ÎZMÎR - Zarokê binavê A.A. ê 16 salî li Girtîgeha Zarokan a Şakranê ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir, 3 gardiyenan ew birin cihekê ku kamera nabîne û derp kirin.
Li Girtîgeha Zarokan a Şakranê gadiyenan endamê Yekîtiya Xwendevanên Lîseyê (LOB) A.A. yê 16 salî derp kirin. A.A. bi îdîaya “Endamê rêxistinê” di 3’yê Adarê de hat girtin. Malbata A.A. ya çû hevdîtina kurê xwe derbarê bûyerê de agahî da.
Xwişka A.A. Esra A. ya çû hevtîna birayê xwe, diyar kir ku 3 gardiyenan birayê wê derp kirin û wiha axivî: “Ji bo dozeke edlî gardiyenên birayê dibin Edliya Îzmîrê dixwazin lêgerîna tazî bikin. Birayê mi ji ber ku vê yekê qebûl nake rastî lêdana 3 gardiyenan tê. Gardiyek destpêkê birayê min dibin cihekê ku kamera nabî û dûre wî derp dikin.”
Derbarê bûyerê de em li girtîgehê geriyan, lê derbarê bûyerê de tu agahî nedan.