/2018
20:02 Endama MYK’ê ya HDP’ê Agaoglû hat girtin
19:57 Nûçegihana me Esra Solîn Dal hat berdan
17:23 Li Girtîgeha Bayburtê jinên Newrozê pîroz kirin hatin derbkirin
17:01 Gelek kesên li Newroza Amedê binçav kirin hatin berdan
16:46 Kerestecîoglu: We kijan aramî bir Efrinê?
16:45 Li Bedlîsê teqîn: Leşkerek mir û leşkerek birîndar bû
16:31 Parêzeran derbarê polîsên ew derp kirin de xwestin lêpirsîn vebe
16:12 Agaoglu ya HDP’î û Ustek ê astengdarê aqil derxistin edliyê
16:04 Şala xemrî ya xwendekar kirin hinceta ‘propagandayê’
16:01 PSAKD'ê ‘Nobeta Edaletê' da destpêkirin
16:00 Xwendekarên binçavkirin şermezar kirin jî hat binçavkirin
15:26 Li Geverê polîsan mûdaxileyê gundiyan kir
15:00 Buluttekîn: Gelê Amedê di Newrozê de peyamên zelal da
14:35 Li Heskîfê polîsan mudaxeleyî çalakiya esnafan kir
13:34 HDP’ê bûyera madeya hişbirinê ya li Cizîrê bir Meclîsê
13:33 Doza rêveberên DÎHA’yê hat dîtin
13:16 Banga ‘Roja Piştevaniya bi Efrînê re ya Cîhanê’ hat kirin
13:15 8 mehin roviyên wê derve dene, li benda dora emeliyatê ye
12:45 Parêzarên Ocalan cara 740’emîn serî li dozgeriyê dan
12:21 Newroz ji bo desthilatdarî û medyaya wê bû hûsran
11:21 Stenbolî: Em li dijî tecrîd, OHAL û şerê li ser Efrînê tev li Newrozê bûn
11:19 Balafirên şer gundên Hewlerê bombe kir: 4 sivîl kuştin
10:41 Li Tetwan û Motkiyê qedexeya derketina derve îlan kirin
10:40 Cizîriyan: Ocalan vîna gelê kurd e, nayê tecrîtkirin
09:46 Pira Gelan: Dê koçberiya ji Tirkiye ber bi Ewropayê ve zêde bibe
09:45 Pêşnûmeya ku RTUK Înternetê kontrol bike hat qebûlkirin
09:02 Li Lefkoşa nijatperestan êrîşî 3 xwendekaran kirin
09:01 Amediyên ji bo Efrînê daketin qada Newrozê: Nikarin dilê me bêdeng bikin
09:00 Henan Osman: Efrîn hatiye dagirkirin, lê wê berxwedan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2018'AN
21/03/2018
23:11 Malbatên kesên piştî Newrozê hatin binçavkirin li ber emniyetê ne
20:56 Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê: Newroz gihşat armanca xwe
20:18 Li gel hemû astengiyan jî îzmîriyan qada Newrozê xemiland
19:40 Li Esenyûrtê êrîşeke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:15 Coş û tevlêbûna Newroza Stenbolê bû dîrok
18:29 Li Afganistanê 29 kes û li Şamê 35 kes hatin kuştin
18:13 Faşîzm dê winda bike, gel dê qezenc bike
17:19 Polisan piştî Newroza Amedê 50 kes binçav kirin
17:00 Newroza Cizîrê: Dagirkeriya Efrînê îxaneta li dijî ruhê Çanakkaleyê ye
16:58 Sedhezaran Stenbolî: Em hemû Kawa ne, roja berxwedanê ye
16:46 Piştî Newroza Edeneyê mûdaxile: Gelek kes binçavkirin
16:02 Ocalan û Efrînê mohra xwe li Newroza Geverê da
15:48 Li Bakurê Sûriyê Newroz: Em ê li Efrînê qezenc bikin
15:17 ‘Bi înad dê îro Kemal li qadên Newrozê be’
15:16 Dîroka Berxwedanê ya Nisêbînê Efrînê ronî dike
14:55 Gelê Botanê li qadê bi cih nebû: Ew Dehaq bin, em jî Kawa nin
14:43 Li Egeyê coşa Newrozê
14:41 Sedhezaran li Stenbolê posterê Ocalan rakir: We peyam girt!
14:24 Li Wanê tilî ji bo azdiyê rabûn
14:05 Newroza Çukurova baxçeyê gelan e
14:02 Buldan: Yekane rêya çareseriyê vekirina deriyê Îmraliyê ye
13:35 Agirê Newrozê Serhed gerim kir: Em ê qezenc bikin
13:12 Efrînê peyam ji Newroza Amedê re şand: Divê Amed rola xwe bilîze
12:54 Bi deh hezaran Êlihî kombûn: Kurd difirin!
12:28 Stenbolî bi dirûşmeya 'Efrîn' û 'Ocalan' diherikin Newroza Bakirkoyê
12:06 Zarokên Îbrahîm dê bi Newrozê bersivê bidin Nemrudan
11:48 Qada Newroza Amedê tije bû
11:41 Cizîra Botanê bi Agirê Newrozê Efrîn silav kirin
11:14 Ji 7 salî heta 70 salî Geverî li Qada Newrozê ne
11:08 Çapemeniya Alman: Erdogan, Esad û Putin 'Îtifaqa tirsê’ avakirin
11:01 Gelê Nisêbîn û Wanê diherikin qada Newrozê
10:35 Li Amedê bi sedhezaran diherikin Newrozê
10:33 Bi agirê Newrozê Efrîn nivîsandin
10:26 Gelê Rojhilat ji şevê din ve agirê Newrozê pêxist
10:05 Endamê HDP'ê Yurek hat binçavkirin
09:07 Gelê Başûr di pîrozbahiya Newrozê de Efrîn silav kirin
08:56 Polîsan rojnameger Esra Solîn Dal binçav kirin
08:36 Li ber PE’yê çalakiya Efrînê
07:46 Agirê Newroza Ewropa ji bo Efrinê geş bû
07:09 DYA: Ev pêkenok e me li hev nekiriye
07:08 'Dersa herî mezin ya ji Efrînê bê derxistin Yekîtiya Netewî ya Kurd e'
07:07 Manşetên 'reviyan' û mikurhatin
07:05 Qudreta 3 darikên niftikê yên Mazlûm Dogan
07:01 ROJEVA 21'Ê ADARA 2018'AN
20/03/2018
21:12 TSK'ê gundên Kobaniyê gulebaran kir
17:30 Beştaş: Dibe ku Tirkiye ji ber sûcê şer li Lahey bê darizandin
16:59 Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê ya li ber NY di roja duyan deye
16:51 HDP: 365 roj di ser kuştina Kurkut re derbas bû çima doz bi encam nebû?
16:49 NY’ê xwest ku gel bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê
15:56 Qûrnefîl danîn cîhê ku Kurkut lê hat kuştin
15:25 CPT piştî 2 salan rapora Îmraliyê aşkere kir: Divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:13 Herêma Serhedê sibe dê bi agirê Newrozê gerim bibe