Kerestecîoglû: Erdogan zilmê li kurdên li welatê xwe dike

img

EDENE - Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû destnîşan kir ku Tirkiye tevî OSO’yê Efrînê dagir kiriye û got: “Erdogan dijminatiya kurdan kir û ket Efrînê. Zilmê li 20 milyon kurdên li welatê xwe dike.” 

Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû ketina nav Efrînê ya Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) û OSO’yan û îtifaqa AKP-MHP’ê nirxand. 
 
‘ERDOGAN DIJMINANTIYA KURDAN DIKE'
 
Kerestecîoglû got: “Efrîn bajarekî ku kurd, ereb û tirkmen xwe lê ewle hîs dikirin. Erdogan dijminatiya kurdan kir û ket Efrînê. 20 milyon kurdên li welatê xwe mahf dike. A rastî tenê ne kurdan, hemû gelên li wir mehf dike.” Kerestecîoglû destnîşan kir ku wan gelek caran ji siyasetmedaran pirsiye “Çi karê we li Sûriyeyê heye?” û got: “Êdî hûn dibînin, Tirkiye bû perçeyeke vî şerî. Erdogan ji bo daxilî şerê Sûriyeyê bibe, digot ‘Em ê Esad birûxînin û li Mizgefta Emewiyê nimêj bikin’ û di demên dawî de jî got ‘Em ê di sê rojan de Efrînê dagir bikin.’ A rastî AKP bi vî awayî şer afirandin û bi van gotinan xwe vala derdixe. Li kîjan welatî îkîtîdareke otorîter divê bila bibê, ew îktîdar ji bo berdewamiya xwe pêdivî bi şer dibîne. Rejîmên otorîter ên bi vî awayî di şer de miriyan dihejmêrin û polîtîkayên xwe bi rê ve dibin. Ji bo wan tu wateya leşker û sivîlan tune ye. Yanî Erdogan jî ji bo hebûna xwe û ji bo bibe serok pêdivî bi vî şerî dît.” 
 
‘LI EFRÎNÊ SIVÎL HEDEF HATIN GIRTIN’ 
 
Kerestecîoglû diyar kir ku li Efrînê di êrîşên hewayî de bi sedan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Kerestecîoglû got: “Eger li cihekî şer hebe ne mimkun e ku sivîl nemirin. Hem hûn ê ji hewayê ve bajarekî ku bi sedan sivîl lê ne bombe bikin, hem jî bibijên sivîl namirin. Tiştekî wisa ne mimkun e. Çend roj berê me dît ku Tirkiye nexweşxaneyeke Efrînê jî bombebaran kir. Heta ev nûçe di çapemeniya navnetewî de jî derket. Her wiha Neteweyên yekbûyî (NY) û gelek saziyên navnetewî gotin Tirkiye li gor agibestê tev nagere. Lê belê Serokomar Erdogan got ‘em li vî guhî dixin di yê din re derdixin.’ Ev tiştekî pir zalimane bû. Eger Tirkiye girêdayî peymanên navnetewî be û îmze kiribe, nikare wisa kêfî tev bigere. Eger ji bo Sûriyeyê biryarên agirbestê hebin, Tirkiye mecbûr e li gorî vê tev bigere.” 
Her wiha Kerestecîoglû ji bo îtîfaqa AKP-MHP’ê jî got: “Me dizanibû ev qanûneke zaf talûke ye. Ji ber vê wê rojê em 24 saetan li Meclîsê xebitîn û me hewl da em wê asteng bikin. Ev qanûn nîşan dide ku wê roja hilbijartinê her cure rageşî rû bidin. Her wiha bi vê qanûnê re venihêrîna sindoqan jî di nav de wê gelek tişt di bin kontrola îktîdarê de bin. Lê belê eger mirov li hemberî vê hilbijartinê dixwazin xwedî li pêşeroja xwe derkevin, tekane riya vê yekê jî têkoşîn e. Em ji bo têkoşînê hene û ji bo ev îktîdar biguhere em ji bo têkoşînê hene.” 
 
‘DIVÊ JIN LI QADAN BIN’ 
 
Kerestecîoglû bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinan û got: “Divê jin li dijî van polîtîkayan li qadan bin. Divê jin li her derî bixebitin. Divê jin bi meşên xwe, bi daxuyaniyên xwe, bi panelên xwe xwe bi rêxistin bikin û bi yek dengî biqîrin. Em bi vî awayî dikarin îtifaqekê çê bikin.” 

Sernavên din

20/03/2018
15:08 KCD: Ji bo xwedîderketina berxwedana Efrînê bibin lehî û biherikin Newrozê
14:53 Dîroknas Hur: Berpirsê çalakiyên OSO yên dijhiquqî Tirkiye ye
14:27 Di ciheke kamera nabîne de hat derpkirin
13:42 Konya û Eskîşehîr ji Newrozê re amade ne
13:42 Buldan: Dedsala 21'an dê bibe sedsala statuya Kurdan û serkeftina Rojhilata Navîn
13:28 NY: Tirkiye, li kuştinên sivîlan a li Kurdistanê napirse
13:06 TSK Efrîniyên vedigerin malên xwe binçav dike
12:47 Li gelek bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin
12:46 Jinên siyasetmedar: Em ê bi ruhê raperînê bi herikin qadan
12:23 Li 9 navçeyên Stenbol’ê agirê Newrozê hat pêxistin
12:04 Gunana yê 34 rojin di rojiya mirinê de ye 10 kîlo dan
11:30 ‘Em li dijî Dehaqê duh û Erdoganê îro ji bo Efrînê li qada Newrozê bin'
11:21 Şahidê Newroza Cizîra 92’yan: Botan bi heman ruhî li ser piyan e
11:20 Bi wêneyan Newrozên 15 salan
10:43 Li Enqere û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:09 Spiegel: OSO di bin parastina tangên Alman de Efrînê wêran dike
10:08 Newroza her serdemê heye: Niha jî dora Newroza Efrînê ye
10:07 Îrmez ê di Newroza 92’yan hevjînê xwe winda kir: Bê bedel jiyana azad ne pêkan e
09:51 Em dê di Newrozê de dengê xwe bigînin hemû cîhanê
09:16 Mêrsînî dê agirê Newrozê ji bo Efrînê pêxin
09:16 'Dê gelê kurd bi hêrsa Efrînê qadên Newrozê tijî bike'
09:15 Girtiyên jin xistin hucereyan, canê wan bû birîn û nêm girt
09:14 Erzingan, Xarpêt û Çewlig ji bo Newrozê amade ne
09:14 Wekîlê HDP’ê Aktaş: Ji bo siberoja welat Newrozê pîroz bikin
09:13 Taş: Êrîşa li ser Efrînê pira navbera gelê herêmê û Tirkiye de qut kir
09:07 Kekê Kemal Kurkut: Polîsê ku Kemal kuşt wê di Newrozê de peywirdar be
09:07 Girtî li edliyeyê derb kirin
09:06 AYM’ê hêj bersiva serlêdana têkildarî kuştina Zengîn nedaye
09:05 Kerestecîoglû: Erdogan zilmê li kurdên li welatê xwe dike
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2018'AN
19/03/2018
17:37 Gelê Mexmûrê Newroz pîroz kirin
17:22 Çawîşê pispor li Hênê hat kuştin
17:13 Banga Newrozê
16:42 Li pêş NY'ê grava birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger
16:30 Nisêbîn dê Newrozê li Parka Cegerxwîn pîroz bikin
16:18 17 partiyên siyasî û rêxistinên civakî banga tevlibûna Newrozê kirin
16:06 Jinên di 8’ê Adarê de rastî tuneyê hatin serlêdana sûc kirin
15:56 Civata hunermend û wêjeyî: Ji bo Efrînê deng derxistin deynê mirovahiyê ye
15:27 TJA: Em ê bi ronahiya Newrozê tarîtiya tecrîtê parçe bikin
15:02 Banga Newrozê: Her der Efrîn her der berxwedan
13:40 Başaran: Dê di Newrozê de her dever bibe Efrîn
13:35 Şervana enternasyonalîst a Îngilîz li Efrînê jiyana xwe ji dest da
13:34 Cockburn: Yên Efrînê dagir kirin endamên DAIŞ’ê ne
13:07 Bilgen: Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Êrîş neqebûlkirina kurdan e
12:41 Gelê Başûr ji bo Efrînê dadikevin qadan
12:26 Ji Rêxistinên civakî, akademîsyen û rewşenbîrên Fransî ji bo Efrînê bang
12:25 Polîsan dest danîn ser wêneyên Eylem Ataş
12:25 Kalê 80’î salî Sagin 4 rojin di bin çavan de ye
12:24 Komîteya Newrozê ya Edene û Mêrsînê destûr stendin
11:47 Li Ebexê 8 kes hatin binçavkirin
11:06 Pêşmergeyên Dêrîn: Tirkiye dijî Kurdan li pey pîlanên cuda ne
10:47 Temel: Ew awirên zeytûnî me dipelçiqînin
10:33 AFP'ê wêneyên talankirina Efrînê parve kirin
10:27 DMME’yê ew mehkûm kir, lê dîsa jî xwarinên diyetê nadin girtiyên nexweş
10:26 ‘Botan dê wekî Dîcleyê biherike qada Newrozê’
10:09 Dayikên Cizîrî: Em biherikin Newroza Cizîra Botanê
10:01 Dêrsimiyan: Newroza îsal dê roja îsyana li dijî jenosîdê be
09:29 Şahida Serhildana Newrozê: Dê tu carî Agirê Newrozê venemire
09:28 Ekolojîsta Ewropî Têkoşîna kurdan dibe hêviya cîhanê
09:27 Komîteya Newroza Stenbolê: Newroz li dijî kuştinê îsyana jiyanê ye
09:26 Kesên îxrac bûn bang kirin: Tevlêbûna Milyonan a Newrozê dikarin dagirkeriya Efrînê rake
09:25 Jinên ji Sûriye hatin Tirkiye: Me axa xwe û jiyana xwe winda kir
09:24 ‘Em dê qada Gundogdu bi rengê Berxwedana Efrînê bineqişînin'
09:22 Di mulakata girtina kar de: Serokomar kî ye?
09:00 ROJEVA 19'E ADARA 2018'AN
18/03/2018
22:50 Kurdên Ewropa li dijî şerê li ser Efrînê daket qatan
21:58 Berdevkê YPG'ê Mahmut: Êdî êm dê dest bi şerê gerîlla bikin
19:51 Partî û rêxistinên kurdan: Em gelê xwe vedixwînin qadan
17:00 Bi êrîşa sîberê weşana ANHA hat astengkirin
16:45 Li herêma Serhetê xebatên Newrozê berdewam dikin
16:42 Jiyana bi hezaran sivîlên Basûtê di xeteriyê deye
16:37 Rêveberiya Xweser a Efrînê: Berxwedana Efrînê dê bi pêngavek nû bidome
16:08 Becerîklî: Ne gel, AKP ditirse
15:48 Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ji bo Efrînê civîyan
15:31 SOHR: Li Efrînê 43 jê zarok 281 sivîl hatin kuştin
15:06 Girtiyan bi riya malbatan serî li ÎHD’ê dan
14:50 Li Rihayê yekem agirê Newrozê li Sîwêrekê hat pêxistin
14:43 Hunermend û aktîvîstan: Hêzên Navneteweyî li Efrînê têk çûn
14:27 Gelê Nisêbînê bi kelecanek mezin li heviya Newrozê ye
12:36 Konca: Bi destê darazê siyaseta lîncê pêş dixin
12:34 Li dijî herêma leşkerî ya Sîlopiyê êrîş: 6 birîndar
12:22 Dozger ser dosya Kahil ê polîsan ew kuşt veşart
12:21 ‘Di bûyerên îstîsmarê de cezayên giran girîngin’
11:47 Prosedûrên Newroza Amedê bi dawî bûn
11:39 Duyemîn plana dagirkeriya Efrinê
11:23 Li Pendîkê avahiya 2 qetî şewitî
11:13 QSD'ê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo demekê rawestand!
10:52 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Bê yekîtî azadî nabe
10:27 Ahmet Turk: Rihê Newroz û azadiyê nayê radest kirin
10:04 'Riha dê wekî Kobanê li Efrînê jî xwedî derkevin
09:01 ROJEVA 18'Ê ADARA 2018'AN
08:57 Ozûgûrlû: Gotina ‘Şerê Efrînê’ ya Erdogan nîşaneya êrîşên xwînbar e
08:56 Duzkan: Çapemenî kuştinê rewa dike
08:55 Tu dibêjî qey ne dibistan biryargeha leşkerî ye!
08:54 Zimanzan Tan: Divê kurd demildest bibin yek û êrîşan rawestînin
08:53 Dayikên Aştiyê: Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin
08:52 Aborîzan Çakmakli: Dema we gotina ‘reforma strukturel’ bihîst hay ji qewlikên xwe hebin
08:52 'Newroz berxwedan e, em li qadan bin'
08:50 Roboskiyan: Em bi Newrozên girseyî tirsê bişkînin
08:49 'Gilîyên der barê îşkenceya li girtîgehan zêde bûn'