Goksungur: Çalakiyên li dijî tecrîdê dê li ber OPCW berdewam bikin

  • rojane
  • 10:36 20 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksungur diyar kir ku êrişên çekên kîmyewî yên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û ew ê çalakiyên xwe li dijî tecrîdê li ber OPCW’ê bidomînin. 
 
Tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Bi pêşengiya Kongeya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo azadiya Ocalan li ber Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li dar dixe. Şandeyek ji siyasetmedarên kurd bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re hevdîtin kir. Hevseroka KCDK-E’yê Fatma Goksungur a ku di şandeyê de cih girt, têkildarî çalakiyên li dar dixin axivî.  
 
ÎMRALÎ DI KONTROLA GLADIYOYÊ DE YE 
 
Goksungur diyar kir ku 24 sal in Abdullah ocalan tê tecrîdkirin û Girava Îmraliyê ku Ocalan lê tê ragirtin tenê di kontrola Tirkiyeyê de ye û Girav di serî de di destê NATO û Gladio û hemû hêzên navnetewî de ye. Goksungur anî ziman ku divê CPT wezîfeya xwe ya pêşîlêgirtina îşkenceyê bi cih bîne. 
 
CPT’IYÊ FIKARAN ZÊDETIR KIR 
 
Goksungur têkildarî hevdîtina wan li gel CPT agahî dan û wiha got: “CPT ji me re got ku wê agahiyên têkildarî hevdîtina li Îmraliyê parve nekin. Em jî dibêjin CPT’iyê fikarên gelê kurd zêdetir kirin. Ji ber ku derbarê serdanê de tu daxuyanî neda, mirov bixwaze nexwaze wê xelkê Kurdistanê fikar bike. Niha ne malbat ne jî parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Ev tecrîd dide nîşandan her roja ku diçe şert û mercên li Îmraliyê girantir dibin.” 
 
‘CPT TEVÎ FIKARAN JÎ BÊDENG E’ 
 
Goksungur anî ziman ku di hevdîtinên xwe yên berê de diyar kiribûn ku divê CPT der barê serdanan de daxuyaniyê bide, lê tevî fikaran zêde bûne jî bêdeng maye û ev bêdengî rê li ber kûrkirina tecrîdê vedike. Goksungur derbarê astengkirina ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan de jî got: “Heke hiqûqa gerdûnî ji bo her kesî be, divê li ser Rêber Ocalan jî were sepandin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan esas digirin.”
 
‘ÇEKÊN KÎMYEWÎ JI TECRÎDÊ QUT NÎNE’ 
 
Goksungur da zanîn ku ew wek KCDK-E çalakiyên xwe didomînin û ew di serî de gazî KE û CPT û tevahiya saziyên navnetewî dikin û komploya navnetewî bûye tecrîda navnetewî û wiha got: “Niha şerê li Kurdistanê li dijî gerîla tê meşandin, bi taybetî jî bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayan ji tecrîdê û komployê qut nîne. Niha rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyey3e û muameleya xerab a li dijî girtiyan ji tecrîdê qut nîne.”
 
ÇALAKÎ DÊ LI BER OPCW’Ê BIDOME
 
Goksungur diyar kir ku dê çalakiyên wan bê navber bidomin û ew ê ji 1'ê mijdarê heta 3'ê mijdarê li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çalakiyan li dar bixin. Goksungur got OPCW jî wek CPT saziyeke ku li ser qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewletan ve hatiye avakirin, lê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve bêdeng dimîne.
 
TÊKOŞÎNA AZADKIRINÊ
 
Goksungur destnîşan kir ku ew di nava şerek topyekûn bi komployê ve girêdayî ye de ne û ew ê têkoşîna wan bidome û ji bo azadiya Ocalan dê li her deverê li qadan bin.
  
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

22/10/2022
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan
22:05 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir: Em li dijî şer li ser dikê ne!
21:23 Malbatên Pirsûsê di meha 87'an a nobeda edaletê de li hev kom bûn
21:03 Tevgera Ciwanên Welatparêz êrişên kîmyewî şermezar kir
19:18 Li Silêmaniyê 8 penaberên siyasî hatin binçavkirin
18:03 Ji ber daxuyaniya têkildarî çekên kîmyewî der barê Fîncanciyê de lêpirsîn
17:35 Li Licê operasyoneke leşkerî dest pê kir
17:21 Bikaranîna çekên kîmyewî hat protestokirin: Yên bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in
16:40 Li Mêrdînê berteka hevpar: Divê bêdengiya li dijî çekên kîmyewî bi dawî bibe
16:37 Bikaranîna çekên kîmyewî li Serhedê hat protestokirin
16:05 Konferansa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya xwe aşkera kir
16:04 Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
15:39 Serokwekîlên Koma HDP’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji Akar pirsîn
15:32 Nobeta Edaletê: Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe
15:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk didomin
15:07 Di dema hevdîtina ser telefonê de tekmîlê li girtiyan ferz dikin
15:04 Malbatên endamên HPG’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:54 Hevserokên HDP’ê Serokkomarê Iraqê Reşîd pîroz kir
14:10 Êrişa bi çekên kîmyewî li pêşiya Parlamentoya Ewropayê hatin şermezarkirin
13:50 Li Îranê şermezarkirin di roja 33’yemîn de ne
13:45 TAJÊ’yê bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir
13:33 50 sal cezayê hefsê dan cerdevanê tecawizkar
13:31 Gunay: Divê saziyên pêwendîdar nebin şirîkê êrişên çekên kîmyewî
13:20 Komîsyon ji bo betalkirina parlamenteriya Guzel civiya
13:18 Instagramê manşeta ‘kîmyasalê’ ya Yenî Yaşamê qedexe kir!
13:16 Li Silêmaniyê di wesayitekê de teqîn
13:01 Malbatên girtiyan: Girtî nikarin li benda meh û salan bisekinin
12:56 Li cihê çalakiya Malbata Şenyaşar erebeya hespan hat parkkirin
12:31 Uca ji NY û OPCW’ê pirsî: Gelo Ewropayê destûra bikaranîna çekên kîmyewî daye Tirkiyeyê?
12:29 Ji Abdûllah Ocalan 18 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kirin
12:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk bû TT
12:04 Dayikên Aştiyê : Kurdno li dijî çekên kîmyewî rabin ser pêya
11:57 Saziyên kurdî wê sibê Cegerxwîn bi bîr bînin
11:50 HTŞ ber bi Efrînê, rejim ber bi Idlibê ve!
11:49 Êrişên bi çekên kîmyewî li gelek bajarên welatên Ewropayê hatin protestokirin
11:49 Salek û 3 meh ceza li stranbêj Dora hat birîn
11:36 Fîncanci: Çekên kîmyewî yên ku sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn