MÊRDÎN - Gelê Nisêbînê bi tevlêbûna deh hezaran Newroz pîroz kir. Coşa pîrozbahiya Newrozê bi pêxistina agirê Newrozê derket asta herî jor. Qad bi tilîliya Jinan û dirûşmeyan olan da. Gel li qada Newrozê peyama “Dîroka Berxwedanê ya Nisêbînê Efrînê ronî dike" dan.
Gelê Nisêbînê bi tevlêbûna deh hezaran Newroz Pîroz kir. Bi hezaran welatiyên Nisêbînê bi armanca Newrozê pîroz bike hatin Parka Newrozê ya Cegerxwîn û piştî lêgerîna polisan derbasî qadê bûn. Bi hazaran welatiyên ku hatin qadê astengiyê polîsan nas nekirin û derbasî qadê bûn. Gelê Nisêbînê ku 2 salin ji ber qedexeyan nikarin Newrozê pîroz bikin îsal li taxa 8'ê Adarê ya Parka Cegerxwînê Newroz pîroz kirin. Gel alên HDP'ê û alên Newroz li ser hatiye nivîsandin rakirin. Disa panarta “Ji 8'ê Adarê heta Newrozê ji bo Azadiyê em li qadan in" vekirin. Bi deh hezaran gelê Nisêbînê di bin dorpêça Polisan de Agire Newrozê pêxistin û bi dirûşmeyan Newroz pîroz kirin. Her çend heron bê navber li ser gel firiyan jî gel coş û dirûşmeyên xwe kêm nekir. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê HDP'ê yê Nisêbînê Ferhat Kut, deh hezar kesên Newroz piroz kir silav kir. Kut, diyar kir ku 2 salin Newroz li Nisêbînê tê qedexekirin û xwestin dîsa Newrozê li Nisêbînê qedexe bikin û gel destûr neda vê yekê. Em dê Berxwedana xwe ya salên 1990'an heta dawî berdewam bikin. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Sincar jî gel silav kir û peyama girtiyên siyasî xwend.
Parlamentera HDP'e ya Mêrdîn Gulsel Yildirim, Hevşaredar Sara Kaya, peyam şandin. Piştre Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca û komek din Agirê Newrozê pêxistin. Dema agirê Newrozê pêxistin bi deh hezaran bê navber “Bijî berxwedana Efrinê” û “Bijî serok Apo” berz kirin û coşa gel derket asta herî jor.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca, diyar kir ku gelên kurd bi salan e ji bo vîn û azadiya xwe bedelên giran didin û li qadan in u wiha got: “Newroz, Mazlum Dogan e. Roja azadiyê ye. Efrîn e. Roja gelê kurd e. Gelê Nisêbînê ji bo azadî û rûmeta xwe mal û xaniyên xwe terk nekirin. Em li pêş we bejna xwe ditewînin. Em bejna xwe li pêş Nisêbîna Rengîn ditewînin. We di salên 1990'an de serî netewand û hûn hina jî serî natewînin. Em heyranê we û berxwedana we ne."
‘NEWROZA RÊZDAR OCALAN PÎROZ BE
Uca, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev agirê Newrozê bû agirê Newroza azadî û berxwedanê. Ev agirê Newrozê îro li çar aliyê Kurdistanê geş dibe û hemû Kurdistanê ronî dike. Dixwazin em bibin kole û dest ji nasname, ziman û çanda xwe berdin. Em jî vê yekê qebûl nakin. Ger ku Enqere aştî xwestibûya dê biçûna Îmraliyê. Ji ber ku rêya aştî û çareseriyê li Îmraliyê di destê Birêz Ocalan de ye. Du sal berê peyama çraeseriyê li hemberî milyonan xwend. Em Newroza Birêz Ocalan piroz dikin. Tişta ku OSO, li Şengal, Kobane kir îro li Efrinê dike. Tu hêz nikare gelê Efrinê ji axa wan derxe. Îro bi milyonan mirov bûne Kawa û li dijî Dehaqan şer dikin."
Newroza Nisêbînê piştî axaftinan bi stranên Koma Rosida û govendê berdewam dike.