Xelîl: Bicihkirina HTŞ'ê ya li Efrînê ji bo lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re ye

  • rojane
  • 10:30 18 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Lijneya HevserokatiyaPYD’ê Aldar Xelîl da zanîn ku Tirkiye bi taktîkî û ji bo berjewendiyên xwe dikeve nava hewldanên ji bo guftûgoya bi rejîma Sûriyeyê re û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, divê rejîma Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re rûne.” 
 
Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ku di polîtîkaya Sûriyeyê de di alozî û şer israr dike, ji bo serokkomarê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad pênaseyên weke “Kujer Esad” û “terorîst Esad” dikirin. Erdogan, ev demeke hewl dide ji bo guftûgoya bi Esad re di nava hewldanan de ye. Tirkiye, hewl dide planên xwe yên êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îcar bi rêya guftûgoya bi rejîma Sûriyeyê re têxe meriyetê. Li hêla din jî li bajarê Efrînê ku dagir kiribû ketiye nava hewldanên nû. Tirkiyeyê li şûna Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO), li Efrînê komên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) bi cih kir û bi vî awayî dixwaze têkiliyên xwe yên bi rejîma Sûriyeyê re sererast bike. Endamê Lijneya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, têkildarî hewldanên diyalogê yên Tirkiyeyê yên bi rejîma Sûriyeyê re, nêzikatiya rejîmê ya li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û planên li ser Efrînê tên meşandin bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. 
 
Aldar Xelîl, da zanîn ku Tirkiye ji destpêka şoreşa Sûriyeyê heta niha destwerdanê dike û wiha got: “Xwest guhertinên li Sûriyeyê têxe bin xizmeta xwe. Lewma mudaxeleyî hemû partî û hêzên dixwazin li herêmê guhertinan çêbikin, kir. Di encamê de bû sedem ku pêvajoya xwepêşandanên aştiyane veguherin pevçûnan, her wiha nêzîkahî û polîtîkayên muxalefetê bên guhertin û bibin çete. Rewşa qeyranê dirêj kir. Erdogan û rayedarên dewleta tirk 24 saetan digotin, ‘Em li dijî rejîma Beşar in, xwedî li gelê Sûriyeyê derdikevin.’ Sînor vekirin û nîviya gelê Sûriyeyê birin Tirkiyeyê. Ji wir jî belavî cîhanê kirin. Bi bazara li ser penaberan re, zext li Ewropa û welatên din kirin, dîsa li dijî Sûriyeyê bi kar anîn. Heke îro hikûmeta Şamê hêjta bikare xwe li ser pêyan bigire, zilmê bike û aramî û demokrasî nehatibe Sûriyeyê, sedema vê dewleta tirk e. Dewleta tirk piştî demekê yekser mudaxeleya leşkerî kir û li ser axa Sûriyeyê komên çete wekî kevirên kişikê bi cîh kirin. Heke ji dewleta tirk nebûya, dê ji Cinevê çareserî pêş biketa. Muxalefet tevek kir çete û projeyek li holê nehişt. Lê êdî karê wê bi muxalefetê nema û niha ji bo rojên pêwîst li cem xwe digire. Pêdiviya wê bi hikûmeta Şamê heye lewma niha taktîk û stratejiya xwe guherand.” 
 
ARMANCÊN TIRKIYE Û HIKÛMETA ŞAMÊ
 
Bi domdarî Xelîl bal kişand ser taktîka Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Yek ji van taktîkan ew e ka dê bi hikûmeta Şamê re çawa pêwendiyan deyne. Wê tawîzan bide hikûmeta Şamê û gavan paş de biavejê. Tirkiye hewl dide hin komên di asta cîhanê de weke ‘muxalefeta Sûriyeyê’ bi nav dikir û weke ‘hikûmeta demkî’ ragihandibû, niha bêbandor bike. Bi vê yekê hewl dide rejîmê qaneh bike. Hikûmeta Şamê jî jê re dibejê, ‘Qelanê rûniştinê heye, nabe ku herêmên dagirkirî di destê muxalefetê de bin û radestî El Nusra û DAIŞ’ê bike.’ Rewşa Efrînê yek ji encamên van hewildanan e. Tirkiye li aliyekî barê Idlibê sivik dike, li hêla din jî rejîm amadekariya bidestxistina deriyê Babil Hawa dike. Tirkiye dixwaze cihekî wek Efrînê bide HTŞ’ê ku ji bo derketina ji hinek deverên Idlibê wan razî bike. Efrîn nebe jî dixwazin cihek wekî Bab, Cerablûs, Ezaz bidin wan. Armanca vê yekê ew e ku rêyeke lihevkirina bi hikûmeta Şamê re peyda bike. Dibe ku rejîm jî hinek gavan biavêje. Rejîm dibêje; ‘hemû cîhan El Nusra û DAIŞ’ê weke terorîst dibîne û em ê bi awayekî ji wan rizgar bikin.’ Erdogan bi eşkere qebûl dike ku wî gel, şoreş û doza Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe bikar anîne û li ser wan bi hikûmeta Şamê re bazarê dike.”
 
‘DIXWAZIN PEYMANA EDENEYÊ NÛJEN BIKIN’
 
Di berdewamê de Xelîl destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze Peymana Edeneyê bi rejîma Şamê re nû bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin hinek tiştan li ser Peymana Edeneyê zêde bikin. Berê destûr dabûn Tirkiyeyê ku 10 kîlomîtroyan bikeve xaka Sûriyeyê. Niha bi 30 kîlomîtreyan jî razî nabe. Hikûmeta Şamê jî ne di wê rewşê de ye ku jê re bibejê ‘na.’ Divê gelê Sûriyeyê zanibe ku yên kelem danîne pêşiya serkeftina wan, dewleta tirk û dagirkeriya wê ye. Divê hemû gelên Sûriyeyê bibin xwedî helwest.”
 
HEVDÎTINÊN PUTÎN-ERDOGAN
 
Xelîl, bi domdarî bal kişand ser hevdîtina Erdogan-Putîn a dawî û ev nirxandin kir: “Dewleta tirk niha ji gelek tiştan sûd digire. Yek, hikûmeta Şamê bêbandor e. Ya duyemîn, Rûsya niha desttengav e û piştî Ûkraynayê rewşa wê guherî. Ji bo ku li Ûkraynayê têk neçe û aboriya wê hilneweşe, pêdiviya wê bi dewleta tirk heye. Dewleta tirk jî van mijaran bikar tîne. Di navbera tirk û rûsan de 24 saetan guftûgo û planên hevbeş tên kirin. Dewleta tirk bi rêya rûsan, xwe li NATO’yê ferz dike. Tirkiye cîranê Rûsyayê ye û Rûsya tenê dikare bi rêya dewleta tirk ambargoyê têk bibe. Anku her du jî neçarên hev in. Herî zêde jî li Sûriyeyê bazariyê dikin. Di civînên de mijara sereke ya dewleta tirk Rêveberiya Xweser û ya Rûsyayê jî Ûkrayna ye. Bombebaranên li ser Rêveberiya Xweser, encama van bazariyan e. Rûsya dixwaze bi rêya Erdogan zextên Ewropayê vala derxîne. Dibe ku Erdogan jê re bibe alîkar. Armanca Erdogan jî ew e ku Rêveberiya Xweser û kurdan bike mijara bazarê.”
 
HEWLDANÊN REJÎMA SÛRIYEYÊ
 
Aldar Xelîl, diyar kir ku rejîma Sûriyeyê nikare raste rast êrişî Rêveberiya Xweser bike lê bi rêya fitneyê hewl dide di navbera gel de çêbike û wiha pê de çû: “Dixwaze gelên herêmî li dijî Rêveberiya Xweser sor bike. Berê jî ev hewldanên wê çêbûn lê bi ser neket. Ev, siyaseteke rast nîne. Li şûna ku rûspiyan ji Helebê derxîne, diviyabû bi wan re bi rûnişta û jê re bigota; ‘werin em çareseriyekî peyda bikin.’ Heke wiha bikira, dê bûbûya nûnerekî Sûriyeyê. Na fikire bê ka ev helwesta wî dê rê li ber şerekî çawa veke. Civînên bi vî rengî dibin sedem ku hevgirtina gelên Sûriyeyê zirar bibîne. Lê wê nikare bi van civînan Rêveberiya Xweser tune bike.”
 
HEVDÎTINÊN BI REJÎMÊ RE
 
Derheqê pêwendiyên Rêveberiya Xweser ên bi rejîma Sûriyeyê re de Xelîl got ku kengî dibe bila bibe lê hewcehî bi guftûgoya Rêveberiya Xweser û rejîmê heye û wiha bi dawî kir: “Pirsgirêkên vî welatî mezin bûne û divê em bi hev re rûnin. Çareserî, bi hevdîtinan pêkan in. Hinek mijarên ku em wekî hev nafikirin hene. Lê em dikarin gelek mijaran çareser bikin. Em jî û ew jî dibêjin bila Sûriye parçe nebe. Lê ew di navendîbûnê de israr dikin. Dûrî çareseriyê ne. Çima Erdogan û Beşar dikarin rûnin lê em nikarin rûnin? Me tu carî negotiye bila tenê kurd di hevdîtinan de hebin. Yên me qebûl dikin, em jî dê wan qebûl bikin. Em parçeyeke vî welatî ne û maf û çareseriyê dixwazin. Zexta hêzên navneteweyî yên wekî Rûsya, koalîsyon, welatên ereban û hwd. a ji bo çareseriyê li Şamê tê kirin, em şaş nabînin. Ji bo statûya herêmên xweser, heta statûya hikûmeta Şamê jî divê em li hev rûnin. Statûya hikûmeta Şamê çi ye? Beriya 10 salan ewqas dewletan daxuyanî dan gotin ku ‘em vê rejîmê qebûl nakin’. Bila bi gotina Erdogan a wekî, ‘ez ê bi te re rûnim’ nexape. Ew dixwaze hikûmeta Şamê bikar bîne û bi rêya wê zextê li me, opozîsyonê û welatên din bike. Ev ne ji berjewendiya hikûmeta Şamê ye.”
 

Sernavên din

22/02/2023
09:28 ‘Ne erdhej lê dewlet dikuje'
09:12 Ji Egeyê 31 TIR û 20 kamyon alîkarî hat şandin
09:06 Li Amedê erdhej çêbû
09:04 Muslim: Di erdhejê de rastiya dewleta tirk derket holê
09:01 'Ger dewlet li şûna bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, bi hawara gel biçûya ev qas kes nedimirin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2023'YAN
21/02/2023
21:20 Alîkariya xelkê Silêmaniyê gihaşt Rojavayê
20:22 Ahmet Turk: Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana
19:50 CÎSST: 17 hezar û 600 girtî bandor ji erdhejê girtine
18:59 Cenazeyê Çîftçiyê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin
18:03 Li Girtîgeha Islahiyeyê gardiyanan êrişî girtiyan kir
17:36 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe jid est dan gihîşt 42 hezar û 310'an
17:26 Stûnên Girtîgeha Osmaniyeyê xesar dîtine: Em bi mirinê re rû bi rû hiştine
17:15 Êrişî HDP'a Stenbolê hat kirin
16:57 DBP: Em bi yek dengî xwedî li doza zimanê kurdî derkevin
16:51 Doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
16:46 Sancar: Em ê vê îktîdarê têk bibin û welêt jinûve ava bikin
16:45 Ji Serokkomarê Almanyayê peyama erdhejê ya bi kurdî: Êşa we êşa me ye
16:37 Pîrê elewiyan: Li şûna polîtîkayên ewlehiyê bila plana îmarê çêbikin
16:16 14 saziyên ziman daxuyanî dan: Em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya zimanê kurdî têbikoşin
15:49 Saziyên Kurdî: Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!
15:46 ‘Li Wanê planeke saziyên fermî ya têkildarî mexdûrên erdhejê nîne’
15:29 Başaran: Di vê karesata mezin de jî dev ji dijminatiya xwe ya kurdî bernedan
15:02 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê dest ji ‘konbajarê’ mayînde berdin
14:48 Gelo ji bo cihê konbajar lê tê avakirin soza îmarê hatiye dayîn?
14:35 Malbat nikare xwe bigihîne zaroka 15 salî ku ji bin kavilan sax xelas bû
14:21 Mutalaaya ‘Doza Akademiya KCK’ê’: Dozger 255 sal cezayê hefsê xwest
14:08 Avahî li ber hilweşînê ye lê rapora ‘kêmxesar’ dane!
13:39 Parlamenterên HDP’ê çûn serdana Girtîgeha Islehiyeyê
13:31 HDP’ê giliyê polîsên îşkencekar kir
13:21 Komeleya Ziman a Birca Belek: Em ê xwe ji vê pergala zimankuj biparêzin
13:18 Rapora çavdêriya HDK’ê: Dewlet tune ye, HDP li gorî ruhê piştevaniyê tevdigere
12:59 Coşkûn a HDP’î: Pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê nayên pêşwazîkirin
12:40 Di bin konên vala de zehmetiyên jiyanê didomin
12:21 Li navenda erdhejê gund bi gund bîlançoya erdhejê
12:09 Malbata Şenyaşar: Yek ji sedema erdhejê bêedaletî ye
12:04 Taxa Narliyê 2 metreyan tebiqî û 2 metreyan zeliya ye!
11:52 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo zarokan 'Leyzgeha Ceylan Onkolê' ava kir
11:49 Şêniyên Hasanaliyê: Ji ber ku em kurd û elewî ne, em bi cihêkariyê re rû bi rû man
11:47 Ji bo 9 hezar kesan tenê bijîşkek hatiye peywirdarkirin
11:39 ‘Bila qeysiyên di bin kavilan de TMO bikire’
11:21 Li Hatayê 2 nexweşxane hatin valakirin
11:16 Di erdhejê de 60 sewalên wî mirin
11:15 Piştî erdhejê li Girtîgeha Îskenderûnê tundiya psîkolojîk zêde bû
10:49 ‘Ez ê kon vedim lê dîsa jî xaka xwe naterikînim’
10:48 Wesayita leşkêrî qulipî: 8 leşker birindar bûn
10:34 Li Hatayê piştî OHAL’ê bêhiqûqî û tundî zêde bû
10:17 Gelê kurd ev sed sal in ji bo parastina zimanê xwe li dijî înkarê têdikoşe
09:57 'Divê pêdiviya mexdûrê erdhejê ya tuwalet, ava paqij û serşûştinê bê pêşwazîkirin'
09:16 Endezyarê Jeolojiyê Ceyhan: Efûya îmarê rê li ber encamên xedar vekir
09:00 Ekolojîst Çaglar: Kavilên li robaran tên valakirin dê bibin sedema qirkirina xwezayê
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Piştî erdheja li Defneyê 73 erdhejok çêbûn
08:10 Di erdhejên Hatayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 6'an
00:56 Ji Prof. Gorur hişyariya ji bo erdhejê: Divê Edene û Qibris jî hay ji xwe hebin
00:46 Li Defneyê li nav kavilên avahiya hilweşiyayî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
00:34 Li Lubnanê gel ji ber erdhejê li derve ye
00:23 AFAD: 42 îxbar ji Navenda Banga Lezgîn 112'yê re hatine
00:00 Li Hatayê du erdhej çêbûn:Gelek kes di bin kavilan de ne | BLOGA ZINDÎ
20/02/2023
23:53 Hişyariya ji bo 'avahiyên xesardîtî' yên Amedê
23:48 Li Amedê polîsan mudaxileyî welatiyan kir ku piştî erdhejê derketin derve
23:27 Li Antakyayê cenazeyê kesekî ji bin kavilan hat derxistin
23:17 Di erdheja Hatayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
23:12 Li Dîlokê gel derket derve
22:50 Nûçegihanên me ji Hatayê radigihînin
22:37 Li Sûriyeyê gelek kes ji ber erdhejê birîndar bûn
22:31 Li Îskenderûnê avahiyeke 3 qatî hilweşiya
22:13 Li Samandagiyê gelek avahî hilweşiyan, malbatek di bin kavilan de ma
21:54 Ji EMSC'yê hişyariya ji bo tsûnamiyê: Ji peravê dûr bisekinin
21:41 AFAD: Ji peravê û avahiyên xesardîtî dûr bisekinin
19:57 Li konên AFAD'ê lazmatiyên jinan nayên peydekirin
19:43 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê pêlîstok ji zarokên mexdûrên erdhejê re şandin
18:13 Akşenerê xwest mexdûrên erdhejê yên li Kurdistanê ber bi Stenbolê ve bên koçandin
18:04 Li konebajarê li Islahiyeyê qursa Quranê hat vekirin
17:12 Li Meletiyê ji ewil kavilên Trend Garden Rezidansê hatin rakirin!
17:08 Jinên Botanê TIR'a binevşî ber bi Dîlokê ve bi rê kir
16:54 Li girtîgeha bixesar ji bo sewqê heqê rê hate xwestin
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin