COLEMÊRG - Gelê navçeya Geverê ji 7 sali heta 70'ê salî diherikin Qada Newrozê. Bi hezaran welatî bi coşek mezin piştî ketin qada Newrozê li qadê li dora muzîkê govendê digerînin.
Li navçeya Geverê ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî hatin qada Newrozê û li dora muzîkê govendê digerînin. Bi hezaran welatiyên ji tax û gundên Geverê hatin li Qada stadyumê kom bûn, pankartên "Azadiya jinê azadiya civakiyê ye" û "Newroz pîroz be" vekirin. Welatiyên bi kiraz û fîstan û şal û şapikên xwe ketin qada Newrozê dîmenên rengîn ava kirin. Parlamenterên HDP'ê Lezgin Botan, Dilek Ocalan Endamên KCD'ê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û TJA cihê xwe girtin.
Bi hezaran welatiyên ku hatin qada Newrozê astengiyên polîsan nas nekirin û ketin qadê û dest bi govendê kirine û bê navber dirûşmeyan berz dikin.