* Li Efrîna ku TSK û OSO ketinê, her çend peykerê Kawayê Hesinkar rûxandibin jî, agirê Kawa hemû erdnîgariyê ronî dike. Her wiha sê darikên niftikê yên ku Mazlûm Dogan vêxistin jî wate û pênaseyeke nû li Newrozê bar dike.
* Efrîna ku ji hewa û bejahiyê ve du mehan hat bombebarankirin, ji bo zêde sivîl nemirin hat valakirin. Lê belê ev çend roj e çapemeniya AKP'ê manşetên wekî "Reviyan" çê dikin. Îtirafkariya ku ev manşet di xwe de dihebînin li hêlekê, lê belê eger rastiya vê yekê zanibin wê ji fediya nikaribin serê xwe rabikin.
* Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, bal kişan ser dagirkeriya li ser Efrînê û wiha got: “Dersa herî mezin ku kurd ji Efrînê derbixin yekîtiya netewî ya kurd e. Bi taybetî piştî dagirkeriya Şengalê û Kerkûkê, niha jî Efrîn dagir kirin. Divê kurd bibin yek û êdî destûr nedin dagirkeriyê."
* Dê bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" li Cizîr, Nisêbîn, Amed, Wan, Êlih, Riha, Sêrt, Xarpêt, Çewlîk, Dersim, Stenbol, Îzmir û Bûrsa jî di navde li dehan cihan bi tevlêbûna sed hezaran kesan Newroz bê pîrozkirin. (10.00-19.00)