AMED - Endamê Meclîsa HDP'ê Mehmet Husamettin Yurek, li Amedê di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Endamê Meclîsê yê Partiya Demokratîk a Gelan a HDP'ê Mehmet Husamettin Yurek, di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Polîsan piştî ku Yurek binçav kirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê.