ÎZMÎR - Li Herêma Egeyê coşa Newrozê bi şîara “Newroz berxwedane, li dijî faşîzmê bihara gelane” destpêkir û bi sedan gel herikin qadên Newrozê. Li Îzmîr, Denîzlî, Balikesîr, Mugla û Manîsayê gelê herikî qadan bê navber dirûşmên bijê Ocalan û Efrîn berz kirin.
Li bajarên Îzmîr, Denîzlî, Balikesîr, Mugla û Manisayê yên Herêma Egeyê, bi deh hezaran gel herikîn qadê Newrozê û bi coş mezin bihara gelan Newroz pîroz kirin. Li qadan bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrînê” hatin berz kirin û guvend hatin gerandin. Ji 7 salî heya 70’î salî gel astengiyên polîsan nas nekirin, bi cil û bergên xweyên herêmî qada Newrozê tije kirin. Polîsên di ketina qadên Newrozê de dest danîn ser pûşî, flama, rengên kes, sor û zer. Di hemû pîrozbahiyên herêma Egeyê de Efrîn mijara serekeye û gel piştgiriya xwe ya ji Efrîn re diyar dike. Bernameyên Newrozê yên hemû bajaran bi axaftin, star stirîn û hwd berdewam dikin.