NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajar û navçeyan rojnameger, siyasetmedar û xwendekar, parêzvanê mafê mirovan û gelek kes hene hatin binçavkirin.
Li navçeyên Dortyol, Îskenderûn û Payasê yên Hatayê polîsan serê sibê hemwext bi ser malan de girt. Piştî lêgerîna li malan polîsan, Hevserokê DBP’ê yê Hatayê Abdurrahim Şahîn, Hevserokên DBP’a Îskenderûnê Fatma Guneş û Nedîm Kaya, Serokê EMEP’a Hatayê Mevlut Bulgur, Serokê EMEP’a Îskenderûnê Yusuf Gulşen, Serokê Şaxa Egîtîm Sena Îskenderûnê Alî Karadaş, rêvebera Partiya Rizgariya Avakar a Sosyalîst (SYKP) a Îskenderûnê Belgîn Ayranci, rêveberên rêxistina HDP’a Aysel Eşîyok, Feyruz Gor, Şîrîn Aydin, Gulabî Er û Dogan Bozkurt, Rêveberê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê Mahmut Aydinci û Reşat Kizilay, welatiyên bi navê Hasan Îlhan, Omer Uygun, Hulya Ateş û Musa Alan û her wiha 9 welatiyên navên wan nehat hînbûn binçav kir.
27 kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Îskenderûnê.
Li aliyê din polîsan di lêgerîna malan de diyar kir ku binçavkirin têkildarî Newrozê ne û wiha gotin: “Meraq nekin, herî zêde rojek du rojên din dê bên berdan.”
LI WANÊ NÊZÎ 20 XWENDEKARÎ HATIN BINÇAVKIRIN
Li Wanê jî polîsan serê sibê bi ser mal û wargehên xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ve girtin. Li gorî hat ragihandin heta niha nêzî 20 xwendekaran binçav kirine.
Ji xwendekarên binçavkirî yên navên wan aşkere bûn wiha ne: Viyan Çîftçî, Serhat Yavuz, Ramazan Yigît, Mehmet Agdeve û Mehmet, Yunus, Ahmet, Bayram ên paşnavê wan nehat hînbûn.
Hinceta binçavkirina xwendekaran nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.
LI MANÎSAYÊ GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Manîsayê jî polîsan bi ser malên rêveberên HDP’ê de girt. Di serdegirtinan de Hevseroka rêxistina HDP’a navçeya Yunus Emreyê Hasret Çetîn û welatiyê bi navê Kemal ê paşnavê wî nehat hînbûn û gelek welatî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di nav ên binçavkirî de zarok jî hene.
Binçavkirina birin Miduriyeta Polîsan a Manîsayê.
LI RIHAYÊ 4 KES BINÇAV KIRIN
Li navçeyên Eyubiye ya Rihayê jî polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de Îbrahîm Halîl Sele û Rohat Filat hatin binçavkirin. Li navçeya Serêkaniyê jî polîsan bi ser mala Kazim Kizilkaya û Fatma Aslan de girt.
Sedema binçavkirinan nehat hînbûn.
ROJNAMEGER OZBEK BINÇAV KIRIN
Polîsan serê sibê xebatkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Welat Murat Ozbek li taxa Demîrtaş a navçeya Toroslar a Mêrsînê dema rojnameyan belav dikir binçav kir. Hinceta binçavkirina Ozbek nehat zanîn û ew birin Miduriyata Polîsan.