AMED - Gelê Efrînê bi peyamekê Newroza Amedê ku sedhezar tevlêbûne silav kir û got: “Amed paytext e, êdî divê rola xwe bilîze. Dive edî rola xwe ya pêşengiyê bilîze."
Newroza Amedê bi tevlêbûna sed hezaran dest pê kir. Bi sed hezaran li Parka Newrozê kom bûn û li ber stranên Helim Omer û Xera Ebas Newrozê pîroz dikin. Piştî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir helîkopter li ser gel difirin. Girseya ku derbasî qadê bû bê navber dirûşmea “Biji Serok Apo”, "Bijî Berxwedana Efrînê berz dikin. Pîrozbahiya newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir.
GELÊ EFRÎNÊ PEYAMA 'ÊDÎ DIVÊ AMED ROLA XWE BILÎZE' ŞAND
Ewil Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî. Ozturk, piştre peyama ku gelê Efrinê ji Newroza Amedê re şand xwend.
Nivîsa Gelê Efrînê ya bi sernavê “Ji Bajarê Berxwedanê Efrinê ji bo gelê paytextê Amedê" wiha ye:
“Em wekî gelê Berxwedêr ê Efrînê gelê Amedê yê berxwedêr silav dikin. Em gelê kurd, ereb û tirkmen ên li Efrînê dijîn, bi salan in di nava aramî, aştî û wekheviyê de dijîn. Le em Newroza 2018'an di bin dagirkeriyê de derbas dikin. Dewleta Tirkiye di 20'ê çile de axa me dagir kir. Em wekî gelê li Efrînê dijîn xwediyê Efrînê yê rasteqîn û esîl in. Dewleta Tirkiye bi zorê em ji axa me derxistin. Niha jî dixwazin mirovên ne aydî vir li vir bi cih bike. Ev dagirkerî û êrîşa li dijî gelê Efrînê di heman demê de li dijî hemû gelê kurd e. Efrîn rastî êrîşa artêşa herî mezin a NATO hat. Gelê me li dijî artêşa mezin bi peqrewanî li ber xwe dan. Bi deh hezaran kurd neçar man koç bikin. Gelê Efrînê ne tenê li dijî artêşa Tirkiye li dijî gelek welatên navdewletî li ber xwe da û li ber xwedide.
EM DÊ DAGIRKERAN JI SER AXA XWE BAVÊJIN
Ji bo em rûmet û axa xwe biparêzin heta dawî me li ber xwe da. Em li dijî hêzên ku dewletek bi tena serê xwe nikare bi wan re şer bike, li ber xwe didin. Bi piştgiriya hêzên navdewlete çeteyên OSO ketin axa me. Gelê me ji bo ewlehiyê tedbîrên xwe girt. Têkoşîna me didome. Têkoşîna me ket pêngavak nû. Bila dost û dijminê me baş zanibin heta ku em axa dîsa paşve bistînin em dê têkoşîn û berxwedana xwe berdewa bikin. Artêşa dagirker yên ketin gundên Efrînê mal û milkê gel talan dikin û wêran dikin. Em dê heta dawî ji bo rûmet û axa xwe şer bikin. Em nasnameya xwa û azadiya xwe bi tu tuştî nadin guhertin. Bila fikara tu kesê tune be. Yên li pişt raberîn û berxwedana Efrînê cihê xwe girt em spasiyên xwe ji wan re pêşkêş dikin. Efrîn êdî ne tenê mala me ye. Mala hemû gelan û mirovahiyê ye. Kesên ji hemû bajarên Kurdistanê hatin û ji bo axa Efrînê şehîd bûn dê qet neyê ji bîr kirin. Efrîn bajarê hemû mirovahiyê ye. Dê tu carî nebe axa dagirkeran. Ji ber vê yekê tekoşîna me di merhaleya nû de ji nûve dest pê dike û bêtir pêdivî bi piştgiriyê heye.
DIVÊ AMED ROLA XWE YA DÎROKÎ BILÎZE
Divê êdî Amed rapola xwe ya dirokî bilîze. Divê hemû kesên alîgirê mirovahiyê piştgiriyê bidin têkoşîna Efrînê. Ger ku em hemû biin yek em dê karibin dagirkeran ji ser axa xwe paqij bikin. Amed paştext e. Divê êdî rola xwe ya pêşengiyê bilîze. Divê demek beri demekê rola xwe ya pêşengiyê bilîze. Em bawer dikin ku em dê Newroza 2019'an di nava hevî û azadiyê de pîroz bikin. Dîrok dê ji aliyê gelê berxwedêr ve bê nivîsandin. Bijî Newroz, bijî tekoşînameyê Azadiyê!”
AGIRÊ NEWROZÊ HAT PÊXISTIN
Piştî peyama Gelê Efrînê hat xwendin agirê Newrozê hat pêxistin. Newroz bi stran govend û dirûşmeyan berdewam dike.
Piştre peyama siyasetmedarên kurd ên hatine girtin hat xwendin.