Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye

  • rojane
  • 12:54 22 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Bi ser komkujiya Licê ku piştî sûîkasta Tûggeneral Bahtiyar Aydin hate şewitandin û hilweşandin re 29 sal derbas bûn. Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ku bi bûyerê re tê eleqedarkirin 27 sal in di girtîgehê de tê ragirtin. 
 
Li navçeya Licê ya Amedê gelê Licê di 22’yê cotmeha 1993’yan de bi dengê çekan hişyar bû. Dîsa dema bi ser malan de helikopter digeriyan li gundê Derxust ê dikeve başûrê navçeyê dest bi avêtina topan hate kirin. Hate ragihandin ku Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan ê Amedê Bahtiyar Aydin, li Fermandariya Asayişê ya Licê bi sûîkastê hatiye kuştin. Di bûyerên piştî kuştina Aydin 3 rojan dewam kirin de, zaroka 1 salî Sûna Canturk, Dilbirîn Canturk a 3 salî, Huseyîn Canturk ê 11 salî, Emîne Kiraç a 8 salî û 1 jê leşker 16 kes hatin kuştin. Di bûyerê de 401 xanî û 242 kargeh hatin şewitandin. 
 
Dema Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel derbarê mirina Bahtiyar Aydin de got: “Me fermandarê xwe bi guleyeke qezayê winda kir”, Serokwezîr Tansû Çîller û Denîz Baykal ên xwestin bên Licê ji aliyê polîs û leşkeran ve nehiştin bikevin navçeyê. PKK ya ku dewletê weke faîla kuştina Bahtîyar Aydin nîşan da, piştî bûyerên li navçeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku tu eleqeya wan bi sûîkastê nîne. Di heman salê de endamê avaniya paramîlîter ku weke ‘Çeteya Geverê’ dihat zanîn, di îfadeya xwe de diyar kiribû ku Aydin ji aliyê îtîrafkarên ku li ser navê JÎTEM'ê dixebitin ve hatiye kuştin, lê Serfermandarê Giştî ku îdîayên JÎTEM'ê red kir, di kuştina Aydin de sûcdarkirina PKK'ê berdewam kir. 
 
Di dema ku komkujiya li Licê tevî bi dehan şahidan lêpirsîn nehat vekirin de yek ji şêniyên navçeyê Mehmet Emîn Ozkan ê di sala 1996'an de bi îdîaya “alîkariya ji bo rêxistinê” hat girtin, bi tespîtkirina têkiliya bi bûyera li Licê re di dema darizandinê de hewl hat dayîn ku bikin faîlê komkujiyê. Mehmet Emîn Ozkan ku beriya komkujiya Licê bi salekê ji ber şewitandina gundê Sîsê koçî Edene û piştre jî Mêrsînê kiribû, ji kuştina Tuggeneral Bahtiyar Aydin berpirs hate dîtin li gel ku du kesên ku di bin îşkenceyê de îfade dan piştre îfadeyên xwe paşve kişandin jî cezayê hefsê yê muebbeta girankirî lê hate birîn. Piştî ku biryara dadgeha herêmî dayî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate xerakirin doza Ozkan li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran berdewam dike. 
 
‘TÊKILIYA BAVÊ MIN BI BÛYERÊ RE NÎNE’ 
 
Keça Ozkan, Selma Ozkan a têkildarî salvegera komkujiyê axivî, destnîşan kir ku tu eleqeya bavê wê bi bûyerên Licê nîne, dinya alem vê yekê dizane û wiha got: “Tevî ku eleqeya wî bi bûyerê nîne jî bavê min 27 sal in di girtîgehê de ye. Tiştên di kesayeta bavê min de li min tên kirin zilm in. Dema bûyer qewimîn ne bavê min ne jî weke malbat em li wir nebûn. Me piştî Newroza 1992’yan koçî Mêrsînê kir.”
 
‘KESÊN LICE ŞEWITANDIN EW BI XWE NE’
 
Ozkan, da zanîn ku kesên Lice şewitandin û hilweşandin ew bi xwe ne û wiha berdewam kir: “Di encama bêbextiyan de bûyer avêtin ser bavê min. Dû re piştî ku van bêbextan îfadeyên xwe paş ve kişandin û îspat bû ku bavê min bûyer nekiriye jî bavê min hêj di girtîgehê de ye. Beriya 7 salan rêya darizandina jinûve vebû. Bavê min gelek caran anîn dadgehê lê belê ji ber ku bavê min nexweş bû û kerr bûbû nekarî tu têkiliyê bi dadgehê re deyne. Tevî van hemû nexweşiyan jî bavê min ne li nexweşxaneyê ne jî li dadgehê nikare pirsgirêkên xwe bi xwe vebêje.” 
 
‘BERPIRSYARTIYÊ DIXIN STUYÊ BAVÊ MIN’
 
Ozkan, diyar kir ku bavê wê hefteyê 3-4 caran diçe nexweşxaneyê û tevî mehkumî kursiya bi teker bûye jî nayê berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedemê neberdana bavê min, ji ber bûyerên licê wan bi xwe kirin û vê dixin stûyê bavê min. Heke bavê min were berdan wê dosyaya Licê bikeve. Ji bo ku dosya nekeve bavê min naberdin.”
 
‘ZAROKATIYA ME GIRTIN’
 
Îdris Ozbahçivan ê ku di dema bûyeran de hêJ 11 salî bû û xwendekarê Dibistana Navîn a Alti Eylulê ya Lîceyê bû jî şahidiniya xwe vegot. Bahçivan bi lêv kir ku dema ew li polê bûn li derdora dibistanê saet di 09.00’an de dengê çekan hat û pişt re xwendekar li qata jêrîn a dibistanê hatine bicihkirin û wiha got: “Pişt re dengê helîkopter, top û çekan zêde bû. Gule bi dibistana me jî ketin. Dû re, em bi yek ji malbatên xwendekaran ku hat zarokên xwe girtin re ji dibistanê derketin”
 
‘MALÊN MIROVAN DIŞEWITANDIN’
 
Ozbahçivan, anî ziman ku bûyer heta sibeha roja din dewam kir û li gund teqîn rû dan û got: “Çek heta danê sibehê nesekinîn. Mirov hatin kuştin. 20-23 kes hatin kuştin. Li taxan malên gel dişewitandin. Ew roj bûn ku zarokatiya me ji bo me qediya bû. Di nava wî şerî de ji sedî 90’î zarokên wê serdemê neçar man koçî metropolan bikin. Weke zarokan em neçar man li wan bajarên em çûnê bixebitin. Em hemû mezin bûn. Zarokatiya me ji me girtin.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/10/2022
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin