Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin

  • rojane
  • 11:59 4 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Dadgeha Bilind piştî 11 salan cezayên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” li xwendekarên ku ji ber şahiya ecînê hatibûn girtin, hatibû birîn, pejirandin. 
 
Di 15’ê Gulana 2012’an de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Balikesirê ya bi îdîaya “Bi lidarxistina şahiya ecînê endaman bi PKK’ê didin qezenckirin” dabû destpêkirin de, bi ser malên 11 kesên dihat îdîakirin endamên Meclîsa Ciwanên Welatparêzên Demokratîk (DYG-M) ên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ne, hatibû girtin. Di serdegirtinên 12 navnîşanên cuda de xwendekarên zanîngehê Erdal Bayram, Metîn Bîlgîn, Mûstafa Ertaş, Gulîstan Keleş, Ferhat Bozkûrt, Ayhan Çîftçîoglû, Emrah Sacik, Îrfan Aşar, Sebahattîn Enîşkîn, Husnu Asan û Ramazan Ekîncî hatin binçavkirin. Amblema BDP’ê, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şalên rengên kesk, sor û zer, pirtûk, ajanda û kovarên di serdegirtinên malan de hatin dîtin, bi hinceta “hêmanên sûc in” hatin desteserkirin. 
 
12 KES HATIN GIRTIN
 
11 kes di 17’ê gulanê de ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Bûrsayê ve hatin girtin. Ji girtinê re 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, nerazîbûn û çalakiyên li dijî 34 welatiyên li Roboskê hatin qetilkirin, daxuyaniyên çapemeniyê û seyrana hatiye kirin weke sûc hatin nîşandan. Oktay Yildiz ê ku di çarçoveya lêpirsînê de der heqê wî de biryara binçavkirinê hebû, piştî binçavkirina di 23’ê hezîranê de bi heman hincetê hat girtin. Fatîh Arslan û Necla Ozmen ên di çarçoveya heman lêpirsînê de di dîrokên cuda de hatin binçavkirin, piştî wergirtina îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Balikesirê hatin berdan.  
 
ÎDÎANAME HATE AMADEKIRIN
 
Ji bilî “şahiya ecînê” û herwiha tapeyên telefonê, gelek çalakî û bûyer û bûyerên di navbera xwendekarên zanîngehê de di 11’ê îlonê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” û “zerardayîna mal û milkên cemaweriyê” îdianame hate amadekirin. Piştî qebûlkirina îdîanameya ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ve di danişîna yekem a dozê ya 5'ê Mijdara 2012'an de 12 kes hatin berdan. Di danişîna 13’ê îlona 2013’an hate dîtin de dozger xwest Fatîh Arslan, Metîn Bîlgîn, Erdal Bayram û Mûstafa Ertaş bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bêcezakirin. Derbarê kesên din de jî bi heman sûcdariyê daxwaza beraetê kir. Dozger bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” derbarê hin kesan de daxwaza ceza derbarê hin kesan de jî daxwaza beraetê kir. Her wiha xwest Îrfan Aşar jî bi îdiaya “kevir avêtinê” bê cezakirin. 
 
Piştî girtina 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ya di çarçoveya qanûnan de dosya veguhestin 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê. Dadgeha ku derbarê dosyayê de di 21’ê çileya 2015’an de biryar da, ji “endamtiya rêxistinê” li Yildiz, Ertaş, Bîlgîn, Asan, Bozkûrt, Çîftçîoglû, Keleş, Arslan, Ozmen û Bayram de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî, derbarê Sacik, Aşar, Ekîncî û Enîştekîn de jî biryara beraetê hate dayîn. Dadgehê ji “propagandaya rêxistinê” li Ertaş, Bîlgîn, Asan û Ozmen re salek û 15 roj cezayê hefsê, li Yildiz, Sacîk, Aşar, Bozkûrt, Çîftçîoglû û Ekîncî 10 meh cezayê hefsê birî û biryar taloq kir. Derbarên Enîştekîn de ji her du sûcan, derbarê Aşar de jî ji sûcê “zerardayîna mal û milkên cemaweriyê” biryara beraetê hate dayîn. 
 
HATE ÎTÎRAZKIRIN 
 
Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Huseyîn Bogatekîn, Rêzan Sarica û Raziye Ozturk li dijî biryarê îtîrazî Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Balikesîrê kirin. Ji bilî vê li dijî biryarên beraetê Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê jî îtîraz kir. Piştî ku dadgeha herêmê biryar pejirandin dosya veguhest Dadgeha Bilind.  
 
HEM XERA KIR HEM PEJIRAND
 
3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind bi biryara di 14’ê hezîranê de dayî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Yildiz, Çîftçîoglû, Ertaş, Bozkûrt, Keleş û Arslan hatibû birîn, pejirandin. Daîreyê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê ku li Bayram, Asan û Ozmen hatibû birîn jî kêm dît û biryar xera kir. Daîreyê biryara beraetê ku ji “propagandaya rêxistinê” ji Enîştekîn, Yildiz, Çîftçîoglû, Bayram, Bozkûrt, Keleş û Arslan re hatibû dayîn jî xera kir. 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

04/10/2022
16:19 Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin!
16:18 Karkerê ku Serokê AKP’î ji kar derxist hewl da xwe bikuje
15:58 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 120’an de ye
15:50 MKGP: Dê pênûsa Nagihan Akarsel li erdê nemîne
15:42 Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dixebitî
15:13 Di teqîna Geverê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn
15:01 Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye
14:30 Girtiyên li Girtigeha Eregliyê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
14:11 Temel, Saymaz derewand: Tu HDP’î û rayedar nasnameya xwe venaşêrin
13:58 Li Kadikoyê bo meşa ‘azadiyê’ banga hevpar
13:45 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe
13:30 Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin
13:23 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
12:48 Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand
12:47 Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:11 Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest
12:10 Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin
11:59 Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin
11:42 Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin
10:49 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide
10:30 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
10:27 Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne
09:44 CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin!
09:27 Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû
09:16 Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê
09:04 'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin'
09:03 Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir
09:03 Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin
09:01 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:19 Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin
03/10/2022
20:40 Li Erzirom û Wanê 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
20:14 Fezlekeyên der barê 34 parlementeran de berpêşî Meclîsê hatin kirin
19:52 2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin
18:55 CPT'yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir
16:29 Sê kujerên muzîkjen Oner Şener kuştin hatin girtin
16:25 Qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê hatin bibîranîn
16:24 Sancar: Em ê li dijî hewldana tesfiyekirina HDP’ê, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin
16:04 Li dehan zanîngehên Îranê çalakî tên lidarxistin
15:26 TGS: Qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e
15:08 Rojnamevan Parlak: Îfadeya şahidên nepen ne rast e
14:52 Cenazeyê endamê HPG’ê Bahadir hat girtin
14:38 Li Girtîgeha Sîncanê 20 girtiyên jin ji bo Jîna Amînî pora xwe jê kirin
14:28 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê ber bi wezareta dadê ve meşiyan
14:10 Li Qoserê meşek dê were lidarxistin
13:40 Tevî daxwaznameya wezareta dadê jî Polat nayê tedawîkirin
13:25 Doza ‘heqaretê’ ya Emîne Şenyaşar dê sibe bê dîtin
13:03 Doza SES’ê dest pê kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:42 'Faîlên Haci Lokman Bîrlîk ji hêla kîjan hêzan ve tên parastin?’
12:23 Li 3 bajaran 3 jin hatin qetilkirin
12:00 Qeydên atolyeya muzîkê dê di 15’ê cotmehê de bi dawî dibin
11:36 Jin bi dirûşma ‘Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye’ konferansê li dar dixin
11:36 Rojiya mirinê ya Er û Dag di roja 6'emîn de ye: Gef didomin
11:30 HDP: Em qetlîama Vartînîsê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin
11:19 Demîr: Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê di hilbijartinê de ji sedî 20’ê dengan bigire
11:07 Enflasyona ku ENAG'ê weke 186 aşkere kir li gorî TUÎK'ê ji sedî 83,45 e
10:37 Aksoyoglû: Tifaqa Ked û Azadiyê dikare di jinûve avakirinê de rolê bigire
10:33 Ercan a HPG’î: Rejîma faşîst derfetên têkoşîna demokratîk tune kirin lewma derketim çiyê
10:15 Pirtûka Mehmet Serhat Polatsoy a ‘Ez dînêberedayî nînim’ derçû
09:56 Abdullah Ocalan: Bi saxmayîna min re komplo pûç bû
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2022'YAN
02/10/2022
23:23 Ji jinên li Enqereyê hatin binçavkirin 5 jê hatin berdan
21:59 ‘Çi bibe bila bibe jin dê xwedî li azadiya xwe derkevin’
20:29 Baroya Mêrdînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
18:28 Jinan li Colemêrgê kuştina jîna Emînî şermezar kir
18:14 Kaya careke din bû serokê DTSO'yê
16:27 'Em ê têkoşîna 'Jin, jiyan, azadî' bigihînin serkeftinê'
15:47 Polisan li nûçegîhanê me Yalçin dan
14:49 HPG'ê navê gerîllayên li Dola Balîsanê êrîş li wan hatibû kirin aşkera kir
14:32 Li Rojhilat tevî tundiya rejîmê jî serhildan didome
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike