Buldan: Dedsala 21'an dê bibe sedsala statuya Kurdan û serkeftina Rojhilata Navîn

img

AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku polîtîkayên AKP-MHP'ê yên bi piştgirya Rûsya Efrîn dagir kir û malê gelê Efrinê talan dikin bi ser nakeve û dagirkeriya Efrînê nikare rê li pêş serkeftina kurdan bigire. Buldan, bêdengiya hêzên navneteweyî rexnekir û wiha got: "Yên li şûna gelê Efrînê hilbijartina OSO kirin, dê rê li pêş DAIŞ û El Qaîde vekin. Efrîn dê bibe ya Efrînîyan. Çi dibe bila bibe Sedsala 21'an dê bibe sedsala Statuya Kurdan. Divê kurd li dijî dagerkerî û êrîşan bibin yek. Teqez dê mirovahî bi ser bikeve. Teqez li dijî tariyê dê ronahî bi ser bikeve." 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna koma xwe vê carê li Amedê pêk anî. Civîna koma HDP'ê li Salona  Vedat Aydin a HDP'ê ya Amedê pêk hat. Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîl Buldan axivî. Buldan diyar kir ku îro tenê rojevek wan heye û Rojeva wan a sereke Efrîn e. 
 
ROJEVA ME TENÊ EFRÎN E 
 
Buldan, ewil hemû gelê kurd û gelê Amedê silav kir û wiha got: "Ez bi germahiya Newrozê we silav dikin. Me biryar da ku civîna koma xwe li Amedê pêk bînin. Di vê civînê de rojeva me tenê rewşa Efrînê ye. Ji ber ku Efrîn bi taybetî di 2 mehên dawî de di bin dagirkeriyê de ye. Hewl dan xera bikin û bişewitînin. Gelê me yê wir di pêvajoyek pir dijwar re derbas bûn."  
 
LI EFRÎNÊ BERIYA DAGIRKERİYÊ AŞTÎ Û ARAMÎ HEBÛ
 
Buldan, anî ziman ku bi taybetî hêza duyemîn a NATO  artêşa TSK'ê bi piştgiriya Rûsya di 20'ê Çile de dest bi dagirkeriyê kir û wiha got: "Beriya dagirkeriyê Efrîn wîcdanê cîhanê bû. Li wir aramî û aştî hebû. Her kes li wir di nava wekheviyê de dijiya. Rêveberiya Xweser a Demokratîk hebû. 
Lê polîtikaya ku li dijî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a kurd xwe bi xwe rêve bibin dest bi êrîşa dagirkeriyê kirin. Di serî de li dijî Kerkuk, Şengal û piştre li dijî Efrînê dest bi êrîşên giran kirin. Li şûna gelê Efrinê yê aştî û aramiyê dixwazin çeteyên êrîşkar OSO hilbijartin."   
 
KESÊN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ XERA KIRIN EFRÎN DAGIR KIRIN
 
Buldan, anî ziman ku dagirkeriya li ser Efrinê bi xerakirina pêvajoya çareseriyê dest pê kir û wiha got: "Ev pêvajo, 3 sal berê piştî maseya çareseriyê hat xerakirin dest pê kir. Dagirkeriya Efrînê bi xerakirina maseya muzakereyan dest pê kir. Medya hawis 2 mehan weşana wêdekirin û dijminatiyê pêş xist û gelê Efrînê biçûk xist. Gelê Efrînê dijmin nîşan da. Lê yên Li Efrînê dijîn xizmên gelê Mêrdîn, Amed û Rihayê bûn. Li Çanakele kurd û tirkan bi hevre şer kir û pirak ava kirin. Îro bi dagirkirina Efrînê ev pira Çanakkale xera kirin. Yên vîna gelê Efrînê nas nekirin bi hevkariya OSO ya barbar û hov re hevkarî kirin. Em vê yekê di dîrokê de qeyd dikin. Di dile xwe de qeyd dikin. Gele kurd dê tu carî vê yekê ji bîr nekin." 
 
YE, NY, KONSEYA EWROPA BI BÊDENGIYA XWE BÛN MAHKÛMÊ WÎCDAN
 
Buldan, helwesta hêzên navneteweyî jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Îro Efrîn bê mirov hat hiştin. Bi êrîşên dijwar hat talankirin û wêrankirin. Mirovên wir ax û warên xwe terk kirin û ji cihên xwe hatin sirgûnkirin. Gelê Efrînê axa xwe ya bi hezaran salin lê dijî terk kirin. Gelê Efrînê yên bi êrîşên dijwar re rû bi rû man ji aliyê welatên cîhanê ve bi tenê hatin hiştin. Bi taybetî Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî van êrîşan bêdeng man û bûn mahkûmê wîcdan."  
 
EFRÎN DAWIYA DAWÎ DÊ BIBE YA EFRÎNIYAN
 
Hevseroka HDP'ê Buldan, bal kişand ser koalîsyona AKP-MHP'ê û wiha lê zêde kir: "Piştî Gelê Efrînê vala kirin, dixwazin mîlîsên cîhankar ên ji derve anîne, li Efrînê bi cih bikin. Ev dê rê li pêş terorek nû veke. Hemû cîhan bû şahid bi sed hezaran kesên li Efrînê dijî yekî jî bi dilxweşî û kêfxweşî hûn pêşwazî nekirin. Bila hemû cîhan zanibe dawiya dawî Efrîn dê bibe ya Efrîniyan.  Dibe ku îro Tirkiye bi hevkariya AKP MHP'ê ketibe Efrînê. Dibe ku hesabê hilbijartinê bike. Dibe ku bêje me Gever, Nisêbîn û Sûr xera kir û me hilbijartin bi dest xist. Lê îro girêdana dil a bi kurdan re winda kiriye. Yên duh Peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin hûn dizanin we çawa neheqiyek li nirxên gelan kiriye. Di dilê gelê kurd de tu carî Kawayê Hesinkar nayê xerakirin û qet û qet nayê Hilweşandin."  
 
EV POLÎTÎKAYA HEVKARIYA OSO Û DAGIRKERIYA EFRÎNÊ DÊ KRÎZÊ KÛRTIR BIKE
 
Buldan, polîtîkayên AKP-MHP'ê jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dibêjin bila tu carî gelê Kurd bi ser nekevin û nebin xwedî maf. Ev polîtîka tu tiştî bi tu kesî nade qezenc kirin. Li şûna hûn bi gelê Efrînê re tev bigerin û destê aştiyê dirêjî wan bikin. We bi OSO re hevkarî kir. We ala Tirk bi şaredariya Efrînê dakir. Ka aborî, perwerde, tenduristî û pirsgirêka civakî çareser bû na. Pirsgirêk bêtir kûr bûn. Krîza navxweyî ya Tirkiye dê bêtir mezin bibe. Ji niha û şînde dê her krîz bêtir li Tirkiye û civaka Tirkiye bandor bike.  Komên OSO yên li wê herêmê bên bi cih kirin dê DAIŞ û El Qaîde ji nûve mezin bike. Dê hemû cihan ji nûve bi komên Selefî re rû bi rû bimînin. Em dîsa dibêjin hevkariya bi planên Rûsya yên qirêj û OSO re, dê bi gelê Tirkiye û gelê herêmê bide windakirin. Bi şerê li dijî Efrînê pirsgirêkên Tirkiye û pirsgireka kurd çareser nebû. Bêtir pirsgirêk mezin kirin. Çareseriya  pirsgirêka kurd, aştî, demokrasî, diyalog û muzakere ye. Dijberî vê yekê krîza Sûriye dê krîta Tirkiye jî mezin bike. Rêya niha Tirkiye têde dê krîzan bêtir mezin bike. Pirsgirêka kûr bike. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê ji vê rêyê vegere. Polîtikaya AKP û MHP'ê bêtir pirsgirêkan mezin dike."  
 
YÊN MALÊN EFRÎNÊ TALAN KIRIN DÊ HESAB BIDIN
 
Buldan, bal kişand ser komên OSO yên mal û milkê gelê Efrînê talan kirin jî û wiha berdewam kir: "Ji bo Gelê Efrînê dîsa li cihê xwe vegerin divê bi lezgîn her kes têkeve nava tevgerê. Hem malên Efrînê talan dikin û wêran dikin û hem jî wekî alîkariyê dikin didin nîşandan. Yên ku mal û milkên gelê Efrînê yê bi rûmet talan dikin, dê rojekê bi şerê wan ê dijwar re rû bi rû bimînin. Talankirin û wêrankirin li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Talankirin û wêrankirin tu carî nayê qebûl kirin. 
 
RONAHÎ DÊ BI SER BIKEVE 
 
Divê têkildarî vê yekê bi lezgîn tedbîr bên girtin. Gelê ku ji ber êrîşan koç kirin bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê em bi lezgîn bang li hêzên navneteweyî dikin ku têkevin nava hewldanan. Ev berpirsiyariya wan a dîrokîye. Em ji bo piştgiriya gelê Efrînê û li dijî DAIŞ'ê bang li her kesî dikin ku her kes hestiyar be.  Mirovahî tu carî winda nake. Meşa mezin a mirovahê dê bi ser bikeve. Ne tarî dê ronahî bi ser bikeve. Kurd bi hezaran salin li ser vê xakê hebûn dê dîsa hebin. Kurd bi hezar salin bê statu li ser vê axê dijiyan. Di sedsala 21'an de dê êdî bi statu û nasname bijîn. Ne dagirkeriya Efrînê û ne jî êrîşên OSO û DAIŞ'ê nikare rê li pêş serkeftina kurdan bigire.  Divê kurd li dijî van êrîşan çalakiyên xwe û siyaseta xwe bikin yek û li dijî dagirkeriya Efrînê bibin yek. Em Dagirkeriya Efrînê tu carî qebûl nakin. Em cem gelê Efrînê ne. " 
 
Buldan ji niha de Newroza hemû gelê Amedê û gelê Tirkiye bi ruhê aştî, biratî û wekheviyê pîroz kir û xwest hemû kes bi ruhê Efrînê dakevin qada Newrozê. 
 
Axaftina Buldan bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" hat birîn. 
 
 
 
 

Sernavên din

20/03/2018
15:08 KCD: Ji bo xwedîderketina berxwedana Efrînê bibin lehî û biherikin Newrozê
14:53 Dîroknas Hur: Berpirsê çalakiyên OSO yên dijhiquqî Tirkiye ye
14:27 Di ciheke kamera nabîne de hat derpkirin
13:42 Konya û Eskîşehîr ji Newrozê re amade ne
13:42 Buldan: Dedsala 21'an dê bibe sedsala statuya Kurdan û serkeftina Rojhilata Navîn
13:28 NY: Tirkiye, li kuştinên sivîlan a li Kurdistanê napirse
13:06 TSK Efrîniyên vedigerin malên xwe binçav dike
12:47 Li gelek bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin
12:46 Jinên siyasetmedar: Em ê bi ruhê raperînê bi herikin qadan
12:23 Li 9 navçeyên Stenbol’ê agirê Newrozê hat pêxistin
12:04 Gunana yê 34 rojin di rojiya mirinê de ye 10 kîlo dan
11:30 ‘Em li dijî Dehaqê duh û Erdoganê îro ji bo Efrînê li qada Newrozê bin'
11:21 Şahidê Newroza Cizîra 92’yan: Botan bi heman ruhî li ser piyan e
11:20 Bi wêneyan Newrozên 15 salan
10:43 Li Enqere û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:09 Spiegel: OSO di bin parastina tangên Alman de Efrînê wêran dike
10:08 Newroza her serdemê heye: Niha jî dora Newroza Efrînê ye
10:07 Îrmez ê di Newroza 92’yan hevjînê xwe winda kir: Bê bedel jiyana azad ne pêkan e
09:51 Em dê di Newrozê de dengê xwe bigînin hemû cîhanê
09:16 Mêrsînî dê agirê Newrozê ji bo Efrînê pêxin
09:16 'Dê gelê kurd bi hêrsa Efrînê qadên Newrozê tijî bike'
09:15 Girtiyên jin xistin hucereyan, canê wan bû birîn û nêm girt
09:14 Erzingan, Xarpêt û Çewlig ji bo Newrozê amade ne
09:14 Wekîlê HDP’ê Aktaş: Ji bo siberoja welat Newrozê pîroz bikin
09:13 Taş: Êrîşa li ser Efrînê pira navbera gelê herêmê û Tirkiye de qut kir
09:07 Kekê Kemal Kurkut: Polîsê ku Kemal kuşt wê di Newrozê de peywirdar be
09:07 Girtî li edliyeyê derb kirin
09:06 AYM’ê hêj bersiva serlêdana têkildarî kuştina Zengîn nedaye
09:05 Kerestecîoglû: Erdogan zilmê li kurdên li welatê xwe dike
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2018'AN
19/03/2018
17:37 Gelê Mexmûrê Newroz pîroz kirin
17:22 Çawîşê pispor li Hênê hat kuştin
17:13 Banga Newrozê
16:42 Li pêş NY'ê grava birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger
16:30 Nisêbîn dê Newrozê li Parka Cegerxwîn pîroz bikin
16:18 17 partiyên siyasî û rêxistinên civakî banga tevlibûna Newrozê kirin
16:06 Jinên di 8’ê Adarê de rastî tuneyê hatin serlêdana sûc kirin
15:56 Civata hunermend û wêjeyî: Ji bo Efrînê deng derxistin deynê mirovahiyê ye
15:27 TJA: Em ê bi ronahiya Newrozê tarîtiya tecrîtê parçe bikin
15:02 Banga Newrozê: Her der Efrîn her der berxwedan
13:40 Başaran: Dê di Newrozê de her dever bibe Efrîn
13:35 Şervana enternasyonalîst a Îngilîz li Efrînê jiyana xwe ji dest da
13:34 Cockburn: Yên Efrînê dagir kirin endamên DAIŞ’ê ne
13:07 Bilgen: Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Êrîş neqebûlkirina kurdan e
12:41 Gelê Başûr ji bo Efrînê dadikevin qadan
12:26 Ji Rêxistinên civakî, akademîsyen û rewşenbîrên Fransî ji bo Efrînê bang
12:25 Polîsan dest danîn ser wêneyên Eylem Ataş
12:25 Kalê 80’î salî Sagin 4 rojin di bin çavan de ye
12:24 Komîteya Newrozê ya Edene û Mêrsînê destûr stendin
11:47 Li Ebexê 8 kes hatin binçavkirin
11:06 Pêşmergeyên Dêrîn: Tirkiye dijî Kurdan li pey pîlanên cuda ne
10:47 Temel: Ew awirên zeytûnî me dipelçiqînin
10:33 AFP'ê wêneyên talankirina Efrînê parve kirin
10:27 DMME’yê ew mehkûm kir, lê dîsa jî xwarinên diyetê nadin girtiyên nexweş
10:26 ‘Botan dê wekî Dîcleyê biherike qada Newrozê’
10:09 Dayikên Cizîrî: Em biherikin Newroza Cizîra Botanê
10:01 Dêrsimiyan: Newroza îsal dê roja îsyana li dijî jenosîdê be
09:29 Şahida Serhildana Newrozê: Dê tu carî Agirê Newrozê venemire
09:28 Ekolojîsta Ewropî Têkoşîna kurdan dibe hêviya cîhanê
09:27 Komîteya Newroza Stenbolê: Newroz li dijî kuştinê îsyana jiyanê ye
09:26 Kesên îxrac bûn bang kirin: Tevlêbûna Milyonan a Newrozê dikarin dagirkeriya Efrînê rake
09:25 Jinên ji Sûriye hatin Tirkiye: Me axa xwe û jiyana xwe winda kir
09:24 ‘Em dê qada Gundogdu bi rengê Berxwedana Efrînê bineqişînin'
09:22 Di mulakata girtina kar de: Serokomar kî ye?
09:00 ROJEVA 19'E ADARA 2018'AN
18/03/2018
22:50 Kurdên Ewropa li dijî şerê li ser Efrînê daket qatan
21:58 Berdevkê YPG'ê Mahmut: Êdî êm dê dest bi şerê gerîlla bikin
19:51 Partî û rêxistinên kurdan: Em gelê xwe vedixwînin qadan
17:00 Bi êrîşa sîberê weşana ANHA hat astengkirin
16:45 Li herêma Serhetê xebatên Newrozê berdewam dikin
16:42 Jiyana bi hezaran sivîlên Basûtê di xeteriyê deye
16:37 Rêveberiya Xweser a Efrînê: Berxwedana Efrînê dê bi pêngavek nû bidome
16:08 Becerîklî: Ne gel, AKP ditirse
15:48 Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ji bo Efrînê civîyan
15:31 SOHR: Li Efrînê 43 jê zarok 281 sivîl hatin kuştin
15:06 Girtiyan bi riya malbatan serî li ÎHD’ê dan
14:50 Li Rihayê yekem agirê Newrozê li Sîwêrekê hat pêxistin
14:43 Hunermend û aktîvîstan: Hêzên Navneteweyî li Efrînê têk çûn
14:27 Gelê Nisêbînê bi kelecanek mezin li heviya Newrozê ye
12:36 Konca: Bi destê darazê siyaseta lîncê pêş dixin
12:34 Li dijî herêma leşkerî ya Sîlopiyê êrîş: 6 birîndar
12:22 Dozger ser dosya Kahil ê polîsan ew kuşt veşart
12:21 ‘Di bûyerên îstîsmarê de cezayên giran girîngin’
11:47 Prosedûrên Newroza Amedê bi dawî bûn
11:39 Duyemîn plana dagirkeriya Efrinê
11:23 Li Pendîkê avahiya 2 qetî şewitî
11:13 QSD'ê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo demekê rawestand!
10:52 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Bê yekîtî azadî nabe
10:27 Ahmet Turk: Rihê Newroz û azadiyê nayê radest kirin
10:04 'Riha dê wekî Kobanê li Efrînê jî xwedî derkevin
09:01 ROJEVA 18'Ê ADARA 2018'AN
08:57 Ozûgûrlû: Gotina ‘Şerê Efrînê’ ya Erdogan nîşaneya êrîşên xwînbar e
08:56 Duzkan: Çapemenî kuştinê rewa dike
08:55 Tu dibêjî qey ne dibistan biryargeha leşkerî ye!
08:54 Zimanzan Tan: Divê kurd demildest bibin yek û êrîşan rawestînin
08:53 Dayikên Aştiyê: Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin
08:52 Aborîzan Çakmakli: Dema we gotina ‘reforma strukturel’ bihîst hay ji qewlikên xwe hebin
08:52 'Newroz berxwedan e, em li qadan bin'
08:50 Roboskiyan: Em bi Newrozên girseyî tirsê bişkînin
08:49 'Gilîyên der barê îşkenceya li girtîgehan zêde bûn'