MÊRDÎN/WAN – Pîrozbahiya Newrozê li Wan û Nisêbînê dest pê kir. Bi hezaran welatiyên Nisêbînê piştî 2 salan ji bo Newrozê pîroz bikin bi coşek mezin derbasî qada Newrozê bûn. Li Wanê jî di saetên serê sibê de ji gelek navçe û taxên Wanê bi hezaran welatî ji bo Newrozê pîroz bikin herikîn Parka Newrozê ya tenişta Keleha Wanê.
Gelê Nisêbînê ji sala 1992'an heta niha bi coşek mezin Newrozê pîroz dike. Bi hezaran welatiyên Nisêbînê bi armanca Newrozê pîroz bike hatin Parka Newrozê ya Cegerxwîn û piştî lêgerîna polisan derbasî qadê bûn. Bi hazarna welatiyên ku hatin qadê astengiyê polîsan nas nekirin û derbasî qadê bûn. Gelê Nisêbînê ku 2 salin ji ber qedexeyan nikarin Newrozê pîroz bikin îsal li taxa 8'ê Adarê ya Parka Cegerxwînê kom bûn. Gel alên HDP'ê û alên Newroz li ser hatiye nivîsandin rakirin. Disa panarta “Ji 8'ê Adarê heta Newrozê ji bo Azadiyê em li qadan in" vekirin. Li dora qada Newrozê bi hezaran polîsan nokteyên kontrolê ava kirin û yek bi yek di kontrolê re derbasî qada Newrozê bûn. Welatiyên rastî astengiya polîsan hatin, dirûşme berz kirin û astengiya polisan ji pêş xwerakirin. Welatî bi cilên xwe yên rengîn yên heremî ketin qada Newrozê. Li bendê ye ku Parlamentera HDP'ê Feleknaz Uca li qadê axafinê bike.
WAN
Li Wanê jî ji gelek tax û navçeyên Wanê bi deh hezaran welatî ji bo Newrozê pîroz bikin herikin Qada Newrozê ya tenişta Keleha Wanê. Gele wanê yên xwe bi cil û bergên rengîn û herêmî xemilandin, di saetên serê sibê de kom bi kom ji tax, gund û navçeyên Wanê berê xwe dan qada Newrozê û herikîn qadê. Hin welatî bi maşîneyên xwe û gelek welatî jî bi meş kom bi kom ketin rêyan û di rêde alên kesk, sor û zer rakirin û dirûşme berz kirin. Bi deh hezaran welatiyên hatin qada Newrozê piştî di kontrola polîsan re debas bûn ketin qadê. Girseya ku ketin qadê li ber def û zurneyê dest bi govendê girin. Bi hezaran welati li qadê govendê digerînin û bê navber dirûşmeyan berz dikin. Li ser dikê pankarta "Newroz pîroz be" û "Ji 8'ê Adarê heta Newrozê ji bo Azadiyê em li Qadan in" vekirin.b
Gelek welatiyên Îranî yên ji bo betlanê hatin Wanê jî tev li Newrozê bûn.