STENBOL - Bi sedhezaran gelê Stenbolê bi cilên xweyên neteweyî bi otobus, trên, keştî û maşîneyan berê xwe dan qada Newrozê ya Bakirkoyê. Gelê ku kom bi kom hatnin qada Newrozê bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Bijî Serok Apo” berz dikin û dikevin qadê.
Bi sed hezaran welatiyên Stenbolê bi cil û bergên rengîn, bi otobus, trên, keştî û maşîneyên taybet berê xwe dan qada Newrozê ya Bakirkoyê. Newroza ku bi dirûşmeya “Newroz Berxwedan e, Li Dijî faşîzmê Bihara Gelan e" tê pîrozkirin dest pê kir. Newroza li qada Bakirkoyê bi tevlêbuna sedhezaran welatiyên Stenbolê dest pê kir. Dema rojnamegerên xwestin biçin qadê li nokteyên polîsan rasti astengiya polîsan hatin.
Bi sed hezaran welatiyên li nokteyên polîsan di lêgerînê re derbas bûn ketin qadê. Ji ber lêgerîna polîsan bi deh hezaran ketin dorê û îzdiham pêk hat. Girseya ku li nokteyên lêgerînê kom bû bê navber dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Efrinê" "Bijî Serok Apo" berz kirin. Girseya ku ket qadê li ber def û zurneyan govend gerandin û bê navber li qadê dirûşmeya “Qatîl Erdowan”, “Zext me têk nabin", “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Efrinê" berz dikin. Herikîna qada Newrozê berdewam dike. Piştî girse li ber nokteyên polîsan zêde kom bûn, polîs neçar man nokteyên kontrolê rakin û girse diherike qada Newrozê.
POLÎSAN DOWÎZÊN 'NE ŞER AŞTÎ' Û 'DEHAQÊ ZALIM DÊ WINDA BIKIN' HILNEGIRTIN HUNDIR
Girseyê xwestin pankartên “Em ne şer aştiyê dixwazin" û “Dehaqên Zalim dê winda bikin Kawayên Şoreşger dê bi ser bikevin" têixîn qadê. Lê polîsan destûr neda pankartan. Amîrê polîsan fermana 'Tişta we ne eciband negirtin hundir' da polîsan. Gelek welatiyan li dijî astengiyên polisan di ber xwe dan û alavên li ser xwe nedan polisan. Polîsan li dêgerînê de tîşortên li ser “Kurdistan” nivîsandibû jî desteser kir. Dîsa rengên kesk, sor û zer jî desteser kir. Polîsan di nokteya lêgerînê de rojnameger jî asteng kir û nexwest niqaşên navbera wan û gel bikişîne.
DIRUŞMEYÊN EFRÎN Û OCALAN BERZ DIBIN
Li qada Newrozê dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Efrînê", û “Bijî Serok Apo” berz dibin. Girseya ku daket qada Newrozê bê navber dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrînê” berz dikin. Li ser dikê jî pankarta “Newroz pîroz be” hat daliqandin.
Herikîna qada Newrozê didome.