Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin

  • rojane
  • 09:02 22 Cotmeh 2022
  • |
STENBOL - Îhsan Derîcî, birayê Cîger Malazgîrt ê di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da, bertek nîşanî bêdengiya cîhanê da û got: "Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin." 
 
Di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk de ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin de, 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyen Jinên Azad ên Starê (YJA-Star) jiyana xwe ji dest dabûn. Ji HPG'iyên jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Cîger Malazgîrt (Alîcan Derîcî) yê ji Mûşê bû. Cîger di 28'ê tebaxê de li Zapê jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku cenazeyê Cîger li Zapê ye. 
 
LI DIJÎ DAÎŞ'Ê ŞER KIR
 
Îhsan Derîcî, birayê Cîger Malazgîrt diyar kir ku birayê wî di sala 2011'an de di nava xebatên ciwanan ên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de cih girtiye û piştî 9 mehan tevî 2 kesan hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Kandirayê. Derîcî bilêv kir ku birayê wî piştî 3 mehan ji girtîgehê derketiye û gava derketiye 10-15 rojan li cem wan maye û birayê wî şevekê nehatiye malê û ew jî lê geriyane lê hew xeber jê girtine. Derîcî wiha domand: "Carekê me xeberek jê girt ku çûye Kobanê. Me bihîst ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kiriye û di du caran birîndar bûye. Dûre heta şehîd ket jî me xeber jê negirt." 
 
‘TÊKOŞER BÛ'
 
Derîcî anî ziman ku birayê wî tim li ber neheqiyê rabûye û wiha got: “Ew mirovekî têkoşer bû. Dixwest tim li pêş be û tiştekî bike. Ew kesekî bibiryar bû. Heger tiştekî nîqaş bikira an jî bikira gava mezinan digot 'neke' wî ya rast kîjan bûna ew dikir. Hevalekî wisa têkoşer bû. Malbatê û derdora wî, pir hez jê dikirin."
 
‘SERÎ NEDITEWAND'
 
Derîcî anî ziman ku dêya wî bi awayekî pir cuda hez ji birayê wî dikir û got ku ji 8 xwişk û birayan ew ê navîn bûye. Derîcî destnîşan kir ku birayê wî tu carî serî neditewand. 
 
BERTEK
 
Derîcî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: “Em li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ne. Em vê yekê şermezar dikin, lanet dikin." Derîcî destnîşan kir ku divê çekên kîmyayî li tu devera cîhanê neyên bikaranîn û got ku ev yek sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Derîcî kîmyabarana li Helebçeyê bibîr xist û got: "Em ji Helebçeyê dizanin ku bê kîmyasal tiştekî çi qasî xirab e."
 
Derîcî ku xwest bi taybetî kurd vê bikaranîna çekên kîmyewî bibînin û got divê cîhan li dijî vê yekê bertek nîşan bide û bi tundî şermezar bike.
 
‘MALBATA BARZAÎ XIYANETÊ DIKE'
 
Derîcî bertek nîşanî xiyaneta malbata Barzanî da û got: “Malbata Barzanî îxanetê li nijada xwe dike. Em qebûl nakin ku ji bo berjewendiyan tiştekî wiha li rêxistin an jî kesên ji nijada xwe bike. Û bi ya me ev tiştek îpir xirab e, tiştek pir qirêj e."
 
‘KURD DÊ HESAB BIPIRSIN'
 
Derîcî destnîşan kir ku dê hesabê êrişên kîmyewî bê pirsîn û wiha got: “Seddam çawa berdêla vê yekê da û hat cezakirin, ez hêvîdar im yên ku ev yek kirine jî dê hesab bidin. Dê bi giranî bedêla vî şerê qirêj û şerê hevkariyê bê bidin. Ez di wê baweriyê de me ku rojekê dê kurdên li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê hesabê vê bipirsin. Û dê ew bi giranî bedêla vê bidin."
 
NEÇÛ ESKERIYÊ
 
Dayik Kameriye Derîcî jî da zanîn ku gava kurê wê ji girtîgehê derketiye heya 15 rojan destûr hatiye dayîn ji bo çûna eskeriyê û got kurê wê jê re gotiye "Di girtîgehê de zilm û heqaret li min kirin." Dayik Derîcî bilêv kir ku kurê wê neçûye eskeriyê û wiha got: "Di girtîgehê de zilm lê kirin, ew jî rabû çû. Çima kurd tên kuştin? Ji ber doz azimanê xwe dikin zilm li wan tê kirin. Dibêjin 'Çima tu kurd î?'"
 
‘BILA CIWANÊN ME NEŞEWITÎNIN'
 
Dayik Derîcî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: "Dibêjin 'em misilman in.' Lê çima çekên kîmyewî bi kar tînin? Bila kîmysala nebarînin ser zarokên me û ciwanên me neşewitînin." 
 

Sernavên din

25/10/2022
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin