HTŞ ber bi Efrînê, rejim ber bi Idlibê ve!

  • rojane
  • 11:50 20 Cotmeh 2022
  • |
RIHA - Rojnamevan Cemîl Ebdo, diyar kir ku pêşdeçûna HTŞ’ê ya ber bi Efrînê ve ji bo Idlib radestî rejîmê bê kirin amadekariyeke destpêkê ye û bi lêv kir ku Tirkiye HTŞ’yê pêşkeş dike ku planên li ser cihên wê dagirkirine vala derxîne. 
 
Hate îdiakirin ku Heyet Tahrîr el-Şam (HTŞ) ku Tirkiye jî di nav de di lîsteya rêxistinên terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Kanada û Amerîkayê de ye bi komên girêdayî wê ve di 13’ê cotmehê de navenda Efrînê xistine bin kontrola xwe. Çavkaniyên herêmî ev îdia piştrast kirin. 
 
Daxwaza HTŞ’ê ya ji bo ber bi Efrînê ve pêşde biçe ji serê mehên havînê ve di çapemeniyê de cih girt. Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di 25’ê gulanê de daxuyaniyek dabû û li dijî van geşedanan hişyarî dabû. 
 
TÊKILIYÊN HTŞ’Ê Û ARTÊŞA TIRK
 
Li Efrîna ku di 20’ê çileya 2018’an de bi navê ‘Operasyona Şaxa Zeytûnê’ ji aliyê artêşa tirk û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) ya girêdayî wê ve hate dagirkirin HTŞ û komên koalîsyonê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve di nava SMO’yê de hatin avakirin û hevkarê HTŞ'ê Ehrar El Şam jî di nav de ye, ji havînê û vir ve di nava şer de ne. HTŞ’a ku bi guhertina navê Eniya El Nûsra ya baskê El Kaîde yê Sûriyeyê derket holê û tê îdiakirin ku 30 hezar endamên wê hene li Idlibê bi cih bû. Di 18’ê hezîranê de Tahrîr El Şam ji deriyê Xezewî, navçeya Cindiresê û gundên derdorê re derbas bû û bi alên Ehrar El Şamê bi konvoya leşkerî kete Efrînê. Li nêzî bajarê Babê yê rojhilatê Helebê piştî şerê di navbera şervanên Tugaya Sêyemîn û Ehrar El Şam derket de bajarê Efrînê hate bidestxistin. Li dijî pêşdeçûna HTŞ’ê û liv û tevgera nava Efrînê balkêşe ku Tirkiye bêdengê. 
 
 SENARYOYÊN GENGAZ
 
Gelek senaryoyên anîna çeteyên Tehrîr El-Şam a ber bi Efrînê ve hene. Yek ji wan dîsîplîna hin komên paramîlîter e ku pêkanîna fermanên Tirkiyê bi riya “Tehrîr El-Şam” dereng dixe û ev jî îsbat dike ku koma herî nêzî îstixbarata Tirkiyê ye. Ya din jî ew e ku geşedanên li Efrînê amadekariyên danûstandinên plankirî yên di navbera Şam û Tirkiyeyê de ne ku tê payîn idlib radestî hikumeta Şamê û Rûsyayê were kirin. 
 
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Cemîl Ebdo geşedanên pêk hatî ji ajansa me re vegot. 
 
‘DIVÊ BERSIVA PÊŞDEÇÛNA HTŞ’Ê BÊ DAYÎN’
 
Ebdo, diyar kir ku nêzî 10 roj in şer û pevçûn hene û bi lêv kir ku HTŞ ji rojhilatê Efrînê hatiye ketiye bajêr. Ebdo, ev pêvajo wiha vegot: “HTŞ di pêvajoya ku ber bi Efrînê ve dihat bi awayekî hêsan kete nava Efrînê. Berê xwe dan navçeya Cindiresê û ew der xistin bin kontrola xwe. Li Gurzele û hin gundên Efrînê bersiva pêşdeçûna wan hate dayîn lê ev ne têre nekirin. HTŞ’ê piştî gundên Efrînê yên beriya niha hatibûn dagirkirin berê xwe da Kefer Cenniyê. Niha li van gundan bi cih bûne û şer liv ir tê meşandin. Em dizanin ku li vir hevdîtinan dikin û hewl bidin li hev bikin.”
 
HTŞ’A KU PIŞTEVANIYA WÊ YA FÎNANSÊ BI DAWÎ BÛ VEGERIYA TIRKIYEYÊ
 
Ebdo, da zanîn ku roja HTŞ li Helebê hate avakirin ve ji aliyê Emîrtiya Ereban a Yekbûyî (BAE) ve tê fînansekirin, Amerîka di lîsteya fînansê de cih digire û wiha berdewam kir: “Piştî ku Trump bûbû serok ev kom ji lîsteya fînansekirina Amerîkayê hatibû derxistin. Piştî vê HTŞ nêzîkî Tirkiyeyê bû. Di pêşerojê de jî têkiliyên wan hebûn û ev bi hincetê ji nû ve bihêz kirin. Lê di pêvajoya dawiyê de di navbera hikumeta Şamê û Tirkiyeyê de nêzîkatiyek pêk hat. Ev hewldanên axaftinê BAE aciz kir. Ji ber vê yekê ev kom dîsa pêşkêş kirin û pêngaveke ku têkiliyên Tirkiyeyê û Hikumeta Şamê xera bike da destpêkirin.”
 
‘GEL BI KOMKUJIYAN RE RÛBIRÛ NE’ 
 
Ebdo, bi lêv kir ku Tirkiye fêhm dike ku planên li ser herêmên dagir kirine hene û bi pêşxistina HTŞ’ê re hewl dide van planan vala derxîne û anî ziman ku yek ji sedemên bingehîn ên vê yekê ew e ku li herêmên dagir kirine pêşî li avabûneke li hemberî wan bigire. Ebdo, bal kişand ku li dijî Şêrawa ku di nava Rêveberiya Xweser û girêdayî Kantona Efrînê de ye planên qirêj tên meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Plan dikin ku vê derê dorpêç bikin. Piştî ku Efrîn dagirkirin dixwazin nifûsa şêniyên Efrînê ku derbasî Şêrawa bûne kêm bikin. Ev dagirkerî û kontrola HTŞ’ê ya li van deran wê di demê pêş de rê li ber komkujiyan vebike. Em vê ji pêvajoya Idlibê dizanin. Gelek mirovên ne misilman ji aliyê HTŞ’ê ve hatin qetilkirin. Li Efrînê civaka êzidî û elewî hene. Ew jî di bin xetereyeke mezin de ne.”
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

22/10/2022
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan
22:05 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir: Em li dijî şer li ser dikê ne!
21:23 Malbatên Pirsûsê di meha 87'an a nobeda edaletê de li hev kom bûn
21:03 Tevgera Ciwanên Welatparêz êrişên kîmyewî şermezar kir
19:18 Li Silêmaniyê 8 penaberên siyasî hatin binçavkirin
18:03 Ji ber daxuyaniya têkildarî çekên kîmyewî der barê Fîncanciyê de lêpirsîn
17:35 Li Licê operasyoneke leşkerî dest pê kir
17:21 Bikaranîna çekên kîmyewî hat protestokirin: Yên bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in
16:40 Li Mêrdînê berteka hevpar: Divê bêdengiya li dijî çekên kîmyewî bi dawî bibe
16:37 Bikaranîna çekên kîmyewî li Serhedê hat protestokirin
16:05 Konferansa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya xwe aşkera kir
16:04 Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
15:39 Serokwekîlên Koma HDP’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji Akar pirsîn
15:32 Nobeta Edaletê: Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe
15:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk didomin
15:07 Di dema hevdîtina ser telefonê de tekmîlê li girtiyan ferz dikin
15:04 Malbatên endamên HPG’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:54 Hevserokên HDP’ê Serokkomarê Iraqê Reşîd pîroz kir
14:10 Êrişa bi çekên kîmyewî li pêşiya Parlamentoya Ewropayê hatin şermezarkirin
13:50 Li Îranê şermezarkirin di roja 33’yemîn de ne
13:45 TAJÊ’yê bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir
13:33 50 sal cezayê hefsê dan cerdevanê tecawizkar
13:31 Gunay: Divê saziyên pêwendîdar nebin şirîkê êrişên çekên kîmyewî
13:20 Komîsyon ji bo betalkirina parlamenteriya Guzel civiya
13:18 Instagramê manşeta ‘kîmyasalê’ ya Yenî Yaşamê qedexe kir!
13:16 Li Silêmaniyê di wesayitekê de teqîn
13:01 Malbatên girtiyan: Girtî nikarin li benda meh û salan bisekinin
12:56 Li cihê çalakiya Malbata Şenyaşar erebeya hespan hat parkkirin
12:31 Uca ji NY û OPCW’ê pirsî: Gelo Ewropayê destûra bikaranîna çekên kîmyewî daye Tirkiyeyê?
12:29 Ji Abdûllah Ocalan 18 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kirin
12:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk bû TT
12:04 Dayikên Aştiyê : Kurdno li dijî çekên kîmyewî rabin ser pêya
11:57 Saziyên kurdî wê sibê Cegerxwîn bi bîr bînin
11:50 HTŞ ber bi Efrînê, rejim ber bi Idlibê ve!
11:49 Êrişên bi çekên kîmyewî li gelek bajarên welatên Ewropayê hatin protestokirin
11:49 Salek û 3 meh ceza li stranbêj Dora hat birîn
11:36 Fîncanci: Çekên kîmyewî yên ku sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn