Uca ji NY û OPCW’ê pirsî: Gelo Ewropayê destûra bikaranîna çekên kîmyewî daye Tirkiyeyê?

  • rojane
  • 12:31 20 Cotmeh 2022
  • |
ENQERE - Feleknas Uca diyar kir ku divê kesek li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla artêşa tirk ve bêdeng nemîne û wiha bertek nîşanî bêdengiya cîhanê, NY û OPCW’ê da: “Gelo Ewropayê destûr daye Tirkiyeyê ku li erdnîgariya kurdan û li dijî kurdan çekên kîmyewî bi kar bîne, biceribîne û bifiroşe?” 
 
Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiyeyê di 6 mehan de li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê zêdetirî 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama çekên kîmyewî de 17 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dane û dîmenên 2 gerîlayên ji çekên kîmyewî bibandor bûyîn parve kirin. 
 
Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca têkildarî dîmenên bi kar anîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve û bêdengiya welatên ewropî nirxand. 
 
Feleknas Uca, diyar kir ku tu mirovên xwedî wijdan û exlaq nikarin dîmenên hatine parvekirin qebûl bikin û wiha got: “Her cara ku me ev rastî tîna ziman, digotin qey tenê îdiayeke. Bi dîmenên dawî re hemû kesî dît bê ka ji ber çekên kîmyewî ezyateke çawa dikişînin. Dê gelê kurd wan dîmenan tu carî ji bîr neke. Tu ferq û cudahiya wê ji tiştên di Komkujiya Helebçeyê de qewimîn nîne. Çekên kîmyewî yên ku di Komkujiya Helebçeyê de hatin bikaranîn, şîrketeke Hollandayê dabûn Sedam Huseyîn. Îro jî li pêş çavên cîhanê çekên kîmyewî yên qedexekirî tên bikaranîn. Êdî tu wijdan û exlaq vê qebûl nakin. Me heta niha digot kêr gihiştiye hestî lê êdî kêrê hestî jî derbas kiriye. Divê her kesek li dijî vê serî rake. Ji bo ku Tirkiye ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bê darizandin, divê her kesek têbikoşe.” 
 
‘LI GELIYÊ TIYARÊ JÎ BI KAR ANÎN’
 
Dema ku artêşa tirk di sala 2011’an de li Geliyê Tiyarê çekên kîmyewî bi kar anîn, Uca li gel şandeya ewropî çûbû herêmê. Uca, wiha qala wê demê kir: “Me ji ewilî xwest li cenazeyan binêrin. Lê destûr nedan. Ji ewil malbat li me geriyan û gotin ku hinek şop li ser cenazeyên zarokên wan hene. Cenazeyên wan guherî bûn. Piştî hevdîtina bi malbatan re jî me serî li Dozgeriya Meletiyê da ku cenazeyan bibînin. Lê destûr nedan û hewl dan êriş bikin. Li Geliyê Tiyarê me parçeyên qazanên MK 82/250 û MK 84/950 kg dîtin. Kefeke pora hevaleke jin, cilên wê yên şewitî, parçeyên laş, sol û kemerek me dît. Hemû darên ku qazan lê ketibû, şewitî bûn. Heke çekeke qedexekirî nebûya, nepêkane ew der eqwas bişewita. Şêniyên gundên derdorê gotin ku di dema avêtina bombeya qazanê de bêhna fêkiyan hatiye. Piştre jî serê wan êşiyaye, dilê wan rabûye û bêîştahî dest pê kiriye. Dema me ev bihîstin, Helebçe hat bîra me.” 
 
‘DINYA BÊDENG E’
 
Bi domdarî Uca diyar kir ku çeteyên girêdayî Tirkiyeyê jî li Efrîn û Serêkaniyê çekên qedexekirî bi kar anîne û ev tişt anî ziman: “Heta fosfor jî bi kar anîn. Hemû cîhanê bi çavên xwe dît lê bêdeng man. Di van çendek mehên dawî de her tim nûçeyên bi kar anîna çekên kîmyewî hatin weşandin. Gerîlayan bi çekên kîmyewî dikujin. Tenê navên 17 kesan hatin weşandin lê di êrişên berê de jî hinek kesên jiyana xwe ji dest dayîn hene. Dema lê dinihêrî, dibînî ku welatên ewropî û Neteweyên Yekbûyî (NY) bêdeng in. Erdogan li NY’ê nexşeyeke Tirkiyeyê nîşan da ku tevahiya Kurdistanê digire nava xwe. Heke li dijî nexşeya bi xeyalên osmanî hatiye amadekirin bêdeng bimînin, bêguman dê bi kar anîna çekên kîmyewî jî teşhîr nekin û darizandinek çênebe.” 
 
‘GELO DESTÛR DAN TIRKIYEYÊ?’
 
Uca, destnîşan kir ku li erdnîgariya kurdan û li ser gelê kurd çekên kîmyewî tên ceribandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 2011’an de wêne û dîmen nebûn. Lê niha wêne û dîmen hene. Wêneyên leşkeran hene ku bi xortiman diçin ketina şikeftan û çekên kîmyewî bi kar tînin. Li pêş çavên cîhanê hatin weşandin. Gelo ma dê êdî tespîteke çawa were kirin. Zanyar dibêjin ku hinek çekên kîmyewî bi qasî saetek an jî nîvsaetê bi bedena mirov ve dizeliqin. Tespîtkirina wan tenê dikare di nava vê demê de bê kirin. Lê belê NY û OPCW bêdeng e. Wê demê em vê pirsê ji wan bikin; gelo welatên Ewropayê ji bo ku Tirkiye li erdnîgariya kurdan û li ser gelê kurd çekên kîmyewî bi kar bîne, biceribîne û piştre jî bifiroşe destûr dane? Heke hesaba wê neyê pirsîn û pêşî li ber bikaranîna wan neyê girtin, wê demê xuyaye ku hemû dewletên cîhanê hevkarên vî sûcî ne.” 
 
‘DIVÊ GELÊ BAŞÛR QEBÛL NEKE’
 
Têkildarî helwesta hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û bertekên gel jî Uca wiha got: “Divê hikûmet û gelê Başûr berteka xwe nîşan bide. Hikûmeta navendî daxuyaniyê dide lê hikûmeta Başûr dengê xwe jî nake. Ev bêdengî tê wateya erêkirina bikaranîna çekên kîmyewî. Divê gelê Başûr destê xwe deyne ser wijdana xwe. Wan Helebçe, Enfal û Şengal çawa wiha zû ji bîr kirin? Zarokên kurd li pêş çavên cîhanê bi çekên kîmyewî tên qetilkirin û divê destê xwe deynin ser wijdana xwe. Divê gelê Başûr ji hikûmetê re bibêje; ‘heke tu vê siyasetê qebûl bikî wê demê îstîfa bike nexwe li dijî wê daxuyanî bide.’ Êdî tehemûla me nema. Dema min ew dîmen dîtin, min jixwe şerm kir û min got, demek em mirov nînin. Divê gelê Başûr dengê xwe bike û bertek nîşan bide.” 
 
‘DIVÊ ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ LI DIJ DERKEVE’ 
 
Uca, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê de gelê kurd ê li her çar parçeyan bi yek ruhî tevgeriya. Divê bi heman ruhî li dijî bi kar anîna çekên kîmyewî jî derkeve. Çawa ku wan 17 kesan bi vî ruhî li ber xwe da be, divê em jî bi heman ruh serî rakin û bêdeng nemînin. Ewropa her tim dibêje ‘em bifikarin’ û li pêşiya Erdogan nesekinîn. Ew dev ji wan fikarên xwe bernadin lewma Tirkiye îro çekên kîmyewî bi kar tîne. Heke her çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê bûyerê bêdeng bimînin, wê demê bi rastî jî ev tê wateyê ku wijdana me nema ye. Divê her çar parçeyên Kurdistanê bi yek ruh û bi yek dengî serî rake, hesaba van êrişan bipirse û pêşî li ber bigire.” 
 
MA / Bêrîvan Altan 
 

Sernavên din

23/10/2022
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir
19:02 Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
18:39 Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike
17:19 Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek
17:06 Olûç: Heke we çekên kîmyewî bikar neaniye wir ji rêxistinên navnetewî re vekin
16:48 ‘Serdest di wêjeya xwe de kurdan xirab nîşan didin’
16:21 Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn
16:09 Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn
16:06 Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin
16:04 Walîtiya Amedê ji bo mitînga Erdogan li ser hev peyaman ji xelkê re dişîne!
15:46 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Bi hezaran mirov hatin girtin
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî