Sedhezaran Stenbolî: Em hemû Kawa ne, roja berxwedanê ye

img

STENBOL – Bi sed hezaran gelên Stenbolê li qada Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Gelê Stenbolê li qada Newrozê bang kirin û gotin "Em hemû Kawa ne. Roj roja berxwedanê ye." Parlamentera Şirnexe Leyla Bîrlîk jî diyar kir ku wê slavên Mehmet Tuncan, Dayika Taybet û Cemîleyan ji gelê Stenbolê re anîye. 

Bi sed hezaran gelê Stenbolê ji çar aliyên Stenbolê herikîn qada Newrozê û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Bi sed hezaran gelê ku li qada Bazara Gel a Bakirkoyê kom bûn, bê navber dirûşmeyên "Biji Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" û "Newroz pîroz be" berz kirin.  Agirê Newrozê bi dirûşmeya “Em hemû Kawayên Şoreşger in" “Bijî berxwedana Efrinê” pexistin.  Piştî pexistina Agirê Newrozê û Rêzgirtinê hunermend Gulseven Medar derket ser dikê û stran gotin. Gelek hevserok u nûnerên partiyen siyasî û rêxistinên demokratîk tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Dema agirê Newrozê hat pêxistin di ekrana mezin de wêneyê pêşengên şoreşê hatin nîşandan. Dîsa sînevîzyona ku jiyana kesên di şerê Rojava de jiyana xwe ji dest dane hatin pêşandan. 
Li ser navê hemû rêxistin û partiyan daxuyaniyek hevpar hat xwendin. 
 
Seroka EMEP'ê yê Stenbolê Sema Barbaros bi tirkî û Mehmet Alî Sosyal jî bi kurdî daxuyaniya hevpar xwend û wiha gotin: “Newroz serhildan û berxwedan e. Piştevaniya gelan e. Newroz banga gelan e wekheviyê ye. Em cîhanek ku balafirên F16  bombe nakin û zarok nayên kuştin dixwazin. Em dibêjin êdi bes e. 
 
BÎRLÎK: MIN SILAVÊN MEHMET TUNÇ, DAYIKA TAYBET Û CEMÎLE ANÎN
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik jî dema derket ser dikê bi sed hezaran bê navber dirduşmeyên “Bijî berxwedana Botanê” berz kirin. Bîrlik, gelê Stenbolê slav kir û wiha got: “Min slavên gelê Botanê, Mehmet Tunç Dayika Taybet û Cemile anîn. Tu hêz nikare li hemberî berxwedana gel raweste. Li ser welate me ewrê rex digere. Dehaqên îro xwîna keç û xortên me li Efrînê dirişînin. Gelê Efrînê bi ruhê Kawa û Mazlum Dogan têdikoşin. Em bidêjin biratî û aştî qebûl nakin û bi tang û topan bi ser me de tên. Em jî dê wekî Kawayê Hesinkar li ber xwe bidin. Gelê kurd di dîrokê de her dem li ber xwe da û tu carî serî netewand. Dê her dem li ber we bide. Wekî Rêberê Gelê kurd Birêz  Abdullah Ocalan jî gotiye 'An em dê jiyanek azad bijîn an jî em dê têkoşîna xwe berdewam bikin' Em Newroza Birêz Ocalan piroz dikin. Roj roja berxwedan û serhildanê ye. Roj roj yekîtiyê ye." Axaftina Bîrlîk bi dirûşmeyên “Şehit namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. 
 
Piştre Komên Vardiya derket ser dikê û stran gotin. 
 
Piştî komê peyamên girtiyên siyasî hatin xwendin. 
 
KOÇYÎGÎT: PIŞTÎ PEYAMA OCALAN AŞTÎ, PIŞTÎ KOALÎSYONA AKP-MHP'Ê ŞER PÊŞ KET 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyigit jî derket pêşberî sed hezaran û bal kişand ser politîkayên koalîsyona AKP-MHP'ê. Koçyîgît wiha got: "Hûn hemû ji bo tekşîna ked, demokrasî, azadi û aştiyê hatin vir. Newroza we tevan pîroz be. Em di demek wisa de derbas dibin ku  talankirin, wêrankirin welatê me dişewitîne. Ji ber ku naxwazin dest ji wê koltixê berdin. Dixwazin pergala zilmê berdewam bikin. Sûriye, Libya û Rojhilata Navîn kirin gola xwînê. Lê çave wan têr nebû bêtir xwînê dixwazin. Yên îro zilmê û şer dixwazin, gelan û baweriyan tînin hemberî hev. Wan bi hev didin şikandin. Ji ber vê yekê bêtir berê xwe didin tundiyê û zilmê. Lê baş dizanin ku ev zilm û tundî dê dawiya wan jî bîne. Dema Şerê Sûriye dest pê kir, yên li dijî şer û desthilatdariyê derketin li efrînê kom bûn. Gelê Efrîne heta îro kevirek jî neavêtin Tirkiye. Tu zera wan negihiştin kesî. Lê AKP û MHP destê xwe dan hev û Efrîn ji bo xwe tehdît nîşan dan. Bi rastî tu gef tune bû. Tu pirsgirêka Tirkiye tune. Pirsgirêka pêşeroja MHP û AKP'ê heye. Ji ber vê yekê pêdiviya wan bi zilmê heye. Lê îro bi milyonan kawayên li vir kom bûne nabînin. Bi milyonan kesên li qadan kom bûn gotnin "Yên Efrîn dagir kirine îro dibêjni 'Em çûne wan xelas bikin. Em ne dagirker in'. Ger ku bi rastî wisa bûya dê bi sed hezaran Efrîniyan ew pêşwazî kiribûna. Lê yekî jî ew pêşwazî nikirin. Hêzên dagirker yên çûn wir li talanên gel xistin û hilweşandin."
 
PIŞTÎ PEYAMA OCALAN MIROVEK JÎ NEHAT KUŞTIN
 
Koçyigît, ani ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 2013'an de li Qada Newrozê ya Amedê peyama çareseriyê da û bi milyonan kurd ew erê kir û wiha got: Duh piştgirî dan KDP'ê îro KDP kirin teror. Lê pirsgirêk ne KDP, HDP, PYP û partiyên din in. Pirsgirêk zilm û zordariya wan e. Pirsgirêk serdestî û dagirkerî ye. Li Qada Newrozê ya Amedê peyama Birêz Ocalan hat xwendin. Birêz Ocalan li Qada Amedê di peyamê de banga milyonan kir. Got em derbasî pêvajoya çareseriya demokratîk dibin. Koalisyona AKP MHP'ê ev pêvajo xera kirin. Piştî 2 sal şûnde dîsa pêvajo xera kirin û dîsa cenaze hatin. 2 salin cenaze tên. Çima Ji ber ku hin kesên doza koltixê dikin dîsa şer dixwazin. Ji ber ku zilmê dixwazin. Em dibêjin ev ne tenê pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêka hemû gelan e. Pirsgirêk bi şer û zilmê çareser nabe. Pirsgirêk bi modela aşti û demoratîk çareser dibe. 
 

Sernavên din

23/03/2018
12:10 18 sal ceza li wekîlê HDP'ê Lezgin Botan birîn
12:01 Efrîniyên li Şehbayê bicih bûne: Teqez em ê vegerin
11:49 Temellî: Gel di Newrozê de peyama 'Ji Efrînê derkevin' da
11:48 7 xwendekarên ku binçavkirin şermezar kirin, hatin berdan
11:41 Macron: Em ê tu carî piştgiriyê nedin dagirkirina Efrînê
11:34 Li Bazîdê kesek hat girtin
11:17 Li Efrînê talana OSO
10:51 Roja Newrozê dilopek niqûtî nav weşangeriya kurdî
10:37 Jinên atolyeyên Jineolojiyê civiyan
10:36 ‘Nûjiyan nehişt rastî bê kuştin’
10:16 Dozger hewl dide têkiliya mirî bi rêxistinê re çêke
09:50 Tevgera kujerên jinan a ji rêzê, bêhestiyariya li dijî jiyana jinê nişan dide'
09:35 Dolar rekora dîrokî şikand
09:05 ‘Navendên Paşveşandinê îşkencexane ne’
09:05 'Eger hûn milyonekê ji me bikujin, em dimînin 39 milyon!’
09:05 Venêrîna RTUK’ê û firotina Dogan Medyayê: Beriya hilbijartinê paqijkirin qadê ye
09:04 Karkerên demsalî ji bo rojê 50 lîreyî qezenc bikin ketin rê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2018'AN
22/03/2018
20:02 Endama MYK’ê ya HDP’ê Agaoglû hat girtin
19:57 Nûçegihana me Esra Solîn Dal hat berdan
17:23 Li Girtîgeha Bayburtê jinên Newrozê pîroz kirin hatin derbkirin
17:01 Gelek kesên li Newroza Amedê binçav kirin hatin berdan
16:46 Kerestecîoglu: We kijan aramî bir Efrinê?
16:45 Li Bedlîsê teqîn: Leşkerek mir û leşkerek birîndar bû
16:31 Parêzeran derbarê polîsên ew derp kirin de xwestin lêpirsîn vebe
16:12 Agaoglu ya HDP’î û Ustek ê astengdarê aqil derxistin edliyê
16:04 Şala xemrî ya xwendekar kirin hinceta ‘propagandayê’
16:01 PSAKD'ê ‘Nobeta Edaletê' da destpêkirin
16:00 Xwendekarên binçavkirin şermezar kirin jî hat binçavkirin
15:26 Li Geverê polîsan mûdaxileyê gundiyan kir
15:00 Buluttekîn: Gelê Amedê di Newrozê de peyamên zelal da
14:35 Li Heskîfê polîsan mudaxeleyî çalakiya esnafan kir
13:34 HDP’ê bûyera madeya hişbirinê ya li Cizîrê bir Meclîsê
13:33 Doza rêveberên DÎHA’yê hat dîtin
13:16 Banga ‘Roja Piştevaniya bi Efrînê re ya Cîhanê’ hat kirin
13:15 8 mehin roviyên wê derve dene, li benda dora emeliyatê ye
12:45 Parêzarên Ocalan cara 740’emîn serî li dozgeriyê dan
12:21 Newroz ji bo desthilatdarî û medyaya wê bû hûsran
11:21 Stenbolî: Em li dijî tecrîd, OHAL û şerê li ser Efrînê tev li Newrozê bûn
11:19 Balafirên şer gundên Hewlerê bombe kir: 4 sivîl kuştin
10:41 Li Tetwan û Motkiyê qedexeya derketina derve îlan kirin
10:40 Cizîriyan: Ocalan vîna gelê kurd e, nayê tecrîtkirin
09:46 Pira Gelan: Dê koçberiya ji Tirkiye ber bi Ewropayê ve zêde bibe
09:45 Pêşnûmeya ku RTUK Înternetê kontrol bike hat qebûlkirin
09:02 Li Lefkoşa nijatperestan êrîşî 3 xwendekaran kirin
09:01 Amediyên ji bo Efrînê daketin qada Newrozê: Nikarin dilê me bêdeng bikin
09:00 Henan Osman: Efrîn hatiye dagirkirin, lê wê berxwedan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2018'AN
21/03/2018
23:11 Malbatên kesên piştî Newrozê hatin binçavkirin li ber emniyetê ne
20:56 Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê: Newroz gihşat armanca xwe
20:18 Li gel hemû astengiyan jî îzmîriyan qada Newrozê xemiland
19:40 Li Esenyûrtê êrîşeke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:15 Coş û tevlêbûna Newroza Stenbolê bû dîrok
18:29 Li Afganistanê 29 kes û li Şamê 35 kes hatin kuştin
18:13 Faşîzm dê winda bike, gel dê qezenc bike
17:19 Polisan piştî Newroza Amedê 50 kes binçav kirin
17:00 Newroza Cizîrê: Dagirkeriya Efrînê îxaneta li dijî ruhê Çanakkaleyê ye
16:58 Sedhezaran Stenbolî: Em hemû Kawa ne, roja berxwedanê ye
16:46 Piştî Newroza Edeneyê mûdaxile: Gelek kes binçavkirin
16:02 Ocalan û Efrînê mohra xwe li Newroza Geverê da
15:48 Li Bakurê Sûriyê Newroz: Em ê li Efrînê qezenc bikin
15:17 ‘Bi înad dê îro Kemal li qadên Newrozê be’
15:16 Dîroka Berxwedanê ya Nisêbînê Efrînê ronî dike
14:55 Gelê Botanê li qadê bi cih nebû: Ew Dehaq bin, em jî Kawa nin
14:43 Li Egeyê coşa Newrozê
14:41 Sedhezaran li Stenbolê posterê Ocalan rakir: We peyam girt!
14:24 Li Wanê tilî ji bo azdiyê rabûn
14:05 Newroza Çukurova baxçeyê gelan e
14:02 Buldan: Yekane rêya çareseriyê vekirina deriyê Îmraliyê ye
13:35 Agirê Newrozê Serhed gerim kir: Em ê qezenc bikin
13:12 Efrînê peyam ji Newroza Amedê re şand: Divê Amed rola xwe bilîze
12:54 Bi deh hezaran Êlihî kombûn: Kurd difirin!
12:28 Stenbolî bi dirûşmeya 'Efrîn' û 'Ocalan' diherikin Newroza Bakirkoyê
12:06 Zarokên Îbrahîm dê bi Newrozê bersivê bidin Nemrudan
11:48 Qada Newroza Amedê tije bû
11:41 Cizîra Botanê bi Agirê Newrozê Efrîn silav kirin
11:14 Ji 7 salî heta 70 salî Geverî li Qada Newrozê ne
11:08 Çapemeniya Alman: Erdogan, Esad û Putin 'Îtifaqa tirsê’ avakirin
11:01 Gelê Nisêbîn û Wanê diherikin qada Newrozê
10:35 Li Amedê bi sedhezaran diherikin Newrozê
10:33 Bi agirê Newrozê Efrîn nivîsandin
10:26 Gelê Rojhilat ji şevê din ve agirê Newrozê pêxist
10:05 Endamê HDP'ê Yurek hat binçavkirin
09:07 Gelê Başûr di pîrozbahiya Newrozê de Efrîn silav kirin
08:56 Polîsan rojnameger Esra Solîn Dal binçav kirin
08:36 Li ber PE’yê çalakiya Efrînê
07:46 Agirê Newroza Ewropa ji bo Efrinê geş bû
07:09 DYA: Ev pêkenok e me li hev nekiriye
07:08 'Dersa herî mezin ya ji Efrînê bê derxistin Yekîtiya Netewî ya Kurd e'
07:07 Manşetên 'reviyan' û mikurhatin
07:05 Qudreta 3 darikên niftikê yên Mazlûm Dogan
07:01 ROJEVA 21'Ê ADARA 2018'AN
20/03/2018
21:12 TSK'ê gundên Kobaniyê gulebaran kir
17:30 Beştaş: Dibe ku Tirkiye ji ber sûcê şer li Lahey bê darizandin
16:59 Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê ya li ber NY di roja duyan deye
16:51 HDP: 365 roj di ser kuştina Kurkut re derbas bû çima doz bi encam nebû?
16:49 NY’ê xwest ku gel bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê
15:56 Qûrnefîl danîn cîhê ku Kurkut lê hat kuştin
15:25 CPT piştî 2 salan rapora Îmraliyê aşkere kir: Divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:13 Herêma Serhedê sibe dê bi agirê Newrozê gerim bibe