Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin

  • rojane
  • 09:00 21 Cotmeh 2022
  • |
AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da destnîşan kir ku hovîtiya hatiye kirin li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin û rûmeta mirovahiyê bin pê kiriye. Bayindir bang li raya cîhanê kir ku li hember vê yekê rabe. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Dewleta Tirkiyeyê heya niha di van êrişan de gelek caran çekên ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve hatine qedexekirin bi kar tîne. Navenda Parastina Gel (NPG) ragihandibû ku Tirkiye di 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîne. Herî dawî jî nasnameya 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) ên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane eşkere kiribû. Her wiha dîmenên 2 HPG'iyên ku ji çekên kîmyewî bandor bûbûn jî hatibûn belavkirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî axivî.
 
‘100 SAL E TÊN BIKARANÎN’
 
Bayindir, bi bîr xist ku bikaranîna çekên kimyewî di sala 1998’an de di komkujiya Helebçeyê de ketiye rojeva kurdan û hemû cihanê û wiha got: “Li dijî kurdan ev 100 sal in çekên kîmyewî yên cur bi cur tên bikaranîn. Ji qirkirina Dersim, Serhildana Agirî, komkujiya Helebçeyê û heta roja îro çekên kimyewî li dijî kurdan tên bikaranîn. Ew nezî salekê ye jî li Başûrê Kurdistanê dewlet zêdetirî 3 hezar carî bi çekên kimyewî êriş pêk anîne. Ew çekên kimyewî ku tevahiya dewletên cihanê ew redkirine û wekî sûcê li dijî mirovahiyê penase kirine, niha dewleta Tirkiyeyê wan li dijî kurdan bi kar tîne. Her wiha bêdengiya saziyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hatine avakirin nayê qebûlkirin. Îro bi awayekî hovane li Başûrê Kurdistanê li dijî kurdan çekên kimyewî tên bikaranîn. Dewleta tirkî li ber çavê hemû dinyayê li Başûrê Kurdistanê hewldanên xwe yên dagirkeriyê bi israr berdewam dike. Divê demildest dewleta Tirkiyeyê ji ber sûcên dike li dadgehên navneteweyî bê darizandin. Edî di sedsala 21’ê de tehamûla gelên dinyayê ji bo bikaranîna çekên kimyewî û hewldanên dagirkeriye nemaye.”
 
‘HOVÎTIYEKE DIJMIROVAHIYÊ’
 
Bayindir, destnîşan kir ku divê hemû gelên cîhanê li dijî bikaranîna çekên kimyewî rabin û wiha domand: “Li hemberî vê hovîtiyê îro berdêla herî mezin gelê kurd dide. Divê hemû kes li hemberî çekên kimyewî yên li dijî Tevgera Azadiyê tên bikaranîn deng derxe û bertekê nîşan bide. Ji bo merîv li dijî vê hovîtiyê deng derxe ne hewce ye ku merîv nêzî Tevgera Azadiyê be. Ev hovîtî li dijî hemû mirovahiyê tê bikaranîn û rûmeta hemû mirovahiyê bin pê dike. Ji ber vê yekê divê hemû kesên dibêjin em mirov in û hemû nivîskar, rewşenbîr, saziyên sivîl û hemû gelên cihanê bertekê nîşan bidin.”
 
‘BEDENGIYA SAZIYÊN BERPIRSYAR NAYÊ QEBÛLKIRIN’
 
Bayindir, îşaret bi bêdengiya saziyên navneteweyî û raya cîhanê jî kir û ev tişt gotin: “Di dîmenan de jî ku çend roj berê hatin belavkirin, bi awayekî eşkere tê xuyakirin ku dewleta Tirkiyeyê bi desthilatdariya AKP-MHP'ê li herema Kurdistanê çekên kimyewî bi kar tîne. Ne tenê li herema Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn plansaziya hewldanên dagirkeriyê dike. Bi hişmendiyeke êrişkar li her derê di nava hewldanên dagirkeriyê de ye. Lê bêdengbûna raya cîhanê ya li hemberî vê nayê qebûlkirin. Helbet divê gelê kurd li dijî qetilkirina zarokên kurd û bikaranîna çekên kimyewî têbikoşe. Lê divê ev yek bi kurdan neyê sînordarkirin, divê hemû cîhan deng derxe. Gefên Pûtîn ên ji bo çekên nukleerî, hemû dinyayê rakir ser pêyan, lê li Kurdistanê tevî ku her tişt li ber çavan e û her roj çekên kimyewî tên bikaranîn jî raya dinyayê û saziyên ji pêşîgirtina li çekên kîmyewî berpirsiyar bêdeng in. Ev bêdengiya wan nayê qebûlkirin.”
 
BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên navneteweyî kir ku çekên kîmyewî yên Tirkiye ew bi kar tîne têixn rojeva xwe û wiha got: "Divê bikin rojeva xwe ya sereke û pêşî li ber dewleta Tirkiyeyê bigrin. Bila berpirsyariya xwe bi cih bînin. Heke berpirsyariya xwe bi cih neynin, dê bê fehmkirin ku ev sazî û dewletên navneteweyî Tirkiyeyê teşwqî dikin ji bo bikaranîna çekên kimyewî. Heke pêşiya Tirkiyeyê neyê girtin, kî dikare garantî bike ku sibe dusibe ew çekên kimyewî dê li dijî gelên din ên Rojhilata Navîn neyên bikaranîn."
 
MA / Mahmût Altintaş - Mujdat Can
 

Sernavên din

25/10/2022
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin