STENBOL - Dîroknas û nivîskar Ayşe Hur, diyar kir ku di şer, dagirkerî û şoreşan de, îktîkarên nû, karê wan ên ewil sembol û remzên aydî rejîmên berê ji holê radike. Hur, “Peykerên Stalin, Çavuşesku, Saddam û Kaddafî jî xwedî heman qeder in. Lê li vir cudahiya ewe peykerê Kawayê Hesinkar ne îktîdarê gel temsîl dike û wiha got: "Berpirsê çalakiyên OSO yên dijhiquqî Tirkiye ye"
Dîroknas û nivîskar Ayşe Hur, şerê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê OSO ya di 20'ê Çile de li diji Efrîne da destpêkirin û piştî 58 rojan ketin Efrînê nirxand. Hur, talankirina malên gel û hilweşîna Peykerê Kawayê Hesinkar ên bi destê OSO pêk hat şirove kir. Hur diyar kir ku dagirkeriya Efrînê dişibînin Şerê Çanakkale û ev yek ji bo Tirkiye rewşek xerab e û wihagot: "Şibandina êrîşên DYA, Rûsya, Îran a li dijî axa Osmanî û şibandina Efrînê wekhev ne rast e. DYA ku di duyemîn şerê Cîhanê de mutefîkê Fransa û Britanya bû, îro mutefîkê Tirkiye ye. Ev hemû welat îro endamên NATO ne. "
'TSK'Ê QEBÛL KIR KU ŞERÊ ERFÎNE ZÊDE BERDEWAM KIR'
Hur, anî ziman ku Tevgera Kibrisê ya yekem di 20-22'ê Tîrmeha 1974'an de pêk hat û xeta Lefkoşa-Girne gihandin hev û wihagot: "Tevgera duyemîn a Kirrisê di navbera 14-16'ê Tebaxa 1974'an de dinava 2 rojan de ji aliyê TSK'ê ve hat dagirkirin. Lê şerê TSK'ê yê li dijî Efrînê 57 rojan berdewam kir. Piştî 57 rojan ketin Efrînê. TSK'ê jî qebûl kir ku ev demek pir dirêj e. Lê ji bo ser vê yekê bigirin gotin 'Ji bo em zerarê nedin sivîlan em giran tev geriyan'"
KETINA ŞER NE SERKEFTIN E
Hur, anî ziman ku dibe TSK ketibe nava Efrînê û wiha berdewam kir: "Ketina şer nayê wateya serkeftinê. Rojnameger qala zor û zahmetiyê rêveberiyek nû dikin. Yên şer qezenç dikin dîrokê dinivîsin. Ji ber ve yekê îmhakirina Bajarê ku ji destpêka şerê Sûriye de her dem kariye aştiyê biparêze, kuştina gelê sivîl, birîndarkirina sivîlan, penaberkirin ji aliyê Dîrokê ve wekî serkeftin nayê nivîsandin"
'BÊ HIQUQIYA OSO BERPIRSIYARIYA TIRKIYE YE'
Hur, bal kişand ser daliqandina ala Tirk a li nava Efrînê û wiha got. "Her çend TSK îdîa bike ku wan Efrîn dagir nekiriye jî daliqandina Ala Tirk a bi Efrînê ve û parvekirnia wê ya video ya di malpera fermi ya TSK’'ê de vê îdîayê pûç dike. Li gorî hiqûqa navneteweyî ji bo dewletek têkeve axa dewletek din bi 3 rêyan pêk tê. Yek dema welatek têkeve axa din welatê din bi dildarî axa xwe ji yê din re hiştiye. Ya duyemîn dewleta ku axa xwe daye dewleta din axa xwe bi kêrê daye. Ya sêyemîn jî ew ax bê xwedî ye û û ne aydî tu dewletê din e. Dewletekê jî çûye dagir kiriye. Lê di vê bûyerê de hersê rêbaz jî derbas nabin. Efrîn ne bê xwedî ye. Sûriye ew dewir nekiriye. Axa Efrînê di sînorê Sûriye de ye. Li gorî vê yeke ev dagirkerî ye. Ji ber vê yekê tişta OSO dike û bike berpirsiyariya wê Tirkiye ye. Ji ber vê yekê Tirkiye sûcdar e
KAWA NÛNERTIYA ÎKTÎDARÊ NAKE, NÛNERTIYA GEL DIKE
Hur, anî ziman ku Newroz, di avakirina nasnameya kurd a ziman, bawerî, çînî û erdnîgarî de homojeniyekê ava dike û sekna hegoman a nijadperestiya tirk xera dike û wiha got: "Ji ber vê yekê OSO berî her tiştî êrîşi peykerê Kawa kir. Peykerên Stalin, Çavuşesku, Saddam û Kaddafî jî xwedî heman qeder in. Lê li vir cudahiya ewe peykerê Kawayê Hesinkar ne îktîdarê gel temsîl dike û wiha got: "Berpirsê çalakiyên OSO yên dijhiquqî Tirkiye ye"
MA / Bilal Seçkin