Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin

  • rojane
  • 11:39 21 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PJAK'ê Siyamend Muînî diyar kir ku desthilata Îranê ti derfetek guherînê têde nemaye û got: “Mirov ji vê desthilatê li benda demokrasiyê bimîne, wê bibe xapandinek dîrokî. Xwepêşandanên heyî giring in, divê berdewam bikin ta digihe qonaxek nû û serkeftinê.”
 
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî di hevpeyvînek li gel Rojnewsê de behsa rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê her wiha projeya PJAK a ji bo rewşa Îranê û giringiya yek helwestiya aliyan kir.
 
Hevpeyvîna Muînî ya li gel Rojnewsê wiha ye:
 
 * Piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengtiya jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandan hatin destpêkirin. Berê de jî çend caran xwepêşandan li Îranê dihatin lidarxistin. Cûdahiya xwepêşandanên vê carê ji yên berê çiye?
 
EM DIKARIN BI DESTPÊKA RONESANSEK HIŞMENDÎ Û FIKRÎ LI ÎRANÊ Û HERÊMÊ PÊNASE BIKIN 
 
Sîstema dîkdator û kevneperest pênaseya xwe heye û ew jî hişmendiya teng û qebûlnekirina fikrên cûda û dijbere. Bi awayek giştî li dijî her cûre azadiyek ya civakî yan jî take kesî ye. Qebûl nake ti deriyek li pêş azadiyê vekirî be. Desthilatdarî û hakîmyeta Komara Îslamî ya Îranê bi vê hişmendiyê, her wiha bi hişmendiya leşkerî nêzî gelê Îranê bûyîn û sîstema zilamsalarî meşandin, xwezayiye pênaseyek bi vî rengî li ser hikûmeta faşîst a mezhebî ya Îranê çêbe. Ev hakimyet tu demê çareseriyê nefikiriye. Ji bona wê bi berdewam xwepêşandan û nerzîbûn li nava çîn û beşên cûda yên Îranê de çêbûne. Xwepêşandanên vê carê ji xwepêşandanên berê cûdatire. Dikarîn bi destpêka ronesansek zihnî û fikrî li Îran û herêmê pênase bikîn. Tişta di şêwazê dirûşme û xwepêşandanan de tê dîtin, ji beriya niha xwepêşandan yan pîşeyî bûn, yan bi şêwazê herêmî yan jî bi zihniyeta navendgirî a dewlet-netewe ya desthilatdariyê dihatin kirin. Ti xalek balkêş û hevbeş ji bo beşên din ên civaka Îranê û Kurdistanê nebû.
 
Vê carê bi pêşengiya jina Kurd li Rojhilatê Kurdistanê destpêkir. Gel li Tehranê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ku dirûşmeyek şoreşgerane ye ji bo pêşketin, yeksaniya navbera jin û zilame hemû beşên Îranê girtiye. Ev dirûşme wek navendek hemû hêz û aliyên dijberên rejima Îranê li dora xwe komkiriye. Ew dirûşma ku li seranserî Îranê hat gotin, çavkaniya wê Rojhilatê Kurdistane. Ev tê wateya ku Kurdistan kariye bibe navend û pêşengê ji şoreşa demokrat û azadîxwaz a hemû Îranê re.
 
* Daxwaziya gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jinan çiye û dixwazin çi were guhertin?
 
NEMANA SÎSTEMA FAŞÎST Û MEZHEBÎ YA ÎRANÊ DAXWAZA HEVBEŞ A HEMÛ GELÊN ÎRANÊ YE 
 
Daxwaz cûda ne, her pêkhate û netewek daxwazên xwe yên taybet hene. Lê eger di warê sosyolojî û siyasî de mijarê binirxînin, dibînin xala hevbeş di navbera hemû pêkhate û netewên Îranê de gelekin. Ji van xalên hevbeş, nemana sîstema totalîter, faşîzma mezhebî ya hikûmeta Îranê ye. Ev hem ji bo pêkhateyên li nava sinorên coxrafî ya Îranê hezim nake, hem jî ji bo jinan ku nîva civakê pêktînin qebûl nakin. Dîkdatorî û destwerdana desthilata Îranê ya li ser jiyana mirovan gihiştiye wê astê ku destwerdanê di jiyana hemû gel de dike. Heta şêwazê li xwekirina cilan û sernixamtinê jî ji bo jinan diyar dike. Ji bo netewan mijara demokrasî û azadiyê wek mijarek metirsî û ewlehiyê ji bo desthilata xwe dibîne. Destura ti cûre azadiyek nade. Bi behaneya ‘parçebûna Îranê’ her kes û rêxistinek li dijî vê rejimê be, dibin vê behaneyê de bêdeng dike. Em wek PJAK me gelek proje di van salên borî de pêşkêş kiriye. Lê bi ti awayek ev daxwazên gelê me yê Rojhilat ji aliyê desthilatê ve li berçav nehatine girtin. Ji bona wê gelên Îranê bi taybetî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di nava lêgerînê de ye dakû derfetek ji bo xwe gihandina azadiyê bibîne.
 
* Rejima Îranê her tim îdia dike ku destên derve di pişt nerazîbûnan de heye û hêzên Rojhilatê Kurdistanê wek berpirs dibîne. Hun van îdiayan çawan dinirxînin?
 
HEKE DI CIVAKEKÊ DE AZADÎ NEBE, DÎKTATORÎ HEBE GEL NEÇARE NERAZÎBÛN NÎŞAN BIDE 
 
Ev gotinên rejimê ne tiştek nû ne, piraniya rejimên dîkdator dema dikevin tengiyê û nikarin pirsgirêkên civakê çareser bikin, dikevin nava peydakirina behaneyan û dibêjin destên derve di pişt xwepêşandan û nerazîbûnan de heye. Ev bi temamî neraste û behaneyek seqete ku dîkdator ji bo mijarên azadî û mafxwaziya gel nîşan didin. Ger di civakek de azadî nebe û rêveberî bi sîstema dîkdatorî û totalîterî bimeşe, gel neçare nerazîbûna xwe nîşande û mafên xwe bi van rêbazan ji desthilatê bixwaze. Dîkdator hertim di demên nakokiyên navbera gel û desthilatê derdikevin de behaneya destên derve nîşan didin. Ev metod jî hatiye dîtin di dîroka mirovahiyê de nekariye heta dawiyê berdewam bike. Di encam de zemîn ji bo hilweşîna hakimyeta dîkdator amade kiriye û di dawiyê de jî ev sîstem bi destê gel rûxiyane.
 
* Hinek hêz hewil didin hêviyên gel bi derve de girêbidin û dixwazin desthilata şah wek çareserî nîşan bidin, di jêr van hewildanan de çi heye?
 
KURÊ ŞAHÊ BERÊ YÊ ÎRANÊ BI DIRÛŞMA POPOLÎSTIYÊ GEL BIXAPÎNE 
 
Raste hinek partî û kesayet hene dûrî îradeya gel, hemû hêviya xwe bi destwerdana dewletên derve de girêdane û dixwazin bi vî awayî bibin hêzek di hikûmeta dema pêş da. Di bingeh de ev tê wê wateyê ku ev partî û kesayet ti rêxistinbûnek wan a bibandor di nava gel de nine. Ji bona wê dixwazin bi rêya hêzên biyanî tenê dixwazin hevguhertinê bi dîkdatoriyê bikin û bixwe cihê dîkdatorên berê bigrin. Em dizanîn ku sîstema cîhanî pilan û projeyên xwe ji bo herêmê heye û li ser berjewendiyên siyaseta nîvlîberal dixwazin projeya xwe avabikin. Hêza gel jî li eniyek cûda bi projeya xwe amadekariyan ji bo siberoja civakek demokratîk dike. Di vê navberê de aliyek din heye ku me behskir, bi piştgiriya hêzên derve xwe bi projeya nîvlîberalîzim dixwaze xwe di nava pêvajoyê de bicih bike. Cih guhertinê bi dîkdatoriyê bike û cihê dîkdatoriya heyî bigre. Lê gelên Îranê bi taybetî gelê Kurd ezmûna wan li ser vê siyaseta paşayetî û vê binemalê heye. Ti cihek wan di nava gelên Îran de bi vî şêwazê xwe yê şovenîst wê nebe. Gel bi giştî li pey aştî û azadiyê ne. Formên din dîkdatorîne, çi dîkdatoriya mezhebî, etîkî û derve red dikin. Wê ti cihek wan di siberoja Îranê de nebe.
 
* Hinek alî jî hene dixwazin jinan bidin aliyek û daxwazên wan ên rewa biguherin, divê derbarê de çi peyamek we ji bo xwepêşanderan heye?
 
Her kes baş dizane ku civaka Îranê bi perwerde û sîstema Komara Îslamî ya Îranê civakek bi temamî bi hişmendiya zilamsalarî qalib girtiye. Li ser vî esasî şêwazê fikirînê şêwazek zilamsalariye. Her wiha li ser vî bingehî xwezayiye ku desthilat û beşek  ji muxalefeta Îranê fikra wan di warê sosyolojiyê de li ser vî zihniyetê bin. Bi çavê desthilat û zilamsalarî li bûyerên siyasî û mijarên civakî dinêrin. Ji bona wê ye beşek ji vê civakê ku hişmendiya zilamsalarî di serê wan de heye, azadiya jinê, daxwazên wan ên xwezayî yên ji bo wekheviya jinan hezim nakin. Dixwazin van daxwazan li gor têgihiştina xwe yan jî bi wateyek din bi hişmendiya zilamsalarî lîberalîze bikin. Lê ev di mijara daxwazên xwezayî yên jinan ku daxwazên demokratîkin, berê de jî min wek ronesansa zihnî pênase kiribû dibe asteng li pêş vê zihniyeta kevneperest a zilamsalarî. Ji bona wê dikarim bêjim, xwezayiye di civakek zilamsalarî de mirovên kevneperest jî bi maskeya şoreşgerî bixwaze mejiyê xwe yê geniyê paşketî veşêre.
 
* Kurd li beramberî rewşa nû ya li Rojhilatê Kurdistanê çiqas yekgirtiye?
 
KURD YEKGIRTÎ YE Û PIŞTGIRIYA HEV DIKIN 
 
Bi awayek giştî ger em hizbên siyasî li berçav negirîn, gelê Kurd yekgirtî û pişgiriya hevûdû dikin. Serhildana xelkê bajarê Seqiz a li dijî qetilkirina Jîna Emînî di demek zû de piştgiriya bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi xwe re anî. Ne tenê bajarên Kurdistanê, bajarên wek Tehran, Tebrêz, Şîraz, Ehwaz. Heta ev serhildan li hemû bajarên Îranê belav bû û Kurdên li dervey welat jî rabûn û li dijî rejimê daketin qadan. Tevayî hêzên zilimkar ên Îranê şoq bûn.
 
* Hûn çareseriyek çawan ji bo rewşa Îranê dixwazin? Yan jî bi wateyek din di vê rewşê de divê Îran çi guhertinan bike û derfetê guherînê di çi de heye?
 
Komara Îslamî ya Îranê bi mêzandina faşîzma mezhebî  û bi bingeha xwe ya wilayetê feqîh ti derfetek nade demokrasiyê ku pirsgirêka demokrasiyê ya li Îranê çareser bike. Niha piştî 40 salan tehemûla hemfikir û hevkarên xwe yên berê nakin. Piraniya pêşengên xwe bişavtine, kuştine yan jî di girtîgehan de ne. Derbarê pirsgirêka Kurd de ev sîstem hem bi mêzandina xwe ya ewlehî hem jî bi mêzandina xwe ya faşîzma mezhebî nêzî pirsgirêka Kurd dibe. Ji bona wê mirov bimîne li benda vê sîstemê ku demokrasiyê bîne, xwe xapandinek dîrokiye. Wek ji beriya niha jî me behs kir ev desthilat derfeta xwe guherîn û reforman têde nine. Ji bona wê reform û guherîn di vê serdemê de ne mumkîne. Eger guhertinek çêbe jî tê wê wateyê ku ev sîstem êdî nemaye û desthilata wê hatiye guhertin. Wê demê PJAK’ê projeya xwe heye.
 
* Di vê qonaxê de daxwaza we ji gelên Îranê, hêzên Îranê, hêzên demokratîk û jinan çiye?
 
DAXWAZA ME EW E KU HÊZÊN DEMOKRATÎK BI HEV RE LI DIJÎ REJÎMÊ TÊBKOŞIN 
 
Em ji sala 2016’an ve kar li ser du projeyên bingehîn disekinin. Yek di çarçoveya Rojhilatê Kurdistan, ya din jî ji bo hemû Îranê ye. Em dixwazin hêzên demokrasîxwaz li eniyek hevbeş de li dijî vê rejima totalîter bi yekgirtî kar bikin. Niha dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ wek dirûşmek bingehîn li seranserî Îranê hemû hêzên cûda li dora xwe komkiriye. Dema wê yekê ye sud ji vê derfetê were girtin ku Kurdan pêşengtî ji vê serhildanê re kirin. Beşek zêde ya pêkhateyên Îranê jî bi şêwazek erênî vê pêşengtiya Kurdistanê qebûl kirin. Gelek giringe ev pêşengtî berdewam be. Bersivdana siberojê jî li ser heman xetê berdewam be. Kurdistan divê qonaxê de karî pêşengtiyê ji şoreşa gelan re bike. Di pêvajo û qonaxên dawî de jî divê ev pêşengtî berdewam be. Lê giringe Rojhilatê Kurdistan yekgirtina xwe bihêz bike û bikare ta serkeftina vê serhildanê cihê xwe di nava serhildanê de biparêze. Giringe ev xwepêşandan berdewam bin û bigihe qonaxek nû ta digihe serkeftinê. Em jî wek PJAK ji roja destpêkê ve me ji bo gelê xwe têkoşîn kiriye, ta serkeftinê em ê di eniya gelê xwe û gelên azadîxwaz ên Îranê de bi hemû hêza xwe ve bimînin." 

Sernavên din

25/10/2022
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin