Rojnameger Ozdemîr: Li Iraqê her aliyê ku winda kirî xwe serkeftî nîşan da

  • cîhan
  • 10:36 19 Cotmeh 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Mervan Ozdemîr têkildarî hilbijartina serokkomartiya Iraqê got; “her kesê winda kirî, xwe serkeftî nîşan da” û ev nirxandin kir: “Heke partiyên kurd rageşiya di navbera xwe de bi dawî nekin, dê li ser navê kurdan hinek kesên din biryaran bidin.” 
 
Bi ser hilbijartinên Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê yên 10’ê cotmeha 2021’an re salek derbas bû. Iraqê, salek piştre karî hilbijartina serokkomariyê li dar bixe. Her çend ku di makeqanûnê de xaleke ku meqaman di navbera aliyan de destnîşan dike tune bû jî, ji sala 2003’yan heta niha serokkomartiya Iraqê kurd, serokwezîrtiyê şiî û serokatiya meclisê jî sunî dikin. Peymaneke bi heman rengî jî li Herêma Federal a Kurdistanê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) de heye. Li gorî vê; serokatî û serokwezîrtiya Herêma Federal a Kurdistanê PDK dike û Serokkomartiya Iraqê jî YNK dike. Di hilbijartinên 9’ê çileyê de serokê meclisê yê berê Muhammed Halbusî bi 200 dengan dîsa hat hilbijartin ku 329 kursiyên wê hene. Piştî hilbijartina serokê meclisê, hilbijartina serokkomartiyê rê li ber krîzên mezin vekir. Piştî krîza siyasî, di 13’ê cotmehê de hilbijartin hat kirin û namzetê serbixwe Latîf Reşîd bi 162 dengan hat hilbijartin ku 277 kes tev li hilbijartinê bûbûn. Namzetê YNK’ê û serokkomarê dema berê Berhem Salih tenê 99 deng standin. 
 
Serokkomarê Iraqê yê nû Latîf Reşîd, pêr li Qesra Selamê ya li paytext Bexdayê bi toreneke fermî dest bi peywira xwe kir. Reşîd, di heman demê de ji bo avakirina hikûmetê jî Muhammed Şiya es-Sudanî peywirdar kir. Tê payîn ku hikûmeta Iraqê ya nû di nava 30 rojan de bê avakirin. 
 
Rojnameger Mervan Ozdemîr ku li Herêma Federal a Kurdistanê dijî, têkildarî hilbijartinên serokkomartiyê û geşedanên piştre ji ajansa me re nirxand. 
 
‘ŞERÊ JÊ PAR GIRTINÊ’
 
Rojnameger Mervan Ozdemîr da zanîn ku Iraq, bi hezaran sala ye pirsgirêkên civakî dijî û wiha got: “Pirsgirêkên weke jin, mezheb, ol, desthilatdarî û hwd. pirsgirêkên bingehîn ên Rojhilata Navînin. Li Iraqê jî siyaseteke rojane tê kirin ku pirsgirêkên heyî bêhtir tên kûrkirin û tu çareserî nayên peydakirin. Hilbijartin jî di bin siya van pirsgirêkan de tên kirin. Hibijartina 10’ê cotmeha 2021’an ne hilbijartineke rewa bû û nûnertiya gel nedikir. Gel tev li vê hilbijartinê nebû. Rêjeya tevlibûna hilbijartina Herêma Federal a Kurdistanê ji sedî 30 bû. Li Iraqê jî heman tişt hebû. Ev rewş jî nîşan dide ku di navbera gel û saziyên siyasetê de navbereke mezin heye. Xuyaye ku bi xema partiyên siyasî nîne bê ka gel tev li hilbijartinan bûye yan na. Ji xwe heta niha qet nehatiye dîtin ku partiyekê ji ber beşdarbûneke wiha kêm îstîfa kiribe yan jî rexnedayîn dabe. Jixwe van partiyan tu carî negotiye ku dê pirsgirêkekê çareser bikin. Tiştên diqewimin, bi temamî şerê desthilatdarî û pargirtina ji dewletê ye. Di hilbijartinên ku hemû kes têkçûyî de hemû kesî xwe weke serkeftî be nîşan da.” 
 
DESTWERDANA NAVNETEWEYΠ
 
Bi domdarî Ozdemîr got ku di encama hilbijartinê de Tevgera Sadr bi 73 kursiyan bû mezintirîn koma meclisê û wiha domand: “Tevgereke polîtîke ku girseya wê heye û di dema Sedam de çendek hewldanên wê yên serhildanê çêbûn. Dirûşma wê ya sereke têkoşîna li dijî nelirêtiyê bû. Her wiha sozeke wê ew bû ku dê hikûmeta nû di bin bandora welatên derve de nebe. Lê hêj di gavên destpêkê de berevajî van sozên xwe tevgeriya. Weke mînak, qala têkoşîna li dijî nelirêtiyê dikir lê Hoşyar Zebarî yê PDK’î ku ji hêla Sadrê ve weke namzetê serokkomartiyê dihat nîşandan, dema karê Wezareta Darayî dikir ji peywirê hatibû girtin. Gotin û kirinên wê hev negirtin û peymana di navbera PDK û YNK’ê de jî xera kir. Vê yekê jî rê li ber krîzan vekir. Ji bo hilbijartina serokkomartiyê çendek hewldanên wan çêbûn lê hejmareke têrker nekarîn peyda bikin. Li gorî min Sadr roj bi roj bêqedir dibû û lewma jî serî li îstîfakirinê dan. Her wiha di vê navberê de PDK’ê namzetê xwe guherand û Rêber Ehmed weke namzet nîşan da. Lê dîsa jî nekarî bi ser keve.  Piştî îstîfakirina Sadrê jî Çarçoveya Koordînasyonê hem cihên ji Sadrê vala mayîn tije kirin û hem jî ji bo avakirina hikûmetê kete nava hewldanan. Bêguman Sadr li cihê xwe nesekinî û protestoyên ku mekanîzmayên dewletê bixitimîne pêk anîn. Di encama protestoyan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Dema Iraq ber bi şerekî navxweyî yê mezin ve diçû, îtxîmalekî mezin bi lihevkirineke navneteweyî û bi hinek tawîzan hatin sekinandin.” 
 
DÊ KABÎNEYA NÛ BÊ AVAKIRIN
 
Di berdewamê de Ozdemîr bi lêv kir ku piştî bêencam bûna hewldanên Tevgera Sadrê yên ji bo hilbijartina serokkomariyê, bi pêşengtiya Çarçoveya Koordînasyonê bi navê Îdareya Dewletê koalîsyoneke nû hat avakirin û wiha domand: “Hemû alî di koalîsyonê de cih digirin. PDK û YNK’ê li hev nekir û heke gotin di cih de be vê koalîsyonê serokkomarek li kurdan tayîn kir. Piştî damezirandina vê koalîsyonê, di 13’ê cotmehê de serokkomar hat hilbijartin. YNK’ê nekarî Berhem Salih hilbijêre lê Îdareya Dewletê ji YNK’ê Latîf Reşîd hilbijart.” 
 
Ozdemîr, destnîşan kir ku Latîf Reşîd yek ji dostên qedîm ên Mam Celal e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Latîf Reşîd li Iraqê bi gelek peywiran rabûye. Hevjînê Şanaz Îbrahîm Ehmed e ku yek jê bandortirîn kesayên YNK’ê ye. YNK’ê heta niha li dijî vî navî gazincek nekiriye. Berevajî vê, weke serkeftinekê nîşan da. PDK’ê jî Berhem Salih neda hilbijartin û dikare ji xwe re weke serkeftinekê nîşan bide. Anku careke din em rastî hilbijartineke wisa hatin ku hemû kesî winda kiriye lê her kes xwe serkeftî nîşan dide. Latîf Reşîd, peywira avakirina hikûmetê da Muhammed Şiya Sudanî ku Tevgera Sadr bi awayekî tund red dike. Lê Sadr li dijî encamên hilbijartinê û avakirina hikûmetê tu gazinc nekirin. Ev jî nîşan dide ku lihev kirine. Nayê zanîn bê ka aliyan li ser çi lihev kirine. Gelemperiya kesayetên dê di hikûmetê de cih bigirin hatine diyarkirin. Hindik ma e ku parlamento bicive û kabîneya nû hilbijêr e.” 
 
‘DIVÊ KURD DEV JI RAGEŞIYA DI NAVBERA XWE DE BERDIN’ 
 
Rojnameger Mervan Ozdemîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îxtîmaleke mezine ku dê hikûmeta tê avakirin hikûmeteke demkî be û hilbijartinên pêşwext pêk bîne. Daxwaza bingehîn a Sadrê, dubarekirina hilbijartinê bû. Dibe ku bi şertê hilbijartina pêşwext jî dengê xwe nekiribe. Em dibêjin hilbijartina pêşwext lê hilbijartinên li Iraqê û dayîna biryaran bi salan didome. Hema hema aqûbeta hemû hilbijartinan mîna hev dibe. Her hikûmetek weke amadekara hilbijartineke din rol dilîze. Nikare tu xebatekê bike jî. Di halê hazir de rewşa heyî ya Iraqê ji bo kurdan xetere ye. Serokkomarê hatiye hilbijartin, ji hêla sunî û şîayan ve hatiye hilbijartin. Heke partiyên ku rageşiya di navbera xwe de bi dawî nekin, mîna hilbijartina serokkomariyê, dê her tim hinek kesên din li ser navê kurdan biryaran bidin.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

22/02/2023
09:28 ‘Ne erdhej lê dewlet dikuje'
09:12 Ji Egeyê 31 TIR û 20 kamyon alîkarî hat şandin
09:06 Li Amedê erdhej çêbû
09:04 Muslim: Di erdhejê de rastiya dewleta tirk derket holê
09:01 'Ger dewlet li şûna bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, bi hawara gel biçûya ev qas kes nedimirin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2023'YAN
21/02/2023
21:20 Alîkariya xelkê Silêmaniyê gihaşt Rojavayê
20:22 Ahmet Turk: Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana
19:50 CÎSST: 17 hezar û 600 girtî bandor ji erdhejê girtine
18:59 Cenazeyê Çîftçiyê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin
18:03 Li Girtîgeha Islahiyeyê gardiyanan êrişî girtiyan kir
17:36 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe jid est dan gihîşt 42 hezar û 310'an
17:26 Stûnên Girtîgeha Osmaniyeyê xesar dîtine: Em bi mirinê re rû bi rû hiştine
17:15 Êrişî HDP'a Stenbolê hat kirin
16:57 DBP: Em bi yek dengî xwedî li doza zimanê kurdî derkevin
16:51 Doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
16:46 Sancar: Em ê vê îktîdarê têk bibin û welêt jinûve ava bikin
16:45 Ji Serokkomarê Almanyayê peyama erdhejê ya bi kurdî: Êşa we êşa me ye
16:37 Pîrê elewiyan: Li şûna polîtîkayên ewlehiyê bila plana îmarê çêbikin
16:16 14 saziyên ziman daxuyanî dan: Em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya zimanê kurdî têbikoşin
15:49 Saziyên Kurdî: Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!
15:46 ‘Li Wanê planeke saziyên fermî ya têkildarî mexdûrên erdhejê nîne’
15:29 Başaran: Di vê karesata mezin de jî dev ji dijminatiya xwe ya kurdî bernedan
15:02 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê dest ji ‘konbajarê’ mayînde berdin
14:48 Gelo ji bo cihê konbajar lê tê avakirin soza îmarê hatiye dayîn?
14:35 Malbat nikare xwe bigihîne zaroka 15 salî ku ji bin kavilan sax xelas bû
14:21 Mutalaaya ‘Doza Akademiya KCK’ê’: Dozger 255 sal cezayê hefsê xwest
14:08 Avahî li ber hilweşînê ye lê rapora ‘kêmxesar’ dane!
13:39 Parlamenterên HDP’ê çûn serdana Girtîgeha Islehiyeyê
13:31 HDP’ê giliyê polîsên îşkencekar kir
13:21 Komeleya Ziman a Birca Belek: Em ê xwe ji vê pergala zimankuj biparêzin
13:18 Rapora çavdêriya HDK’ê: Dewlet tune ye, HDP li gorî ruhê piştevaniyê tevdigere
12:59 Coşkûn a HDP’î: Pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê nayên pêşwazîkirin
12:40 Di bin konên vala de zehmetiyên jiyanê didomin
12:21 Li navenda erdhejê gund bi gund bîlançoya erdhejê
12:09 Malbata Şenyaşar: Yek ji sedema erdhejê bêedaletî ye
12:04 Taxa Narliyê 2 metreyan tebiqî û 2 metreyan zeliya ye!
11:52 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo zarokan 'Leyzgeha Ceylan Onkolê' ava kir
11:49 Şêniyên Hasanaliyê: Ji ber ku em kurd û elewî ne, em bi cihêkariyê re rû bi rû man
11:47 Ji bo 9 hezar kesan tenê bijîşkek hatiye peywirdarkirin
11:39 ‘Bila qeysiyên di bin kavilan de TMO bikire’
11:21 Li Hatayê 2 nexweşxane hatin valakirin
11:16 Di erdhejê de 60 sewalên wî mirin
11:15 Piştî erdhejê li Girtîgeha Îskenderûnê tundiya psîkolojîk zêde bû
10:49 ‘Ez ê kon vedim lê dîsa jî xaka xwe naterikînim’
10:48 Wesayita leşkêrî qulipî: 8 leşker birindar bûn
10:34 Li Hatayê piştî OHAL’ê bêhiqûqî û tundî zêde bû
10:17 Gelê kurd ev sed sal in ji bo parastina zimanê xwe li dijî înkarê têdikoşe
09:57 'Divê pêdiviya mexdûrê erdhejê ya tuwalet, ava paqij û serşûştinê bê pêşwazîkirin'
09:16 Endezyarê Jeolojiyê Ceyhan: Efûya îmarê rê li ber encamên xedar vekir
09:00 Ekolojîst Çaglar: Kavilên li robaran tên valakirin dê bibin sedema qirkirina xwezayê
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Piştî erdheja li Defneyê 73 erdhejok çêbûn
08:10 Di erdhejên Hatayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 6'an
00:56 Ji Prof. Gorur hişyariya ji bo erdhejê: Divê Edene û Qibris jî hay ji xwe hebin
00:46 Li Defneyê li nav kavilên avahiya hilweşiyayî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
00:34 Li Lubnanê gel ji ber erdhejê li derve ye
00:23 AFAD: 42 îxbar ji Navenda Banga Lezgîn 112'yê re hatine
00:00 Li Hatayê du erdhej çêbûn:Gelek kes di bin kavilan de ne | BLOGA ZINDÎ
20/02/2023
23:53 Hişyariya ji bo 'avahiyên xesardîtî' yên Amedê
23:48 Li Amedê polîsan mudaxileyî welatiyan kir ku piştî erdhejê derketin derve
23:27 Li Antakyayê cenazeyê kesekî ji bin kavilan hat derxistin
23:17 Di erdheja Hatayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
23:12 Li Dîlokê gel derket derve
22:50 Nûçegihanên me ji Hatayê radigihînin
22:37 Li Sûriyeyê gelek kes ji ber erdhejê birîndar bûn
22:31 Li Îskenderûnê avahiyeke 3 qatî hilweşiya
22:13 Li Samandagiyê gelek avahî hilweşiyan, malbatek di bin kavilan de ma
21:54 Ji EMSC'yê hişyariya ji bo tsûnamiyê: Ji peravê dûr bisekinin
21:41 AFAD: Ji peravê û avahiyên xesardîtî dûr bisekinin
19:57 Li konên AFAD'ê lazmatiyên jinan nayên peydekirin
19:43 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê pêlîstok ji zarokên mexdûrên erdhejê re şandin
18:13 Akşenerê xwest mexdûrên erdhejê yên li Kurdistanê ber bi Stenbolê ve bên koçandin
18:04 Li konebajarê li Islahiyeyê qursa Quranê hat vekirin
17:12 Li Meletiyê ji ewil kavilên Trend Garden Rezidansê hatin rakirin!
17:08 Jinên Botanê TIR'a binevşî ber bi Dîlokê ve bi rê kir
16:54 Li girtîgeha bixesar ji bo sewqê heqê rê hate xwestin
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin