KOBANÊ – Gelê Kobanê ku bi meşameyan Newroz pîroz kir, ciwanan bi agirê Newrozê “Efrîn” nivîsandin.
Gelê Kobanê şevê din bi meşaleyan Newroz pîroz kir. Ciwanên ku Newroz pîroz kirin bi agirê Newrozê "Efrîn" nivîsandin. Gelê ku li Qada Aştiyê kom bûn, agirê Newrozê pêxistin û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin û pankarta “Bijî Berxwedana Serdemê" vekirin. Ciwanên ku pankart vekirin û meşiyan bê navber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Efrinê" berz kirin. Meşa ciwanan li Qada Jinên Azad bi dawî bû. Ciwanên ku bigelê Kobanê re Agirê Newrozê geş kir, bi meşame û agirê Newrozê Efrîn nivîsandin.