KODAR’ê banga avakirina ‘meclisên bajaran ên xweser’ li çalakvanan kir

  • rojane
  • 13:05 18 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KODAR’ê da zanîn ku çalakiyên li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê êdî gihiştine qonaxeke jêneveger û banga avakirina Meclisên Bajar ên Xweser kir. 
 
Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), bi daxuyaniyekê nêrîn û pêşniyarên xwe yên ji bo serhildana li Rojhilat û Îranê bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hatiye destpêkirin û hêj didome kir. KODAR’ê destnîşan kir ku çalakiyên vê carê ji çalakiyên berê xurtir û bidisiplîntir in û ev tespît kir: “Serhildan gihaştiye qonaxeke wisa ku êdî vegera wê nîne.”
 
Bi domdarî KODAR’ê diyar kir ku navendên bajaran bûne qadên raperînê û ev tişt gotin: “Hêzên rejîma Îranê heta astekê li ber xwepêşanderan bêkêr bûne û ev jî cihê hêviyê ye. Rejîma ku dest û lingên wê hatine girêdan, bi hemû hêza xwe êrişî çalakvanan dike ku dixwazin dawî li rejîma heyî bînin. Tiliya tu hêzên biyanî di serhildanê de nîne û hewceye ku li dijî vê rejîma dijminê civakê, li kolan û taxa tîmên navxweyî bên pêşxistin û Meclisên Rêveberiya Xweser a Bajaran bên avakirin. Divê yek ji xala esasî ya gel pêkanîna vê mercê be, çalakiyên xwe xurtî bidomînin.
 
XAMANEY BANGA XWÎNRIJANDINÊ KIRIYE
 
Helwesta rejîm û dewleta Îranê li gotin û dîsa di serkutkirinê ya Xamaneyî de eşkere ye. Li gel vê jî helwesta civakê ya di raperîn de cidî, radîkal û eşkere ye. Ev gotinên Xamaneyî bi mebesta ku weke gefekê dawî ya ji bo serkutkirina raperîna gel e. Ji bo wê her serkutkirineke bibin Xamaneyî û desthilat jê berpirs e. Xamaneyî bi vê yekê li hember gel şer îlan kiriye, bi vekirî gefa êrîşê dike. Banga fermanê li artêş û hêzên pasdaran kiriye ku xwînê birijînin. Jixwe ev yek, yek ji karê sîstemên desthilat e ku mirov divê lê matmayî nemîne. Rejîma Îranê şerê navxwe û derve tevlihev kiriye, xwe neçarî vê yekê dibîne ku xwînê birijînin ku Rojhilata Navîn ji nav bibe û carekî din di nava tarîtiyê de bifetisîne.
 
ÊRIŞÊN SER ROJHILAT
 
Êrişên sipayên pasdaran ên li derveyî sînor li dijî hêzên kurd, ev jî vê nîşan dide ku ev êriş li nava xwe li dijî ti gelek din nîne, ji ber barê giran li ser milê gelê kurd e. Li ciheke weke Belûcistan dawî li qetilkirina xwepêşanderan anîn û bes dît. Lê li dijî gelê kurd û li rojhilatê Kurdistanê yê xwe weke neçar dibîne ku dest bi êrişên leşkerî yên derveyî sînor bike. Li dema Şoreşa 1979’an li rojhilatê Kurdistan êriş li ser gelê kurd û serokên gelê kurd bûn. Cêwaziya îro dixuyê, redkirina rejîmê ya ji aliyê hemû gelên Îranê ve ye. Lewazkirina êrişan a li ser gelê kurd û Tevgerên Azadîxwaz ên gelê kurd li rojhilatê Kurdistanê bi rêxistinek hê xurtir û bi hêztir a li dema Şoreşa 1979’an bi parastina rewa û xwezaya xwe û gelan pêkan dibe.
 
DIVÊ TU HÊZ NEKEVIN NAVA HEWLDANA BIDAWÎKIRINA SERHILDANÊ
 
Bi çi reng û rêbazê dibe bila bibe, hemû gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê dest bi serhildanê kiriye. Ji bo wê ti maf û hêza kes û rêxistinekê nîne, bikeve nava hewldanan ji bo dawîkirina serhildanê. Heke vê bikin, xwe û gelê xwe dixin nava metirsiyeke mezin. Heman demê hemû zemîn û derfetên ji bo pêşxistina serhildan û gihiştina şoreşeke rasteqîn li ber dest e, bila tu kes ti hincet û sedeman ji bo xwe peyda neke ji vî erkê exlaqî û mirovî xwe bide paş.
 
BANGA AVAKIRINA RÊVEBERIYÊN XWESER
 
Serhildana gelan ranaweste, pêwîstî bi pêkanîna rêveberiyên xweser ên gel li bajaran heye. Ji bo wê hemû gelên li kuçe û kolanan serî hildane, dest bi rêxistinkirineke xurt û pêkanîna rêveberiyên xweser ên herêmî, tax û kolanan li nava hemû beşên civakê ava bike. Hemû çalakvan, rewşenbîr, siyasetmedar li nava vê cihê xwe bigirin ji bo baştir, bi biryardartir û vekirîtir daxwazên xwe yên azadî û aştiyê bînin ziman. Ji ber ku yekan e ev rê li ber me ye.”
 

Sernavên din

21/10/2022
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan
22:05 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir: Em li dijî şer li ser dikê ne!
21:23 Malbatên Pirsûsê di meha 87'an a nobeda edaletê de li hev kom bûn
21:03 Tevgera Ciwanên Welatparêz êrişên kîmyewî şermezar kir
19:18 Li Silêmaniyê 8 penaberên siyasî hatin binçavkirin
18:03 Ji ber daxuyaniya têkildarî çekên kîmyewî der barê Fîncanciyê de lêpirsîn
17:35 Li Licê operasyoneke leşkerî dest pê kir
17:21 Bikaranîna çekên kîmyewî hat protestokirin: Yên bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in
16:40 Li Mêrdînê berteka hevpar: Divê bêdengiya li dijî çekên kîmyewî bi dawî bibe
16:37 Bikaranîna çekên kîmyewî li Serhedê hat protestokirin
16:05 Konferansa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya xwe aşkera kir
16:04 Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
15:39 Serokwekîlên Koma HDP’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji Akar pirsîn
15:32 Nobeta Edaletê: Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe
15:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk didomin
15:07 Di dema hevdîtina ser telefonê de tekmîlê li girtiyan ferz dikin
15:04 Malbatên endamên HPG’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:54 Hevserokên HDP’ê Serokkomarê Iraqê Reşîd pîroz kir
14:10 Êrişa bi çekên kîmyewî li pêşiya Parlamentoya Ewropayê hatin şermezarkirin
13:50 Li Îranê şermezarkirin di roja 33’yemîn de ne
13:45 TAJÊ’yê bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir
13:33 50 sal cezayê hefsê dan cerdevanê tecawizkar
13:31 Gunay: Divê saziyên pêwendîdar nebin şirîkê êrişên çekên kîmyewî
13:20 Komîsyon ji bo betalkirina parlamenteriya Guzel civiya
13:18 Instagramê manşeta ‘kîmyasalê’ ya Yenî Yaşamê qedexe kir!
13:16 Li Silêmaniyê di wesayitekê de teqîn
13:01 Malbatên girtiyan: Girtî nikarin li benda meh û salan bisekinin
12:56 Li cihê çalakiya Malbata Şenyaşar erebeya hespan hat parkkirin
12:31 Uca ji NY û OPCW’ê pirsî: Gelo Ewropayê destûra bikaranîna çekên kîmyewî daye Tirkiyeyê?
12:29 Ji Abdûllah Ocalan 18 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kirin
12:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk bû TT
12:04 Dayikên Aştiyê : Kurdno li dijî çekên kîmyewî rabin ser pêya
11:57 Saziyên kurdî wê sibê Cegerxwîn bi bîr bînin
11:50 HTŞ ber bi Efrînê, rejim ber bi Idlibê ve!
11:49 Êrişên bi çekên kîmyewî li gelek bajarên welatên Ewropayê hatin protestokirin
11:49 Salek û 3 meh ceza li stranbêj Dora hat birîn
11:36 Fîncanci: Çekên kîmyewî yên ku sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn
11:22 Fakibaba yê AKP’î ji partiya xwe û parlamenteriyê îstîfa kir
11:19 Bûldan û Sancar ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
10:55 Taşdemîr: Bi nêzîkatiya tolhildanê nêzî Aysel Tûglûk dibin
10:37 Eşber Yagmurderelî: Abdullah Ocalan rêbertiyeke civakî ye
10:36 Goksungur: Çalakiyên li dijî tecrîdê dê li ber OPCW berdewam bikin
10:08 Tanrikûlû yê CHP’î bertek nîşanî çekên kîmyewî da: Ez ê pêşkêşî rojeva Meclisê bikim
10:04 'Ker û lalîtiya cîhanê ya ji bo çekên kîmyewî nayê qebûlkirin'
09:03 Parêzer Balsak: Tirkiye peymanan binpê dike, dibe ku bê darizandin
09:03 Bavê Xemgîn ê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:02 Piştî 23 salan pembû danî, lê poşman bû!
09:01 ‘Bi avakirina Serokatiya Cemxaneyê dixwazin qeyûm tayinî elewîtiyê bikin'
09:00 Dîmenên li nexweşxaneyê bi awayekî organîzekirî hatin tunekirin!
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2022'YAN
19/10/2022
20:03 Nameya KCD-E'yê ya ji bo OPCW'yê: Dest ji vê bêdengiya xwe berdin!
19:21 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên bi çekên kîmyewî şermezar kirin
17:24 Nobeta Edaletê: Em ê mafên xwe biparêzin
17:16 Ciwanên welatparêz li dijî êrişên çêken kîmyewî meşiyan
17:05 Meclisa Tenduristiyê ya KCD’e: Ev sûc tenê li dijî gelê kurd û gerîlayên wan nayên kirin
17:02 Kesên ku polîsan li Kadikoyê tundî li wan kiribûn wê giliyê bikin
16:37 Turan: Tifaqa AKP-MHP’ê qaseya baronên şer tije dike
16:33 ANYAKAY-DER serdana çalakiya GOÇÎZDER’ê kir
16:11 Komkujiyên kanên madenan ne fitrat ne jî qeder in
16:04 OPCW’ê bersiva pirsa ‘çekên kîmyewî’ da: Heta dewlet nexwazin em nikarin lêkolîn bikin
15:48 Li girtîgehên Egeyê di 6 mehan de herî kêm 572 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:47 Îlham Ehmed: Yên ku li dijî çekên kîmyewî bêdeng dimînin hevkarên sûc in
15:38 SYKP’ê pankarta ‘dewleta tirk sûcê li dijî mirovahiyê dike’ daliqand
15:31 Erdogan li ser hejmara zarokan dijminatiya xwe ya li kurdan nîşan da
15:22 Şaxa SES’ê ya Amedê: Heke daxwazên me neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe mezintir bikin
15:19 Têkoşîna Emîne Şenyaşar bû belgefîlm
14:55 Dayikên Aştiyê: PDK hevkarê vê komkujiyê ye
14:44 Di Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Ozgur Gundemê de daxwaz redkirina dadger
14:19 RJAK: Divê gel li dijî vê bêwijdaniyê dakeve kolanan
14:13 Danişîna Doza 10’ê Cotmehê ku li Dadgeha Bilind hatibû xerakirin hat dîtin
13:54 Şîrikiya Tirkiyeyê û PDK’ê ya kîmyewî
13:27 Li Girtîgeha Êlihê 3 jinên siyasetmedar hatin sirgunkirin
13:17 Cenazeyê Urper piştî 23 rojan hate veşartin
13:07 Li DTSO’yê cara ewil seroka meclisê ya jin hate hilbijartin
12:50 ‘Heke bi qanûnên xwe bikirana dê hemû girtiyên nexweş bihatina berdan’
12:50 ‘Li Kurdistanê di bin navê ol de li dijî Rêya Sêyemîn pêngavek tê pêşxistin’
11:57 Qeyûm otogara ku bi 2 milyonan çêkir bi bihayê 22 milyon û 550 hezar TL’an da îhaleyê
11:04 KCD, TJA, HDP, DBP: Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê divê hemû kes bikeve nava tevgerê
11:01 KNK: Rewş awarte ye, roj roja berxwedanê ye
10:45 Li Erdîşê bi ser malan de girtin: Hevseroka HDP’ê hat binçavkirin
10:42 Qeyûmê Cizîrê ji bo mîhrîcanê alavên sporê yên parkê jê kirin
10:40 Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê ji sedî 90’î girtiyan hatin sirgunkirin
10:36 Rojnameger Ozdemîr: Li Iraqê her aliyê ku winda kirî xwe serkeftî nîşan da
09:06 Li girtiyên ku kamerayên odeya wan temaşe kirine şikandine ceza hatiye birîn
09:04 Mîhrîcana Şonaya Bajêr a Amedê sibê dest pê dike
09:02 Li girtiyê ku berdana wî 2 caran hatiye taloqkirin cardin 'poşmanîtî' tê ferzkirin!
09:01 Dayika ku 7 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Kesê xwedî wijdan dê tev li mîhrîcanê nebe
09:01 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema paleyiya kunciyan
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2022'YAN
18/10/2022
22:39 Li hemberî Asayîşa Êzidxanê êrişek pêk hat: 4 kes birîndar bûn
19:27 HDP'ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bang li raya demokratîk kir
19:10 ESP: Tirkiye sûcên li dijî mirovahiyê dike
18:35 RSF: Li Îranê 41 rojnamevan hatine girtin
16:48 Dîmenên 2 HPG’iyên ji çekên kîmyewî bandor bûyîn hatin weşandin
16:30 Xwendekara ku sirûda pesnê Hamaney dide nexwend hat qetilkirin
16:19 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de ji bo ku bersûc ‘heqê ziyanê’ bidin dem hat dayîn
16:01 Malbatên girtiyan peyama berxwedana li dijî zilmê dan
15:37 Di ‘Plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê de tiştek neguherî