18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn

  • rojane
  • 12:35 21 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku bi mûafkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji “mafê hêviyê” Tirkiye nîşan dide ku ew biryarên DMME’yê nas nake û destnîşan kir ku li dijî tecrîdê pêwîstî bi têkoşîna civakî heye.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin, ji axaftina telefonê ya hatiye birîn a 25'ê Adara 2021’an û vir ve agahî jê nayên girtin. Derbarê biryara binpêkirina mafan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de têkildarî cezayê hefsê yê muebbeta girankirî de derbarê Ocalan de dabû jî tu gav nayên avêtin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê û rêxistinên hiqûqê têkildarî pêkanîna biryara binpêkirina maf a DMME’yê dayî serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku pêvajo dişopand da. 
 
Tirkiyeyê têkildarî serlêdanên rêxistinên maf û hiqûqê di 14 cotmehê de “Planeke Çalakiyê” ya nû pêşkeşî Komîteyê kir. Lê careke din diyar kir ku Ocalan ji “mafê hêviyê” hatiye muafkirin, ev jî tê wateya ji “derfeta serbestberdana girtiyekî ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn an jî cezayê muebbetê yê girankirî jê re hatiye dayîn” muaf hatiye girtin û hin sûc jî “îstîsna” ne. Yek ji parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, têkildarî agahî negirtina ji muwekîlê wan Ocalan û têkildarî “Plana Çalakiyê” ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dayîn nirxandin kirin. 
 
‘TIRKIYE BIRYARÊN DMME’YÊ NAS NAKE’ 
 
Ozturk, bibîr xist ku Tirkiyeyê di sala 2015’an de jî "Plana Çalakiyê" pêşkêş kiriye û anî ziman ku plana dawî 'plana neçareseriyê' ye û ji planên berê yên di warê neçareseriyê de paşvemayîtir e. Ozturk da xuyakirin ku Tirkiyeyê di sala 2015’an de bersivek daye ku ew ê ‘tedbîran bigire’ û got: “Di plana xwe ya heyî de daxuyaniyeke gelekî zelal dide ku wê di hiqûqa xwe ya navxweyî de sererastkirinan neke. Tirkiye bi rengekî vekirî dibêje, ‘Biryarên DMME’yê esas in, lê em van biryaran bi cih naînin.’ Yanî eger îro kesekî cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn, ji bo berdana bi şert an jî kêmkirina ceza serlêdanê bike, dadgeh wê bêje 'berdana we nepêkan e, ji ber ku hukmê qanûnî nîne'. Ev tê wê wateyê ku Tirkiye bi rastî jî biryara DMME'yê nas nake û di pêvajoya şopandinê de sozên ku Komîteyê dane wê bi cih neîne.”
 
PLANA ÇALAKIYÊ YA ‘BÊPLAN’
 
Ozturk, derbarê bêparhiştina Ocalan a ji "mafê hêviyê" de jî wiha got: “Di hiqûqa Tirkiyeyê de bi Ocalan re guhertinên 'awarte' yên cidî hatine kirin.” Ozturk, bi lêv kir ku her sererastkirina qanûnî berçavgirtina “îstîsnayan” tê çêkirin û wiha berdewam kir: “Weke îstîsna hatiye diyarkirin lê îtîraza DMME’yê jî têkildarî vê rewşa ‘îstîsnayê’ ye ji xwe. Girtiyê edlî ku cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn dikare bi şertê kontrola edlî bê berdan an jî cezayê lê hatiye birîn bê kêmkirin. Lê girtiyê siyasî nikare ji vê sûd bigire. DMME, diyar dike ku ev yek nabe. Sererastkirinên xwe yên qanûnî dibêje lê têkildarî ku dê ji bo vê çibike, çi bergiriyan bigire tu teahudan nadeyne holê.”
 
‘HIQÛQA LI GORÎ KESAN’
 
Ozturk, bal kişand ku piştî girtina Ocalan li Tirkiyeyê di qada hiqûqê de gelek sererastkirinên qanûnî hatin kirin û anî ziman ku piştî Ocalan derbasî ‘pergala hiqûqê ya li gorî kesan bûn’. Ozturk, axaftina xwe wiha domand: “Qanûnên di sala 2005’an de derketin weke ‘Qanûnên Ocalan’ hatin binavkirin. Bi gotineke din, hemû hiqûqa Tirkiyeyê li ser bingeha redkirina Birêz Ocalan a sûdê ji van mafan bigire hatiye avakirin.” Ozturk, da xuyakirin ku heta niha derbarê hejmara girtiyên ku cezayê muebbetê yê girankirî li wan hatiye birîn de agahî negirtine û ev helwesta Tirkiyeyê ne tenê li ser Ocalan bandorê li zêdeyî bi hezaran girtiyên ku cezayê hefsê yê muebbeta girankirî girtine jî dike.
 
 ‘DIVÊ MUEYÎDE LI TIRKIYEYÊ WERE FERZKIRIN’
 
Ozturk, îhtîmala ku komîte di biryarên derbarê Ocalan de helwesteke cidî û bi bandor nîşan nede, bi awayekî rasterast têkildar e ku pirsgirêka Kurd bêçareserî bihêle û got: “Ev rewş ji bo DMME’yê jî derbas dibe. Dosyayeke me ya tecrîdê ya aydê sala 2011’an li DMME’yê heye. Tevî ku 11 sal derbas bûn jî hêj vê dosyayê tu encam negirtin. Yanî bêdengiyeke û bêbandoriyeke cidî li hemû organên Desteya Wezîran heye.” 
 
Ozturk, qala serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya li Îmraliyê kir û da zanîn ku ji ber bertek zêde bûn serdan hate kirin. Ozturk, destnîşan kir ku divê rapora CPT’iyê bê weşandin û anî ziman ku tecrîd her ku diçe girantir dibe. Ozturk da xuyakirin ku divê Komîte hemû rewşan li ber çavan bigire û ev tişt got: “Tirkiye di rewşeke wisa de ye ku van rewşên binpêkirinê roj bi roj zêde dike. Ji ber vê yekê niha rewşeke ku li hemberî Tirkiyeyê û cezayan tedbîran bigire heye. Di vê rewşê de Tirkiye dikare paşve gavê bavêje û hiqûqê bi xebitîne.” 
 
TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ Û CIVAKΠ
 
Ozturk, da zanîn ku ji bo Komîte pêvajoyê bileztir bike wê bikevin nava hewldanan û wiha bi lêv kir: “Ji bilî têkoşîna hiqûqî ya li dijî tecrîdê divê têkoşîneke civakî bê meşandin. Têkoşîna hiqûqî ya em dimeşînin têre nake. Têkoşîna me ya takekesî bi tena serê xwe têra nake. Ji ber vê yekê, em difikirin ku ragihandina sazî û rêxistinên sivîl vê rewşa eşkere ya binpêkirinê, gelekî girîng û bi bandor e.”
 
TÊKILIYA DI NAVA TECRÎD Û ÊRIŞAN DE  
 
Ozturk, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan hatiye ferzkirin û êrîşên li Herêma Kurdistana Federe pêk tên jî xwedî heman armancê ne û wiha axivî: “Em dibînin ku kurd bi êrîşên kîmyewî re di bin gefa qirkirinekê de ne. Ev gefa qirkirinê hem bi rengê xwe yê fîzîkî hem jî bi rengê xwe yê çandî dewam dike. Êrîşa kîmyewî armanc dike ku bi maneyeke fîzîkî xwe bigihîne encama qirkirinê. Ev di heman demê de peyameke ku ji civakê re tê dayîn e. Êrîşên wan ên li dijî kurdan bi bikaranîna çekên kîmyewî li wir nîşan didin ku çiqasî dikarin biçin. Her wiha armanc dike ku ji bo civaka kurd a ku jiyana azad armanc dike paşve vegerîne, berxwedana heyî çavtirsandî bike. Hay ji vê heye, pêwîste li dijî vê sîstemê têkoşîneke mezintir, kûrtir bê meşandin. Me qala organên Konseyê kirin. Bêdengiyeke cidî û bêbandoriya wan heye. Sedema negirtina biryaran û negirêdana wan a bi tu cezayan çi ye? Dibe sedem ku Tirkiye van şert û mercên faşîzmê gaveke din bi pêş ve bibe. Ji ber ku beramberiya wê ya tiştekî ku bike û mueyideyeke wê nîne. Wê demê ew dikare wê hîn bêhtir bipêş bixe. Ji ber vê yekê, çavkaniya pevçûnê û neçareseriya li wir, kûrbûna vê kaosê, pêwendiya xwe bi dûrxistina Birêz Ocalan ji tevahiya cîhana derve heye.”
 
Ozturk, bal kişand ser girîngiya berteka civakî ya li dijî tecrîda li ser Ocalan û ev bang kir: “Li aliyê civakî jî divê li dijî van êrişan bersiveke cidî bê dayîn. Divê hêzên demokratîk ji van êrişan re bi awayekî cidî bibin bersiv. Li gorî min divê di hişmendiya van helwest û tevgerên bêexlak li dijî vê yekê têkoşîn bê pêşxistin.”
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

27/02/2023
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan