Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ji bo azadiya girtiyên nexweş pêşniyara avakirina komîsyonê kir û wiha got: “Bêguman di navenda vê tecrîda de ku tevahiya welêt dorpêç kiriye, pergala tecrîdê heye. Welêt, civak, edalet, hiqûq û azadî bi temamî di tecrîdê de ne.” 
 
Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna Koma Meclisê de axivî. Xizmên girtiyan ên Stenbol, Amed, Îzmîr û Wanê jî tev li Koma HDP’ê bûn. 
 
Buldan, di serî de malbatên girtiyan silav kir û piştre jî ji malbata hunermend Onur Şener re sersaxî xwest. 
 
Bi domdarî Buldan bal kişand ser Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku îro li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê hat qetilkirin û wiha got: “Ez vê cînayetê bi tundî şermezar dikim. Tam di erefeya qanûna sansûrê de rojnamegereke jin tê qetilkirin. Em ji bo malbat û hevalên wê sersaxiyê dixwazin. Xwedê rehma xwe lê bike.” 
‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ BÛYE KARNAMEYA AKP’Ê’ 
 
Di berdewamê de Buldan got ku ew li meclisê dengê herî xurt ê bindestan in û wiha domand: “Çawa ku me qad û kolan ji faşîzmê re nehiştin, dê di meydana siyasetê jî ji desthilatdariyê re nehêlin. Ez, têkoşîna birûmet û mafdar a dayikên girtiyan silav dikim û dibêjim ku hûn bi tenê nînin. Em ê vê têkoşînê bi hev re bimeşînin. Mirinên biguman, şewitandina înfazan ên keyfî, hiqûqa dijminatiyê ya li dijî girtiyên nexweş û hwd. karnameya zîhniyeta AKP-MHP’ê ya girtîgehan e. Di nava 9 mehên dawî de herî kêm 63 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di nava wan de girtiyên nexweş jî hebûn û yên bi îşkenceyê hatin qetilkirin jî hebûn. Heke li vî welatî edalet hebûna, îro Garîbe Gezer, Ferhan Yilmaz, Bazo Yilmaz, Abdulrezzak Şuyur, Halîl Guneş, Vedat Erkmen, Bangîn Muhammet û yên din jî niha dê bijiyan. Lewma edalet weke nan û avê girîng e. Lewma têkoşîna dayikan, têkoşîna jiyanê ye. Divê parlamento û siyaset li dijî hawara dayikan xemsar tevnegerin.”
 
‘TEVAHIYA WELÊT DI TECRÎDÊ DE YE’
 
Bi domdarî Buldan got ku ji bo rewşa girtiyan dê di demekî herî nêz de bi wezîrê dadê re hevdîtinê bikin û wiha pê de çû: “Her wiha dê koma me pêşnûmeyekê bide û bixwaze ku komîsyoneke lêkolînê bê avakirin. Banga min li parlamento û muxalefetê ew e ku werin em bi hev re di zûtirin demê de vê komîsyonê ava bikin. Bi vê yekê re hem dest li qewimînên li girtîgehan werdin û hem jî pêşî li ber mirinên derhiqûqî bigirin. Em ê bi tu awayî nehêlin ku heqîqeta girtîgehan were jibîrkirin. Bêguman li navenda vê tarîtiya li ser girtîgeh û tevahiya welêt, pergala tecrîdê heye. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan, weke polîtîkaya AKP-MHP’ê ya ji bo pêşîlêgirtina demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên muzakereyan e. Tecrîda behsa xeberê tenê bi Îmraliyê re bisînor nîne. Tevahiya welêt, civak, edalet, hiqûq, mafên mirovan û azadî di tecrîdê de ne.”
 
‘HUN DÊ NEKARIN BI SIYASETA ŞER BAWERIYA GEL BI XWE BÎNIN’ 
 
Buldan, diyar kir ku bi nêzbûna hilbijartinê re destilatdarî ji bo ku xwe li ser pêyan bigire, êrişên xwe yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di êrişên li dijî Rojava de sivîl, zarok û jin jiyana xwe ji dest didin. Anku sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Li kîjan deverê derfeteke aştiyê hebe, ji bo ku wê derê xerab bikin ya ku ji dest tê dikin. Ji ber ku pêdiviya qesrê bi şer heye. Lê hûn çi dikin bikin, dê nekarin xwe ji vê rewşê xelas bikin. Hûn dê nekarin baweriya gel bi polîtîkaya şer bi xwe bînin. 
 
Banga min ji bo raya giştî ev e; guh nedin vê siyaseta şer a desthilatdariyê ku hebûna xwe bi alozî û krîzan didomîne. Ji bo nixûmandina têkçûna aborî û nelirêtiyên xwe, dê serî li her cureyekî kompasan bidin. Divê kesek nekeve van xefikên desthilatdariyê. Em ê desthilatdariyê têk bibin û aştî dê bi ser keve. Divê em niha hîn bêhtir li dijî şer û tecrîdê derkevin û têbikoşin. 
 
BANG LI MUXALEFETÊ KIR
 
Banga min ji bo muxalefetê ye; li dijî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê bêdeng nemînin da ku çerxa wan a nelirêtî û rantê negere. Hinek bicisaret bin. Xwedîderketina li polîtîkaya aştiyê, xwedîderketina li welêt, jiyan û diyaloga di navbera gelan de ye. 
 
DI TEVAHIYA HAVÎNÊ DE EM LI QADAN BÛN
 
Weke HDP’ê em em di tevahiya havînê de li qadan, kolanan, febrîqeyan û li gundan bûn. Ji bo ku di Doza Kompasê ya Kobanê de heqîqetê biparêzin, em li eywanan bûn. Bawer bikin hevalên me bi parastinên xwe dîroka têkoşîna hiqûq, edalet, demokrasî û aştiyê nivîsandin. Bi tevlibûna sedhezaran li Amed û Stenbolê me du mitîngên mezin li dar xistin. Me li her qadê soz da hemwelatiyên xwe. HDP bibiryar e ku bibe dengê îtîrazên pêl bi pêl mezin dibin, qêrînan û daxwaza guhertinê ya hevpar. Bi vê sedemê jî me Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir. Tifaqa Ked û Azadiyê, di navbea her du tifaqên din de rêya sêyemîn a gelê me ye. Ev rê, ji bo pêşeroja demokratîk a welêt, rêya hêviyê ye. 
 
TIFAQA KURDISTANÊ
 
Tifaqa din a HDP’ê jî tifaqa bi partiyên Kurdistanî re ye. Em dixwazin tifaqa herî berfireh a Kurdistanî ava bikin. Em ê di demekî nêz de mizgîniya vê bidin. Em di wê baweriyê de ne ku dê welatekî bihêvî û biaram ava bikn û rejîma zextkar û faşîzan têk bibin. Divê baş bê zanîn ku tifaqa me armancek daye pêşiya xwe ku her tim mezintir bibe. 
 
ME QAD JI FAŞÎZMÊ RE NEHIŞTIN
 
Em ê li deriyên hemû derdor, sazî, partî û şexsan bixin û tifaqa xwe mezintir bikin. Çareserî em in, hêza çareseriyê em in. Me ev qad ji faşîzmê re nehiştin. Me hêviya demokrasî û aştiyê her tim zindî hişt û dê zindî bimîne jî. Di avakirina welatekî demokratîk de jî em ê bibin hêz sereke û diyarker. Banga me li her kesên guherînê dixwazin ew e ku tev li HDP’ê û tifaqa me bibin. 
 
Ciwanên hêja; banga min bi taybet jî bo we ye. Hêza sereke ya ku dê van qilfeyan bişikînin, hûn in. Vîna we ya azad e. Hûn hêviya civakê ne. Gazinc û têkoşîna we, hêvî û rêbera me ye. Em ê bi hev re bi ser kevin. Em ê bi we re biguherînin û bi we re nûbûnê çêbikin. Em bi we re ne. 
 
EM Ê DIRÛŞMA JIN JIYAN AZADÎ LI HEMÛ CÎHANÊ BELAV BIKIN 
 
Jinên hêja yên ku bi mûyekî pora xwe cîhanê dihejînin; hêza herî mezin em in. Ne yekzilam lê em dê bi ser kevin! Jiyana azad û wekhev em ê bi hev re ava bikin. Berxwedanên jinan ên ji bo Jîna Amînî mezin dibin, dengê meşa guherînê ye. Ev berxwedan, ji bo têkoşîna hemû jinan bûye çavkaniya hêviyê. Em ê sala 2023’yan diyar bikin. Tu pergaleke ku me erê nekirî dê nekare bi ser keve. Em jin dê bi ser kevin. Dê dirûşma jin, jiyan, azadî li hemû cîhanê belav bikin. 
 
ŞIKANDINA ÇERXA KEDXWARIYÊ DI DESTÊ KEDKARAN DE YE 
 
Kedkarên hêja; yên ku bi xweha eniya xwe cîhanê ava dikin, hûn in. Şikandina vê çerxa kedxwariyê di destê we de ye. Hêza we; nifteya guherîn û pêşerojeke demokratîk û wekhev e. 
 
Gelê me yê hêja; we ev têkoşîn bi fedekariyên mezin û bi bedelên giran heta roja me anîn. We serî netewand! Hûn tu carî teslîm nebûn. We yek gav paşve neavêt. Êdî dem dema serkeftina mezin e. Di demekî herî nêz de dê bi saya hêza vîna xurt a gelê kurd, serdema demokrasî, aştî û edaletê dest pê bike. Hezîran nêz in. Serkeftin nêz e.” 
 

Sernavên din

07/10/2022
09:03 Di 9'ê Cotmehê de wê daxwaza bingehîn bibe azadiya Abdullah Ocalan
09:03 Îdiayên şahida ku îfade li ser Mizrakli dabû derew derketin
09:02 Gezerê ku di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de birîndar bû li dû kiryaran e!
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2022'YAN
06/10/2022
22:58 Kampa Şerdeştê ya Şengelê hat bombeberankirin
21:34 Sancar: Komar dê bi rêya sêyemîn bibe komareke demokratîk
20:22 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
19:44 Cendirmeyan hewl da pêşî li ber xebatên HDP'ê bigirin
18:15 Fermandarê YPG'î di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da
17:32 Rapora Binpêkirinên Mafan a 2021’an a ÎHD’ê: Welat bi polîtîkayên ewlehiyê tê birêvebirin
17:13 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Zarokên me berdin
17:07 Rapora Hewselê: Em xwedî li xwezaya xwe derbikevin
16:27 Sebahat Tuncel ji şandeya dadgehê re got: Em ji we azadtir in
15:54 Nivîskara fransî Annie Ernauxê xelata Nobelê wergirt
15:27 Baroya Amedê giliyê polîsên êrişkar kir
15:23 Rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:56 Doza rojnameger Tûnç hat taloqkirin
14:48 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’ê kir
14:43 Ji bo Meşa 9’ê Cotmehê ya Amedê banga tevlibûnê
14:33 Keştiya penaberan noq bû: Herî kêm 16 jinan jiyana xwe ji dest dan
14:14 Sancar: Kujerên Jînayê û yên Nagihanê xwedî heman zîhniyetê ne
14:12 RSF’yê ji bo Akarsel daxuyanî da: Dengekî femînîst ê xurt hate bêdengkirin
14:00 Polîs ji Şenyaşar ê 577 roj in nobetê digire re got: Ev der ne mala we ye
13:25 Li Taylandê li dijî kreşa zarokan êriş: 23 jê zarok bi giştî 34 kes hatin qetilkirin
13:20 Beyî ku agahdar bikin avahiya HDP’a Amedê mohr kirin
12:58 Dozgerî: Di Nobeta Edaletê de bêyî ku sûcek hebe mudaxale hatiye kirin!
12:54 Malbatên girtiyan: Rêya demokrasî û azadiyê di zindanan re derbas dibe
12:45 MKGP dê li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyanî bide
12:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:07 Li Bodûrê li dijî hilweşînê di nobetê de ye, xistin
11:30 Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan nexşerêyê diyar dike
11:17 Li rojnamevan Kûrşûn 13 sal û 3 meh cezayê hefse hate birîn
10:53 Greta Thunberg tev li çalakiyên ji bo Nagîhan Akarselê bû
10:30 Hatîp Dîcle: Divê YNK xwedî seknekî zelal be û rê li ber cînayetan bigire
10:20 Merengozê 30 salan: Ji ber zêdebûna mesrefan nikarim bixebitim
09:42 'Cihê xwîna zarokên me lê rijiyaye ne cihê mîhrîcan û şahiyan e'
09:02 AYM: Protestokirina Komkujiya 10'ê Cotmehê azadiya fikr û ramanê ye
09:02 Hevşaredar Fîdan: Li Şaredariya Silopiyayê qeyûmtiya fiîlî tê pêkanîn
09:01 Têkoşîna ji bo Abdullah Ocalan sînor derbas kirine
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2022'YAN
05/10/2022
23:16 Piştî 30 salên li girtîgehê li bajarê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin
21:30 Amedspor li hemberî Batman Petrolsporê 2-0 bi ser ket
20:48 Tirkiyeyê gundên Pêncwênê bombebaran kirin
19:04 MED-DER’ê Roja Mamosteyan a Cîhanê pîroz kir
18:34 Xizmên girtiyan li Enqereyê ne: Çima tu tişt nayê kirin?
18:18 4 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:30 Polîsan darên li hemberî qereqolê birîn
17:12 Jin li dijî komployê meşiyan: Armanca komployê tunekirina destkeftiyên gelê kurd e
17:05 Nobeta Edaletê: Ji bo jiyaneke azad em bibin dengê girtiyan
16:56 Dê Botan li dijî komployê bimeşe
16:43 Jin ji bo Akarsel daketin qadan: Em ê bi ruhê Nagihanê têkoşînê mezintir bikin
16:27 PEN'a Kurd têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarsel daxuyanî da
16:04 Kovara Jineolojiyê: Roj roja pêşxistina fikra berxwedanê ya Nagîhanê ye
15:52 Li Sêrtê panela 9’ê Cotmehê: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
15:37 Li Geverê ji bo meşa 9’ê Cotmehê bang hate kirin
15:29 Doza KCDP’ê: Malbatên jinên hatine qetilkirin weke şahid hatin guhdarîkirin
15:27 Li Parlamentoya Ewropayê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ porê xwe birî
15:08 Ozlu yê li Girtîgeha Kurkçulerê tê ragirtin: Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin
15:01 Êrişa li dijî avahiyê HDP’a Kanîreşê hate şermezarkirin
14:37 AYM’ê ji bo Guven biryara binpêkirinê da
14:36 Li Wanê Komploya 9’ê Cotmehê wê bi girseyî were şermezarkirin
14:10 Ji parlamenterê AKP’ê Arvas re ji ber nelirêtiyê fezleke hate amadekirin
14:00 Danişîna rojnameger Eser hate taloqkirin
13:40 Pûtîn, biryara tevlikirina 4 herêman a Rûsyayê îmze kir
13:36 Danişîna doza akademîsyen Sozerî hat taloqkirin
13:23 Taxên Geverê di dorpêçê de ne: 4 kes hatin binçavkirin
13:17 Daxwaza ji bo dadger û dozgerên ‘bi awayekî nehiqûqî’ delîl kom kirin nehat qebûlkirin
12:49 Cenazeyê endamê HPG’ê Arslan hat veşartin
12:46 Davûtoglû dest ji giliya xwe ya derbarê Demîrtaş de berda
12:25 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin ku tedawiya wan li derve bikin
12:10 Cihê avahiya şaredariyê dibistan tê çêkirin
12:08 Nûnera Taybet a NY’ê ya Iraqê: Divê tu cîran Iraqê weke milkê xwe nebînin
11:13 Malbata Şenyaşar: Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc
10:57 Dê Komploya 9’ê Cotmehê li Bazîdê bi meşê bê protestokirin
10:46 Kesên li Kadikoyê di protestoya Akarsel de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Li dijî avahiya HDP’ê ya Kanîreşê êrişa çekdarî
10:33 Plarforma Yekitiya Jinên Kurd bang li hikûmeta Başûr kir: Kujerên Akarsel bigirin û bidarizînin
10:16 Hakan Fîdan bi rayedarên Biryargeha Tirkmenan re hevdîtin kir
09:57 Hat îdiakirin li Amedê ciwanekî xwe kuştiye
09:28 Salih Muslim: Ocalan teslîm nebû û komplo pûç kir
09:06 Dadgeh: Sûcek tune, lê xetere ne!
09:05 Girtiya nexweş a 70 salî nayê berdan
09:03 Dersimî dê ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê mitîngê li dar bixin
09:02 Dadgehê îdia kir ku qedexeyên walîtiyê 'li gor hiqûqê' ne
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:21 Kesên di şermezarkirina Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/10/2022
23:49 Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:00 Kujerên Nagîhan Akarselê hatin zevtkirin
20:02 Mexmûrî bi meşeke girseyî qetilkirina Akarselê şermezar kirin
18:41 'Dê çanda berxwedanê ya Nagihanê bi ronakbîriya jinê bidome'
17:35 Êrişa li hemberî endamên SES'ê hat şermezarkirin
17:12 Doza ‘muxalefetê’ ya Sebahat Tûncel hate taloqkirin
17:02 Dê qetilkirina Akarsel li 51 bajaran bê protestokirin
16:58 Jin daketin qadan: Nagihan sedema serhildana me ye
16:56 ‘Bi tecrîdê re civak bênefes tê hiştin’
16:23 Li Silêmaniyeyê êrişa bi SÎHA’yan
16:22 Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da hevşaredar Dîken
16:22 Siyasetmedarên binçavkirî hatin berdan
16:19 Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin!
16:18 Karkerê ku Serokê AKP’î ji kar derxist hewl da xwe bikuje