Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin

  • rojane
  • 14:04 16 Cotmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku mirina tu karkeran û biryarên şer ji ber xwe ve çênabin û wiha got: “Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin. Tekane vebijêrka me, kesên hewl didin rejîma berê têxin meriyetê nîne. Vebijêrka herî rasteqîn, Rêya Sêyemîn e.”

 
Partiya Çep a Kesk, 2’yemîn Kongreya Awarte bi dirûşma “Em li vir in, dê bi hev re bi ser kevin”  li 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar jî di kongreyê de axivî. 
 
SANCAR: EM XEMGÎNIN LÊ BIHÊRS IN 
 
Sancar, ji ewilî bal kişand ser faciaya madenê ya li Bartinê û wiha got: “Kelecana me gelek mezin e lê em nikarin vê kelecanê bijîn. Em xemgîn in û dilê me diêşe lê hêrsa me mezin e. Êşa birayên me yên kedkar, ketiye pêşiya her tiştekî. Ev hêrs, dê bibe mezintirîn çavkaniya guherandina vî welatî. Ya ku li Amasrayê qewimî ne qeza lê komkujî ye. Bi tu awayî weke qeder nayê qebûlkirin. Cînayetên kar, qeder nîne. Xizanî, nelirêtî, polîtîkaya şer û talankirina xwezayê qeder nînin. Ev, stûnên rejîma AKP’ê ne ku faşîzma AKP’ê dixwaze bi cih bike. Berpirsyarê komkujiya li Amasrayê ev rejîm e.
 
EM Ê VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN
 
Ev rejîm, veguheriye rejîma kedxwarî û xwînê. Di vê pergalê de nan biha ye lê ked erzan e. Di vê pergalê de jiyan û debar biha ne lê can erzan e. Di vê pergalê de têkoşîna heqîqetê biha ye lê heqareta li gel tê kirin erzan e. Di vê pergalê de têkoşîna heysiyetê biha ye lê êriş û nelirêtî erzan in. Di vê pergalê de şer û derew erzan in lê têkoşîna aştiyê biha ye. Em ji bo guherandina vê rejîmê li vir in. Em ê ji bo heysiyet û jiyaneke ekolojîk li vir in. 
 
PERGAL JI BO ŞER SÎNORAN NAS NAKE
 
Ev pergal di kedxwarî, talan û şer de sînoran nas nake. Em jî dê di têkoşînê de tu sînoran nas nekin.  Pêdiviya vî welatî bi hêviyên alternatîf û rasteqîn heye. Çavkaniya vê hêviyê jî mezinkirina têkoşînê ye. Divê em hemû derdoran bînin ba hev û têkoşîneke xurt ava bikin. Tenê gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê jî nîşan dide bê ka ruhê vê pergalê çawa ye. Tu rêz û hurmeta wî bo jiyana mirovan û kedê nîne. Tenê talan, dizî, kedxwarî û polîtîkaya şer heye. Êdî bese.
 
Weke kesekê ku kevneşopiya têkoşîna Partiya Çepa Kesk nas dike, em serfiraz in ku îro berhemên têkoşîna wan a mezin dibînin. Bi vê kongreya xwe peyameke dîrokî didin. 
 
EM Ê BI HEV RE SERBIKEVIN
 
Tu mirinên karkeran û biryarên şer ji ber xwe ve çênabin. Ev biryar, ji hêla rejîmê ve hatin dayîn ku bi sala ye hewl dide xwe li ser pêyan bigire. Em xwedî wê polîtîka û vînê ku vê pergalê biguherînin. Barê me ji barê her demê girantir e û berpirsyartiya me hêj bêhtir e. Ya herî girîng ew e ku em jiyaneke wekhev û azad, komareke demokratîk ava bikin. Tekane hêza ku bikare vê pêk bîne jî meşa bi hev re ya bindestan e. Em niha bihêztir dibin û hêviya rasteqîn mezintir dikin. Em ne neçarî rejîma xwîn, talan û derewan in û ne jî neçarî vebijêrka rejîma berê li me ferz dike ne. Rêya Sêyemîn heye. Jiyaneke aboriyê ya li ser nirxê kedê hatiye avakirin e. Armanca vê rêyê ew e ku welatekê ku em tevek bikarin tê de birûmet û azad bijîn ava bike. Vebijêrka rasteqîn e. Em bi hev re diafirînin û bi hev re dê mezin bikin. Em ê teqez bi ser kevin. Em ê bi hev re ser bikevin û bi hev re biguherînin.”
 
Kongre, bi axaftinên nûnerên partiyên siyasî didome. 
 

Sernavên din

19/10/2022
12:50 ‘Heke bi qanûnên xwe bikirana dê hemû girtiyên nexweş bihatina berdan’
12:50 ‘Li Kurdistanê di bin navê ol de li dijî Rêya Sêyemîn pêngavek tê pêşxistin’
11:57 Qeyûm otogara ku bi 2 milyonan çêkir bi bihayê 22 milyon û 550 hezar TL’an da îhaleyê
11:04 KCD, TJA, HDP, DBP: Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê divê hemû kes bikeve nava tevgerê
11:01 KNK: Rewş awarte ye, roj roja berxwedanê ye
10:45 Li Erdîşê bi ser malan de girtin: Hevseroka HDP’ê hat binçavkirin
10:42 Qeyûmê Cizîrê ji bo mîhrîcanê alavên sporê yên parkê jê kirin
10:40 Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê ji sedî 90’î girtiyan hatin sirgunkirin
10:36 Rojnameger Ozdemîr: Li Iraqê her aliyê ku winda kirî xwe serkeftî nîşan da
09:06 Li girtiyên ku kamerayên odeya wan temaşe kirine şikandine ceza hatiye birîn
09:04 Mîhrîcana Şonaya Bajêr a Amedê sibê dest pê dike
09:02 Li girtiyê ku berdana wî 2 caran hatiye taloqkirin cardin 'poşmanîtî' tê ferzkirin!
09:01 Dayika ku 7 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Kesê xwedî wijdan dê tev li mîhrîcanê nebe
09:01 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema paleyiya kunciyan
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2022'YAN
18/10/2022
22:39 Li hemberî Asayîşa Êzidxanê êrişek pêk hat: 4 kes birîndar bûn
19:27 HDP'ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bang li raya demokratîk kir
19:10 ESP: Tirkiye sûcên li dijî mirovahiyê dike
18:35 RSF: Li Îranê 41 rojnamevan hatine girtin
16:48 Dîmenên 2 HPG’iyên ji çekên kîmyewî bandor bûyîn hatin weşandin
16:30 Xwendekara ku sirûda pesnê Hamaney dide nexwend hat qetilkirin
16:19 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de ji bo ku bersûc ‘heqê ziyanê’ bidin dem hat dayîn
16:01 Malbatên girtiyan peyama berxwedana li dijî zilmê dan
15:37 Di ‘Plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê de tiştek neguherî
15:05 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat berdan
15:05 Tirkiyeyê li Başûr di rojekê de 14 caran çekên kîmyewî bi kar anîn
14:57 CHP xala 29’an dibe AYM’ê
14:53 Li Egeyê erdhej çêbû
14:45 Buldan: Erdogan di nava 24 saetan de zîhniyeta xwe nîşan da
14:34 Sporvana îranî ku agahî jê nedihat girtin daxuyanî da
13:55 KON-MED’ê bang li gelê kurd kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dakevin qadan
13:51 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
13:26 ÎHD: Bila berpirsiyarên karesatê yên rasteqîn bên darizandin
13:14 Emîne Şenyaşar: Ez li benda biryara îstînafê me
13:05 KODAR’ê banga avakirina ‘meclisên bajaran ên xweser’ li çalakvanan kir
12:41 Zarokê ku wesayîta polîsan lê dabû emeliyat bû
12:41 Dadgehê proje betal kiribû lê qeyûm îhaleya hilweşandinê derxist
12:33 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji doza zarokên xwe bernedin
12:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:21 Alayên AKP’ê li bin posterên Erdogan ên derqanûnî hatin daliqandin!
12:18 Nasnameyên HPG’iyên di êrişa kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:52 Cenazeyên Urper û Hisên ev 22 roj in li ATK’ê tên sekinandin
11:44 Agahî ji sporvana îranî ku serqot beşdarî pêşbaziyê bûbû nayê wergirtin
11:42 Li girtîgeha ji bo danişînê anînê hate derbkirin û tacîzkirin
11:17 YE'yê ji ber rola wan a di êrişan de mieyîde li ‘polîsên exlaqê’ û rayedarên Îranê ferz kir
11:04 Du lawên wî ketine nava tora tiryakê: Dewlet fıroşkarên tiryakê nagire
10:30 Xelîl: Bicihkirina HTŞ'ê ya li Efrînê ji bo lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re ye
10:07 Erdogan ‘Qanûna Sansurê’ pejirand
09:30 Rojnameger Boltan: Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin
09:18 Li Xarpêtê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
09:01 Encumena HDP'î kirine endama AKP'ê!
09:00 'Em ê mafê çêkirina nûçeyan ê rojnamevanan biparêzin'
09:00 Ferît Şenyaşar: Divê Yildizê AKP'î wekî bersûc bê darizandin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan
17/10/2022
17:39 Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye
16:53 Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin
16:48 ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan
16:43 Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin
16:37 Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:30 Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe
16:29 Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
16:14 DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
16:10 Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn
16:01 Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye