Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin

  • rojane
  • 16:12 13 Cotmeh 2022
  • |
img

COLEMÊRG - ÎHD, OHD û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê dan zanîn ku 7 jinên di 9’ê cotmehê de bi lêdanê hatin binçavkirin, di dema binçavkirinê de lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û hatine îşkencekirin. 

 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê têkildarî binçavkirinên di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li Gever a Colemêrgê de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li jinên hatine binçavkirin lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û hatine îşkencekirin. 
 
Daxuyanî, li Şaxa Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Geverê hat dayîn. Di daxuyaniyê de jinên bi lêdanê hatin binçavkirin û di bin çavan de rastî lêgerîna tazî hatin û jinên hiqûqnas amade bûn. 
 
'ÎŞKENCE LI EMNIYETÊ JÎ BERDEWAM KIR’
 
Hevseroka Şaxa OHD’a Colemêrgê Cevahîr Agrali êrişa polîsan a di 9’ê cotmehê de bi bîr xist û wiha got: “Parlamenter û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parêzer û rojnameger bi derb û îşkenceyê hatin binçavkirin. Zext, heqaret, îşkence û miameleya xerab a bi binçavkirinê dest pê kir, di wesayîta binçavkirinê de berdewam kir û li Midûriyeta Emniyetê ya Geverê jî nesekinî. Endamên partiyê bi saetan di wesayîta binçavkirinê de hatin hiştin û piştre jî birin nezaretxaneyê.”
 
'BI DARÊ ZORÊ CILÊN JINAN JÊ KIRIN’
 
Bi domdarî Agrali diyar kir ku di dema binçavkirinê de jin rastî tundiya psîkolojîk û fîzîkî hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “7 jinên hatin binçavkirin, di dema binçavkirinê de bi darê zorê û îşkenceyê neçarî lêgerîna tazî hatine kirin. 6 jinên siyasetmedar û rojnameger Rabîa Onver, piştî nezaretxaneyê derbasî odeyê hatin kirin û 4-5 polîsên jin bi darê zorê lêgerîna tazî lê ferzkirin. Li dijî hewldana lêgerîna tazî, jinan bertek nîşan dan û gotin; ‘lêgerîna tazî binpêkirina rûmeta mirovan e û dê destûrê nedin.’ Li ser vê nerazîbûnê jî polîsên jin bi awayekî dijmirovî nêzî binçavkiriyan bûn. Bi dest û lingên wan girtin û bi darê zorê cilên wan jê kirin. Piştre jî bi darê zorê cilên wan lê kirin. Di vê navberê de binçavkirî hatin kaşkirin, li dîwar hatin xistin û çêr lê hatin kirin.” 
 
ŞOPÊN DERB Û ÎŞKENCEYÊ
 
Agrali, bertek nîşanî îşkenceya hatiye kirin da û wiha axivî: “Ev sepan, binpêkirina rûmeta mirovan e û nayê qebûlkirin. Îşkence û miameleya xerab a hatiye kirin, bi beyanên binçavkiriyan hatiye tespîtkirin. Li ser bedena jinên binçavkirî şopên derb û îşkenceyê hene.”  
 
Herî dawî jî Agrali got ku dê dev ji bûyerê bernedin û heta dawiyê bişopînin. 
 

Sernavên din

16/10/2022
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin