NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bi coş û tevlêbûnek mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newrozê de gel dagirkeriya Efrînê şermezar kir û piştgirî da gelê Efrînê.
Li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê Newroz şevê din bi coşek mezin hat pîrozkirin. Li bajarê Silêmanî, Hewler, Kerkûk, Kelar, Mexrûr, Xurmal, Qaneqînê Newroz bi coşek mezin pîroz kirin.
SILÊMANÎ
Li Girê Mameyare yê Silêmaniyê Newroz bi coş hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de êrîşên li ser Efrînê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Efrînê hate şermezar kirin. Li Girê Mameyare yê Silêmaniyê bi beşdarbûna hezaran kesî Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de berxwedana gelê Efrînê hate silavkirin. Di pîrozbahiyê de çend kesen bi cilên xwe nûnertiya kesayetên Kurd ên diyar ên weke Pîremêrd, Kawayê Hesenkar, Zakiye Erkan û Mame Newroz kirin. 12 siwariyên hespan xwe weke 12 siwariyên Merîwan nîşan dan. Di pîrozbahiyê de cil û bergên Kurdî bal dişandin. Di pîrozbahiyê de çend starên li ser Newroz, Kurdistanê û şehîdan hatin gotin. Piştî agirê Newrozê hat pêxistin, axaftin hatin kirin. Di axaftinên hatîn kirin bal kişandin li ser rewşa Efrînê, di serî de Newroz li gelê Efrînê hate pîrozkirin û êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê şermezar kirin. Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî rewşa Efrînê jî hat şermezar kirin.
KELAR
Li Kelarê bi dirûşmeya 'Bi rihê berxwedana Efrînê Newrozê pîroz dikin' Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Li Parka Leyla Qasim ya li navçeya Kelar a Germiyanê şevê din agirê Newrozê hate pêxistin û bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Efrînê Newrozê pîroz dikin" Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de wêneyê Erdogan, Elî Qeredaxî û ala Tirk, Rûsya û Berîtanya hatin şewitandin. Her wiha êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hat şermezar kirin û piştgirî dan gelê Efrînê.
XURMAL
Li navçeya Xurmal a Helebce Newroz ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate pîrozkirin. Bi wêneyê Erdogan agirê Newrozê hate kirin. Li navçeya Xurmal a Helebce Newroz ji aliyê Grûba Şanoya Xurmal ve bi çend çalakiyên cuda yên ji bo piştgiriya gelê Efrînê hate pîroz kirin.
Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariyê destpê kir. Piştre sîrûda neteweyî ya Newrozê hate gotin. Piştre jî bi wêneyê Erdogan agirê Newrozê hate pêxistin. Di axaftinên hatin kirin, de bal kişandin li ser rewşa Efrînê û berxwedana şervanan. Her wiha daxwaz ji her çar parçeyên Kurdistanê hate kirin ku yekîtiya xwe çêbikin. Di dawiyê de helbestvana helbestên xwe yên têkildarî Efrînê xwendin û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.
HEWLER
Li Hewlêrê bi beşdarbûna nûnerên welatan û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Parka Şanedar agirê Newrozê hat pêxistin. Li Parka Şanedar a Hewlêrê vê êvarê bi beşdarbûna welatan û aliyên siyasî û gelek welatiyan agirê Newrozê hat pêxistin. Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî di pîrozbahiyê de ev peyam da; "Di vê qonaxê de pêwîste hemû hêz û aliyên siyasî xwedî yek helwest û dengê bin, ji bo ku bi hev re li dijî dijminên gelê Kurd rawestin û rê li pêşiya hemû êrîşan bigirîn."
XANEQÎN
Li navçeya Xaneqînê ya Diyale agirê Newrozê hate pêxistin û piştgirî dan berxwedana Efrînê. Li navçeya Xaneqînê ya Diyale vê êvarê bi beşdarbûna sedan kesî agirê Newrozê hate pêxistin. Di pîrozbahiyê de gel piştgirî da Berxwedana gelê Efrînê. Hevseroka Encumena Tenduristkarên Başûrê Kurdistanê Rebîe Ebas got; "Îro weke Tevgera Azadî me li Xaneqînê meşaleya agirê Newrozê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê pêxist. Ji bo Efrînê me mûm pêxistin. Dijmin dixwaze Kurdan parçe parçe bike, lewma îro li Xaneqîn piştgiriya ji bo Efrînê dubare kir." Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî meşaleyî Cejna Newrozê hat pîrozkirin û Berxwedana Serdemê ya Efrînê silav kirin.
MEXMÛR
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî meşaleyî Cejna Newrozê hat pîroz kirin. Şevê din li ber Şaredariya Wargehê destpê kir. Xwendekarên hemû dibistanan bi meşaleyên xwe ve ji dibistanên xwe heta şaredariyê meşiyan, Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Saziya Komalên Ciwan jî beşdar bûn. Meş bi dirûşme û tilîliyên dayikan ve heta Saheya Newrozê bi pêxistina agirê meşaleyan, domand. Di meşê de berxwedana Efrîn nehat ji bîr kirin. Xwendekaran û gelê Wargehê ji bo piştgirî bidin berxwedana Efrînê di meşê de gotin ku herder Efrîne, herder Berxwedana Serdemê ye. Di dawiya meşê de gel û xwendekarên Wargehê Panaberan a Şehîd Rûstem Cudî li qada Newrozê agirek geş pêxistin. Piştî agir, şahiyê destpê kir û bî stranan govend hat gerandin. Şahî bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Bijî Serok Apo' û 'Newroz Pîroz be' bi dawî bû.
KERKÛK
Li Kerkûkê pîrozbahiya Cejna Newrozê Berxwedana Serdemê ya Efrînê hat silav kirin û gotin ku Kerkûk piştgiriya Efrînê dike. Li ser Kelha Kerkûkê vê êvarê bi merasîmekî bi heybet agirê Newrozê hate kirin. Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di destpêka merasîmê de çend sîrûdên li ser Kerkûk û Kurdistanê hate pêşkêşkirin. Her wiha gelek alên Herêma Kurdistanê hatin hildan. Bi taybet mijara Newrozê berxwedana Efrînê bû. Di merasîmê de Berpirsê Malbenda 2 ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Kerkûkê Aso Mamend peyama partiyên siyasî yên Kurd ên li Kerkûkê xwend û wiha hate gotin; "Li Kerkûkê em silavên gel ji berxwedana Efrînê re dişînin. Em li vê derê tînin ziman ku Kerkûk piştgiriya Efrînê dike. Kerkûk sivalan dişîne Efrînê re, silavan dişîne Rojavayê Kurdistanê re." Di peyamê de bal tê kişandina li ser rewşa Kerkûkê û wiha tê ragihandin;"Em ji Kerkûkiyan re dibêjin, wê rewşa Kerkûkê wiha nemîne. Wê guhertinên mezin çêbibin." Şahiya Newrozê ya Kerkûkê bi parastina tund a hêzên Iraqê pêk hat. Balafir jî li ser Kelha Kerkûkê difiriya.