NAVENDA NÛÇEYAN - Dengvedana êrîşên TSK û komên hevkarên OSO yên li ser Efrînê berdewam dikin. Çapemeniya Alman, bal kişand ser daxwazên Tirkiye ji NATO’yê derbikeve û îtîfaqa dinavbera Esad, Erdogan û Putîn de hat avakirin.
Dengvedana êrîşên li ser Efrînê di qada navneteweyî de ber dewam dikin. Welatên Ewropayê ketina TSK û komên hevkarên wê OSO ya di Efrînê de rexne dikin û bertekên xwe nîşan didin.
Çapemeniya Alman bertekên xwe yên li dijî hikûmeta Alman berdewam dike û hin pêşniyaran dike.Yek ji rojnameyên girîng ên Alman Stuttgarter Zeîtung, diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê hiqûqa dewletan îhlal kiriye.
Rojnameyên Rheinpfalz û Mannheîmer Morgen jî diyar kirin ku êrîşên li ser Efrînê bûn sedem ku li Tirkiye û Ewropayê çalakî zêdetir bibin.