Meclisa Tenduristiyê ya KCD’e: Ev sûc tenê li dijî gelê kurd û gerîlayên wan nayên kirin

  • rojane
  • 17:05 19 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Meclisa Tenduristiyê ya KCD’ê diyar kir ku sûcê bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Federal a Kurdistanê tê kirin, ne tenê li dijî gerîlayan lê li dijî mirovahiyê tên kirin û wiha got: “Divê hemû kes li dijî van sûcan bi hev re bikeve nava tevgerê.” 
 
Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê ji hêla Tirkiyeyê û bi hevkariya PDK’ê tên kirin, daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Komara Tirkiyeyê ji destpêka damezirandina xwe heta niha qirkirina kurdan kiriye hedefa xwe û wiha got: “Komkujiyeke din li komkujiyên xwe zêde kir. Di êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî başûrê Kurdistanê de bi hezaran caran çekên kîmyewî bi kar anî û di encama van êrişan de 44 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.” 
 
‘SÛCÊ ŞER …’
 
Meclisa Tenduristiyê ya KCD’ê destnîşan kir ku bi kar anîna çekên kîmyewî bi peymanên navneteweyî hatiye qedexekirin û weke sûcekî lanetî hatiye pênasekirin û wiha domiya: “Dema kesek ji van êrişan bibandor dibe, ziyan digihe sîstema navendî ya rehikan, sîstema hilmijînê xesar dibîne û rê li ber mirineke biêş vedike. Yan jî rê li ber ziyanên mayînde vedike. Lewma jî di tipê de weke ‘bîoterorîzm’ tê pênasekirin. Ev êriş, weke ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ hatiye pênasekirin. Lê belê ne tenê mirovên di wê kêliyê de li wir jê bandor bûyîn, bandora wê bi salan didome. Tev li av, hewa û axê dibe û gefeke mezin li ser zindiyên wê herêmê dike.  
 
EV SÛC TENÊ LI DIJÎ GELÊ KURD NAYÊ KIRIN
 
Divê tevahiya cîhanê vê yekê baş bizane ku ev sûc ne tenê li dijî gelê kurd û gerîlayên wê tê kirin. Sûcê ku li başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî tê kirin, sûcekî li dijî hemû mirovahiyê ye. Careke din aşkere bû ku dewleta tirk ne tenê dijminê gelê kurd lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê gefeke mezin e. OPCW ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî hatiye damezirandin, dibêje ku heke dewletek serî li wan bide dikarin bibin alîkar. Bi vê yekê re rûyê hêzên modernîteya kapîtalîst careke din raxistiye ber çavan. Li şûna ku ev sazî jiyan û tenduristiya hemû gelên cîhanê esas bigirin, careke din nîşan dan bê ka çawa bûne hevkarên van sûcan. 
 
PEYAMA BERXWEDANÊ
 
Weke Meclisa Tenduristiyê ya KCD’ê, em dibêjin ku di demekî ku ev êrişên berfireh ên qirkirinê li dijî Kurdistanê tên kirin de, kesek nikare qala rewşa bitendurist bike. Tenê heke li dijî van êrişan berxwedaneke şoreşger demokratîk bê pêşandan dikare qala rewşa bitendurist bê kirin. Her wiha em ê di rêya pêşengên xwe yên li dijî van êrişên qirkirinê têdikoşin de bimeşin û azadiya xwe ava bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû sazî û kesên şoreşger û demokrat dikin ku têkoşîna gelê Kurdistanê mezintir bikin. Di serî de saziyên navneteweyî, banga me li hemû saziyan ew e ku li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê xwedî helwest bin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.” 
 

Sernavên din

22/10/2022
15:26 ‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’
15:25 Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
15:16 ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan
14:54 Ciwanê ku di 7 mehan de 6 caran hate binçavkirin hate girtin
14:02 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan
22:05 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir: Em li dijî şer li ser dikê ne!
21:23 Malbatên Pirsûsê di meha 87'an a nobeda edaletê de li hev kom bûn
21:03 Tevgera Ciwanên Welatparêz êrişên kîmyewî şermezar kir
19:18 Li Silêmaniyê 8 penaberên siyasî hatin binçavkirin
18:03 Ji ber daxuyaniya têkildarî çekên kîmyewî der barê Fîncanciyê de lêpirsîn
17:35 Li Licê operasyoneke leşkerî dest pê kir
17:21 Bikaranîna çekên kîmyewî hat protestokirin: Yên bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in
16:40 Li Mêrdînê berteka hevpar: Divê bêdengiya li dijî çekên kîmyewî bi dawî bibe
16:37 Bikaranîna çekên kîmyewî li Serhedê hat protestokirin
16:05 Konferansa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya xwe aşkera kir
16:04 Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
15:39 Serokwekîlên Koma HDP’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji Akar pirsîn
15:32 Nobeta Edaletê: Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe
15:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk didomin
15:07 Di dema hevdîtina ser telefonê de tekmîlê li girtiyan ferz dikin
15:04 Malbatên endamên HPG’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:54 Hevserokên HDP’ê Serokkomarê Iraqê Reşîd pîroz kir
14:10 Êrişa bi çekên kîmyewî li pêşiya Parlamentoya Ewropayê hatin şermezarkirin
13:50 Li Îranê şermezarkirin di roja 33’yemîn de ne
13:45 TAJÊ’yê bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir
13:33 50 sal cezayê hefsê dan cerdevanê tecawizkar
13:31 Gunay: Divê saziyên pêwendîdar nebin şirîkê êrişên çekên kîmyewî
13:20 Komîsyon ji bo betalkirina parlamenteriya Guzel civiya
13:18 Instagramê manşeta ‘kîmyasalê’ ya Yenî Yaşamê qedexe kir!
13:16 Li Silêmaniyê di wesayitekê de teqîn
13:01 Malbatên girtiyan: Girtî nikarin li benda meh û salan bisekinin
12:56 Li cihê çalakiya Malbata Şenyaşar erebeya hespan hat parkkirin
12:31 Uca ji NY û OPCW’ê pirsî: Gelo Ewropayê destûra bikaranîna çekên kîmyewî daye Tirkiyeyê?
12:29 Ji Abdûllah Ocalan 18 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kirin
12:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk bû TT
12:04 Dayikên Aştiyê : Kurdno li dijî çekên kîmyewî rabin ser pêya
11:57 Saziyên kurdî wê sibê Cegerxwîn bi bîr bînin
11:50 HTŞ ber bi Efrînê, rejim ber bi Idlibê ve!
11:49 Êrişên bi çekên kîmyewî li gelek bajarên welatên Ewropayê hatin protestokirin
11:49 Salek û 3 meh ceza li stranbêj Dora hat birîn
11:36 Fîncanci: Çekên kîmyewî yên ku sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn