Bikaranîna çekên kîmyewî hat protestokirin: Yên bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in

  • rojane
  • 17:21 20 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiye li başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî li gelek navendan bi meşan hatin protestokirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku kesên bêdeng dimînin jî hevkarên sûc in. 
 
Tirkiye li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên HPG’ê çekên kîmyewî bi kar tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hat şermezarkirin. 
  
STENBOL 
 
Di vê çarçoveyê de Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Winda Kirin a Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Lêkolînên Kurdî û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li Rêya Meşê ya Şîrînevler a Stenbolê bi diûrşma “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê e” meşek li dar xist. 
 
Beriya daxuyaniyê, polîsan bi wesayîtên zirxî Qada Şîrînevler û Cehdeya Rêya Meşê girtin. Bi sedan kes tev li çalakiyê bûn û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê û malbatên girtiyan jî piştevanî da çalakiyê. 
 
BI DIRÛŞMAN LI BER XWE DAN 
 
Girse, ji hêla bi sedan polîsan ve hat dorpêçkirin. Dema rojnamegeran dixwest dîmenan bikişînin, ji hêla polîsan ve ji qadê hatin dûrxistin. Piştre jî polîsan êrişî girseyê kir û gelek kes binçavkirin. Di dema êriş û binçavkirinê de çalakvanan dirûşmên “Kesên hatine qetilkirin serhildana me ne” û “Bimre faşîzm” berz kirin. Dema polîsan hewl dida çalakvanan binçav bikin, welatiyên li derdorê bertek nîşan dan û li ser vê yekê hatin berdan. 
 
MEŞA BI ÇEPIKAN
 
Girseya ku li Kolana Onur hat ba hev, meşek li dar xist û bikaranîna çekên kîmyewî bi çepikan protesto kirin. Girseyê bi gotin; “Komara Tirkiyeyê di şerê xwe yê li Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcê şer dike. Em jî dixwazi li dijî vê dengê xwe bilind bikin û bi meşa xwe protesto bikin. Binpêkirina hiqûqa şer e û divê raya giştî û civak berteka xwe nîşan bide.” Girseyê di dema meşê de dirûşmên “Çekên kîmyewî sûc e, nebe şirîkê sûc”, “Na ji bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê”, “Na ji şer re” û “Bimre AKP û hevkarê wê PDK” berz kirin. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû li ser Cehdeya Rêya Meşê daxuyanî da û got ku çekên kîmyewî hatine qedexekirin û divê dewleta tirk dev ji bikaranîna çekên kîmyewî berde. 
 
ÊLIH
 
Li Êlihê jî bi heman mebestê bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cehdeya Gulistanê hat dayîn. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, aktîvîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê, ÎHD, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, TUAY-DER, HDP, DBP û gelek welatî jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hat vekirin. Hevserokê MEBYA-DER a Êlihê Medenî Onar di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku bêdengiya hêzên navneteweyî dike ku Tirkiye van sûcên li dijî mirovahiyê bike. 
 
AMED
 
Li Amedê jî bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) çalakî hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolû ya Rezanê hatin ba hev û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan astengî derxistin. Li ser vê yekê dayikên aştiyê bertek nîşan dan û ji polîsan re gotin; “Hûn nikarin kurdan bi kuştinê xelas bikin, bila xwedê heqê me li gel we nehêle. Hûn heta bêrêziyê li cenazeyên me jî dikin. Ma hûn tenê mirov in?” 
 
‘DEWLETA TIRK SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ KIR’
 
Birse piştre jî çû ber deriyê avahiya MEBYA-DER’ê û li wir daxuyanî da. Daxuyanî jni hêla Hevserokê MEBYA-DER’ê Şukru Karadag ve hat xwendin. Karadag, anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî li gorî peymanên navneteweyî qedexe ye û wiha dom kir: “Tirkiye bi bikaranîna van çekan re sûcê li dijî mirovahiyê dike. Ji nîsana 2021’an ve bi awayekî sîstematîk xazên kîmyewî, çekên nukleerî yên taktîk, bombeyên termobarîk, xaza hardalê û çekên kîmyewî bi kar tîne. Di dîmenan de ev yek bi aşkerayî xuya dike. Ji dîmenên 17 kesên jiyana xwe ji dest dayîn û texrîbata xwezayê ya lil herêmê vê rastiyê îspat dike. Aliyên Peymana Cenevreyê li dijî vê rewşê bêdeng dimînin û dibin şirîkên sûc.” 
 
‘BILA LÊKOLÎNÊN PÊWÎST BÊN KIRIN’
 
Karadag, di berdewamê de bi bîr xist ku Xoşnav Ata ku du xwarziyên xwe di encama bikaranîna çekên kîmyewî de bi kar anîbûn, ev 80 roj in li pêşiya OPCW’ê nobetê digire û wiha pê de çû: “Ewlehiya canê xelkê başûrê Kurdistanê û welatiyên li herêmên şer tune ye, lewma jî di nava tirsê de ne. Bi bikaranîna van çekan re ne tenê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin, her wiha zindiyên li xwezayê û ekosîstem jî tê texrîbkirin. Banga me li Neteweyên Yekbûyî (NY) ew e ku li gorî rêgezên Peymana Cenevreyê tevbigere û peywira xwe pêk bîne. Bila OPCW jî di zûtirin demê de şandeyekê bişîne herêmê ku lêkolînên xwe bike û nîşan bide ku ne şirîkê vî sûcê li dijî mirovahiyê ye.” 
 
RIHA
 
Li Rihayê jî bi pêşengtiya DBP’a bajar çalakî hat lidarxistin. Çalakî li pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan hat kirin. Beriya çalakiyê, Rêxistina HDP’a Rihayê ji hêla bi sedan polîsan ve hat dorpêçkirin. Tevî dorpêçê jî Parlamentera HDP’a Rihayê Ayşe Surucu, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û Platforma Ked û Demokrasiyê li avahiya HDP’ê hatin ba hev. 
 
Girseyê dovîza “Çekên kîmyewî sûcê li dijî mirohiyê ye” rakir û bi çepikan ber bi Navenda Kar a Ahmet Bahçivan ve meşiya. Polîsan meş asteng kir û êrişî girseyê kir. Li ser vê yekê jî girseyê dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre îxanet” berz kirin. Tevî êrişa polîsan jî girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û piştre jî li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de Hevseroka DBP’a Rihayê Hîdayet Emek axivî û bang li saziyên navneteweyî kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha Emek, bertek nîşanî bêdengiya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdisatnê da. 
 
Parlamenter Ayşe Surucu jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê hildiweşe. Ji bo ku xwe li ser pêyan bigire jî êrişî destkeftiyên gelê kur dike. Li ser vê bingehê jî ev demekî dirêje êrişî Herêma Federal a Kurdistanê dike. Gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîn. Em, bikaranîna  çekên kîmyewî şermezar dikin. OPCW nikare li hemberî vê rewşê bêdeng bimîne û divê ji Tirkiyeyê hesab bipirse. Em qebûl nakin ku zarokên kurd bi çekên kîmyewî bên qetilkirin. Em ê heta dawiyê li dijî van êrişên dagirkeriyê bisekinin.”
 
EDENE
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenizê (AYKAYDER) li ber avahiya HDP’a Yuregîrê daxuyanî dan û êrîşên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê şermezar kirin. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye, li hemberî vî sûcî bêdeng nemînin!” hat vekirin.
 
Rêveberê AYKAYDER’ê Amîl Çelîk ê di daxuyaniyê de axivî, bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: “Bikaranîna kîmyasalê li dijî peymana Cenevrê ye, sûcekî şer e û sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê ye.” Çelîk, xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî demildest bê lêkolînkirin û wiha berdewam kir: “Di encamê de bikaranîna çekên kîmyewî ku encama polîtîkayên şerê qirêj ê bi salan e, di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ye. Em bang li saziyên navneteweyî bi taybetî jî Meclisa Tirkiyeyê dikin ku wezîfeya xwe bikin. Ev hemû êş û rondik ji israra dewletê ya di polîtîkaya bêçareseriyê de derdikeve holê. Çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane yên demokratîk û vekirina rêya diyalogê wê li xêra hemû gelên Tirkiyeyê be.”
 
DÊRSIM
 
Rêxistina HDP’a Dêrsimê, êrişên çekên kîmyewî bi çalakiya rûniştinê şermezar kir. Endamên HDP’ê dema daxuyayaniya wan a xwestin li Kolana Hunerê bikin hate astengkirin li ber avahiya partiyê çalakiya rûniştinê lidarxistin. Endamên HDP’ê yên li ser astengkirinê derbasî avahiya partiyê bûn li vir pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye” vekirin. Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nazli Çelîk Oz a li vir axaftineke kurt kir diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî rê li ber komkujiyên gengaz vedike û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî geşedanên heyî dengê xwe bilind bikin.
 
MÊRSÎN 
 
Endam û rêveberên HDK, TJA, HDP, DBP, Çukurova TUAY-DER, AKAY-DER û Meclisa Dayikên Aştiyê li Parka Ozgur Çocûkê kom bûn. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz ê polîsan qedexeya walitiyê pêşkeşî wan kir diyar kir ku mafê xwe yê kombûnê bi kar tînin û got: “Axaftina we ji bo pêşîgirtina li mafên me yên destûra bingehîn gefek e. Hûn girseyan provoke dikin. Em vê êrîşa kîmyewî jî şermezar dikin.”
Girse pişt re ji Parka Ozgur Çocûkê heta avahiya HDP’a Mersînê meşiya. Girsê di meşê de li gel tîlîlî û çepikan dirûşmeyên “Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e” , “Bijî berxwedana gerîla”,  “Bijî berxwedana zindanan” , “Em dê bi berxwedanê qezenc bikin” berz kirin. 
 
DÎLOK  
 
Li Dîlokê DBP, HDP û TJA'yê xwestin li Parka Yeşilsuyê civîna çapemeniyê li dar bixin. Polîsan bi hinceta qedexeya walîtiyê daxuyanî asteng kirin. Li dijî astengkirina daxuyaniyê girse derbasî avahiya DBP’a Dîlokê bû û civîna çapemeniyê li dar xist. Li salonê pankarta “Çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye” vekirin. Hevserokê DBP’ê yê Dîlokê Etem Unal diyar kir ku biryara polîsan a astengkirina daxuyaniyê kêfî ye. Unal da zanîn ku geşedanên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de gelên Kurdistanê xistine nava fikaran û saziyên navnetewî vexwendin peywîrê. 
 
ŞIRNEX 
 
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) li navçeya Hezexê ya Şirnexê li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya rûniştinê pêk hat. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, DBP, Dayikên Aşitiyê, TJA û rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan tev li çalakiyê bûn. Lê polîsan bi hinceta qedexeya Walitiyê heye nehişt ku girse daxuyaniyê bide. Lê tevî hemû astengiyan jî girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. 
Di çalakiya rûniştinê de parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş, astengkirina daxuyaniyê şermezar kir û got: “Li ser gelê me her cure şerên qirêj tên meşandin û li Tirkiyeyê zext tên kirin. Taca faşîzmê mîna şûrê li ser mafên me yên herî demokratîk daleqandî ye. Daxuyaniya me ya herî bêguneh jî ji aliyê walitiye ve bi gef û şantajê tê astengkirin. Lê em dibêjin bila şer nebe, aştî hebe, azadî hebe, ciwanên Tirkiyeyê nemirin. Bi helwesta xwe ya bi rûmet em ê dev ji daxwaza xwe ya azadî û edaletê bernedin. Em dibêjin bila faşîzma AKP û MHP’ê bisekine. Em ê heta dawiyê ji bo aştî û azadiyê tebikoşin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Li dijî faşîzmê mil bidin mil” bi dawî bû. 
 
XARPÊT
 
Rêxistina HDP’a Xarpêtê bikaranîna çekên kîmyewî bi daxuyaniyekê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Xarpêtê Alî Yildirim ê di daxuyaniyê de axivî destnîşan kir ku Tirkiye li dijî peymanên navnetewî ku alîgirê wan e tevdigere.
 
 
 

Sernavên din

23/10/2022
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî