Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye

  • rojane
  • 09:04 21 Cotmeh 2022
  • |
AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk der barê êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê de destnîşan kir ku PDK di bikaranîna çekên kîmyewî de şirîkê Tirkiyeyê ye û wiha got: "Kesên li hemberî vê bêdeng dimînin, bikaranîna çekên kîmyewî dipejirînin."
 
Bertekên li dijî bikaranîna çekên kimyewî yên ji aliyê dewleta tirkî ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe tên bikaranîn berdewam dikin. Di bertekên hatine dayin de hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi Tirkiyeyê re û bêdengiya dewletên navneteweyî bi tûndî tên şermezarkirin. 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk êrişên bi çekên kîmyewî ji ajansa me re nirxandin. 
 
HEVKARIYA TIRKIYE Û PDK'Ê
 
Hevserokê KCD'ê Ozturk bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û wiha got: “Ji Efrînê heta bi Zapê di hemû êrişên Tirkiyeyê de rola PDK jî heye. Piştî ku Serokê DYA'yê Joe Bîden û Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bi telefonê axivîn di 23’'yê Nîsana 2021’ê de Tirkiyeyê êrişî herema Başûrê Kurdistanê kir. Divê ew êrişên Tirkiyeyê di çarçoveya plansaziyekê de bên nirxandin. PDK jî di nava vê plansaziyê de bê dîtin. Tu sekna PDK'ê ya li dijî bikaranîna çekên kimyewî tune ye. Li ser hewldanên dagirkeriya Başûr, Tirkiye û PDK'ê li hev kirine. Dixwazin li Rojavayê jî rêveberiyeke wekî ya PDK'ê ava bikin. Dibêjin heke statuya kurdan hebe jî, bila di bin kontrola me de be. Civakêk azad, serbixwe û rêveberiya ku tevahî civakê dihewîne naxwazin, rêveberiyeke wekî ya malbata Barzanî dixwazin. Ji ber wê jî ji bo rêveberiya li Rojavayê xirab bibe êriş dikin. PDK, azadbûna kurdan ji xwe re wekî gef dibîne. Ji ber ku vê paradîgmayê ji xwe re gef dibîne, li dijî hewildanên dagirkeriya li Başûr, hevkariyê bi dewleta tirkî re dike. Li dijî destkêftiyên kurdan ên Rojavayê jî bi heman awayî PDK bi dewleta tirkî re hevkariyê dike. Hevkariya wan berbiçav e."
 
‘EV DAGIRKERÎ YE'
 
Ozturk diyar kir ku Tirkiye ji bo planên xwe yên "Misaqî Mîllî"yê êrişê dibe ser her derî û wiha berdewam kir: “Di êrişên desthilatdariya AKP-MHP'a faşîşt de jî ev yek tê xuyakirin. AKP-MHP bi daxwaza ‘neo-osmanîtiyê' (osmaniya nû) wan deran dagir dike. Me gelek caran di hewldanên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên li Başûr de jî ev yek anî zimên. Me got, ew ji xwe re PKK'ê dikin hincet, derdê wan ne tenê PKK ye. Me mînaka Efrîn û Girêspiyê da. Ji ber çi hûn  Rojavayê dagir dikin? Ev şer li dijî kê çêbû? Bi dehhezaran şehîd li wir hatin dayin. Bi pêşengiya jinan li dijî hovên DAÎŞ’ê li Rojavayê rûmeta mirovahiyê hat parastin. Ew êrişên dagirkeriyê û metîngeriyê ne. Lê îro ew hişmendiya ku asê ma ye çekên kîmyewî bi kar tîne. Li dijî kurdan hemû rûmeta mirovahiyeyê, exlaq û hiqûqê binpê dikin. Li ber çavê hemû dinyayê bi bikaranîna çekên kimyewî, di pêkanînên dijmirovahiyê de gavek din avêtin.”
 
‘BIKARANÎNA ÇEKÊN KIMYEWÎ QEDEXE YE’
 
Ozturk di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser konvansiyona Cenevreyê jî ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kiriye. Ozturk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî vê protokolê hem çêkirina çekên kimyewî hem standina wan û hem jî bikaranîna wan qedexe ye. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di Yekîtiya Neteweyan (NY) de li dijî çekên kîmyewî saziyek jî hat avakirin. Li Başûrê Kurdistanê, li Helebçeyê jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Kesên ku firotina wan çekan dikin jî girîng e, li ser vê ew jî kar dikin. Li gorî bandora wan çekan ew jî çekên nû çêdikin. Li Helebçeyê li ser kurdan ew çekên kîmyewî ceribandin, kurdan ji xwe re wekî berazê labaratuwarê dibînin. Divê ev yek neyê qebûlkirin. Divê di serî de gelê kurd li dijî vê yekê rabe. Dema ku li dijî bikaranîna çekên kimyewî hemû kes bêdeng bimîne, ev wê hîn bêtir bikaranînê teşwîq bike. Dewletên ku di NY'yê de peymana wan hene jî ji bo kar bikin wan çekan difroşin Tirkiyeyê. Wan çekan hem li ser xwezayê hem jî li ser mirovan bi kar tînin bi vî awayî wan çekan diceribînin û li gorî bandora wan çekên nû û pêşketî çêdikin. Çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ne. NY û Rêxistinên Ewropayê jî çekên kîmyewî qedexe kirine.”
 
‘DIVÊ HEMÛ KES BERTEK NÎŞAN BIDE’
 
Ozturk destnîşan kir ku çendî qedexe ne jî lê dewleta tirkî li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha pê de çû: “Tevî ku gelek caran bi daxuyaniyan bikaranîna çekên kîmyewî hatiye rojeve jî saziyên berpirsyar hê jî bêdeng in. Li hemberî sûcê li dijî mirovahiyeyê bêdeng in. Bandora çekên kîmyewî ya li ser mirovan û xwezayê hatiye tespîtkirin. Hûn dê hem bêjin demokrasî û azadî hem jî li dijî bikaranîna çekên kimyewî yên ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve li Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn bêdeng bin. Ev nayê qebûlkirin. Li dijî vî sûcî divê hemû kesên ku ji xwe re dibêjin em însan in deng derxin û bertekan nîşan bidin. Tenê li ser medyaya sanal bi çend hevokan meriv nikare li dijî vê yekê rabe. Divê li qadan meriv pêşî li ber vê hişmendiyê bigire. Divê hemû kes li dijî vê yekê bêje ‘Tu nikarî wan çekan bi kar bînî, ez li dijî vê yekê bêdeng namînim, heke ez bêdeng bimînim ez ê jî bibim hevkarê vî sûcî.’ Heke li dijî vî sûcî kî bêdeng bimîne ew jî hevkarê vî sucî ye. Divê tu kes bêdeng nemine.”
 
 
‘DIVÊ 100 QATÎ UKRAYNAYÊ DENG BÊ DERXISTIN'
 
Di dawiya axaftina xwe de Ozturk bal kişand ser êrişên Rûsyayê yên li Ûkraynayê jî ku bi van êrişan bikaranîna çekên kîmyewî ketibû rojevê û got ku piştgiriya ji bo Ûkraynayê hat nîşandayîn divê 100 qatî wê ji bo Kurdistanê jî bihata nîşandayin. Ozturk wiha got: "Ev 100 sal in ku gel li çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna azadiye dide. Berê jî li Helebçeyê negotin jin e, zarok e û pîr e, çekên kîmyewî bi kar anîn. Wê deme jî hemû dinya bêdeng bû. Yên ku mafê mirovan diparêzin û têkoşîna mafê mirovan didin dikarin vê bêdengiyê hilweşînin û qanûnên ku derbarê vê de hene pêk bînin. Meriv nikare bibejê ew tenê pirsgirêka gelê kurd e. Yên ku bêdeng dimînin bikaranîna wan çekan dipejirînin. Ew jî ji bo ku wan çekan difroşin bêdeng in û dipejirînin. Tenê kurd winda nakin hemû mirovahî winda dike. Ji ber wê jî divê meriv bi dubarê bibîr bixe û tiştên li Başûrê Kurdistanê bi awayekî hovane tên kirin û qaîdeyan binpê dikin sed qatî ji yên li Ûkraynayê tên kirin zêdetir in." 
 
MA / Mahmût Altintaş - Mujdat Can

Sernavên din

25/10/2022
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin