Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?

  • rojane
  • 10:19 21 Cotmeh 2022
  • |
img
RIHA - Di îdianameya qetlîama Malbata Şenyaşar de xwe da der ku roja qetlîam pêk hatiye kesek ji malbata Yildiz a êrişkar destê xwe xistiye qirika şahidê bûyerê Ahmet Eşref Fakibaba ku duh ji AKP’ê îstîfa kir. 
 
Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba duh ji parlamenteriyê û AKP’ê îstîfa kir. Fakibaba hêceta îstîfaya xwe jî wek ku ev siyaseta di nav de ne li gorî feraseta siyasî û ehlaqî ye dabû nîşandan. Fakibaba ji malperek herêmî ya nûçeyan re axivî û diyar kir ku ew ê tev li Partiya ÎYÎ bibe. 
 
Lê derdorên siyasî yên Rihayê dibêjin sedema îstifa Fakibaba ew e ku Serokomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan ji bo hilbijartinên 2023'yan destûr daye Parlamenterê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ku di komkujiya li dijî Malbata Şenyaşar de cih girtibû û dê erke bide wî. 
 
Li Rihayê ev demeke dirêj e mijar ku tê axaftinê dibêjin di navbera Fakibaba û Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de rageşî heye. Di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêzvan û xizmên Yildiz ve di êrişa li dijî kargeha Malbata Şenyaşar û piştre jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hat de 3 ferdên malbatê hatibûn qetilkirin. Wezîrê Xurek, Çandinî û Sewalkariyê yê wê demê Ahmet Eşref Fakibaba li nexweşxaneya ku qetlîam lê hat kirin bû. Şahidekî ku roja piştî komkujiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî diyar kiribû ku Fakibaba di dema êrişê de li baxçeyê nexweşxaneyê bû. 
 
MALBATA ŞENYAŞAR KIRIBÛN HEDEF 
 
Fakibaba rojek piştî qetlîamê di bernameya cejnê de ji endamên AKP’ê re axivîbû û Malbata Şenyaşar hedef dabû nîşandan. Her wiha Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û rayedarên din jî yên AKP’ê malbatê hedef dabûn nîşandan. 
 
WÊNE DERKETIBÛ HOLÊ 
 
Wêneyek hatibû girtin têde tê xuyakirin ku beriya komkujiyê bi hefteyekê dema Fakibaba li sûkê serdana esnafan dike û diçe ser dezgehê Ferît Şenyaşar û silavê dide. Di wêne de tê xuyakirin ku Îbrahîm Halîl Yildiz li pêşiya Fakibaba ye. Di wêne de dihat dîtin ku hem Ferît Şenyaşar û hem jî Fakibaba dikenin. 
 
FAKIBABA LI XWE MIKÛR HATIBÛ 
 
Fakibaba piştî qetlîamê heta 3 sal û 4 mehan bêdeng ma û di 13’ê mijdara 2021’ê de bû mêvanê televîzyonek Rihayê û bêdengiya xwe xera kiribû. Fakibaba diyar kiribû ku ji ber wî bûyerê wek “bûyerek terorê” pênase kiribû şerm dike û derbarê bûyerê de li xwe mikûr hatibû û gotibû ku xwezî bûyer neqewimiya û bal kişandibû ser Nobeda Edaletê ya malbatê.  
 
ŞAHI DIBÊJE KU FAKIBABA LI WIR BÛYE 
 
Îdianameya qetlîama li nexweşxaneyê piştî 4 sal û 4 meh şûn ve hat amadekirin. Tevî ku Fakibaba gotibû kêliya qetlîamê li baxçeyê nexweşxaneyê bûye jî lê derbarê şahidiya wî de tu belge nîne. 
 
Lê belê di îdianameyê de cih ji îfadeya şahidek bûyerê re hatiye veqetandin û şahid E.E. diyar dike ku Fakibaba roja qetlîamê ji aliyê kesek malbata Yildiz ve bi êrişê re rûbirû maye û wî kesî destê xwe xistiye qirika Wezîrê Çandiniyê. 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

25/10/2022
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin