EDENE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, der barê kuştina sivîlên li Efrinê û bombekirina Nexweşxaneya Afrîne diyar kir ku Tirkiye dibe ji ber sûcê mirovahiyê li Laheyê bê darizandin.
Wekîla Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş, têkildari dagirkeriya TSK û OSO ya piştî 58 rojan ketin Efrînê û kuştina sivîlan nirxand. Beştaş, bombekirina Nexweşxaneya Avrinê, hilweşandina peykerê Kawayê Hesinkar û dagirkeriya AKP û MHP'ê ya Efrînê nirxand. Beştaş, anî ziman ku destkeftiyên gelê kurd hatiye hedefgirtin û berpirsiyarê vê yekê koalîsyonaşer e. Beştaş, bal kişand ser axaftinên Erdogan ên gera Mêrdîn û Amedê û wiha got: "Erdogan li Amed û Mêrdînê got ‘Em ketin Efrinê û dikevin Efîrên' û wekî mizgînîya dagirkeriya Efrîne bide kurdan. Dema me got ev koalisyona şer e, înkar dikin. Lê piştî dagirkeriya Efrinê wan bi xwe koalîsyona şer bi cîhanê re parve kirin.
‘NÛNERTIYA DEHAQÊ ZALIM TEMSÎL KIRIN
Beştaş, anî ziman ku TSK û OSO çawa ketin Efrînê berî her tiştî peykerê Kawayê Şoreşger hilweşandin û wiha got: "Yên peyam dan kurdan, nûnertiya Dehaqê Zalim dikin. Agirê ku Kawaye Hesinkar li Rojhilata NAvin pexist bi sedan salan e geş dibe. Qet venemirî. Agirê ku Kawayê Şoreşger pêxist dê qet venemire. Rûxandina wî peykerî hêrs û nifrîna gel bêtir zêdetir kir. Bê bêtir agirê Azadiyê geş bikin."
LEŞKERÊN TIRK Û DAIŞ BI HEVRE KETIN EFRÎNÊ
Beştaş, anî ziman ku piştî hilweşîna peykerê Kawa dîmenên ku DAIŞ'ê li Palmîra kiribûn dubare bûn û wiha axivî: "Tişta DAIŞ'e li Palmîra kir, Tirkiye li Efrînê bi xerakirina Dara Îsa û Peykerê Kawa dubare kir. Hişmendiya DAIŞ'ê, OSO’heman tişt e. Li pişt tifaqa Tirkiye û OSO DAIŞ heye. Ev tifaq dê ji bo Tirkiye encamên gelek xerab bi xwe re bîne. OSO ji nava El Kaide derketiye. Rêxistinek selefî ye. El Nusra û rêxistinên wekî Ahrar-u Şam bi hevre dixebitin. Her du jî rêxistinên çete ne. Tirkiye bi êrîşên hewayi gelê Efrînê ji nava bajar derxist. Piştre OSO derbasî wir kir û wekî serkeftin bi dest xistibe nîşan da. Vê yekê hişmendiya DAİŞ'ê nîşan da. Leşkerên Tirk û DAIŞ bi hevre ketin Efrînkê. Lê çapemeniya Tirk ev yek wisa nîşan neda. Tirkiye dê hevkariya bi OSO re kiriye bide.
‘TIRKIYE DÊ LI LAHEY BÊ DARIZANDIN'
Beştaş, helwesta wezîrên AKP’ê yên "Piştî li Efrîn her tişt asayî bibe em dê Efrinê bidin Efrîniyan" jî rexne kir û wiha got: "Ev gotinên bê wate ne. Heta niha gelê Efrinê li ser axa xwe azad û aram di nava aştiyê de dijiya. Yên ku jiyana gelê Efrînê xera ki û aramiya wan xera kir dagirkeriya Tirkiye bû. Berê gelê Efrînê hebû. Efrîn cih û warê Efrîniyan bû. Wisa xuya ye ku dê OSO li Efrînê bi cih bikin. Ji ber ku Tirkiye Efrîn bombe kir gelê Efrînê neçar ma Efrînê vala bikin. Xwestin gelê Efrînê li ser axa wan tune bikin. Ev yek li ber çavê DYA û Rûsya pêk hat. Gelê Efrînê ku heta duh li dijî DAİŞ'ê şer kirin. Lê îro li ber çavê cîhanê rastî êrîşan hatin. Li dijî êrîşên OSO û Tirkiye pişta xwe dan Efrînê. Tirkiye dê li Dadgeha Laheyê bê darizandin."
Gelê kurd dê di Newrozê de bersîvek xurt bide êrîşên li ser Efrînê. Gelê kurd û gelên din dê agirê azadiyê yê Kawa geş kir dê bêtir geş bikin. Li Tirkiye 20 milyon kurd dijîn. Hêrsa gelê kurd pir zêde ye. Kurd vê yekê qet bi awayekî asayî pêşwazî nakin.