Demîr: Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê di hilbijartinê de ji sedî 20’ê dengan bigire

img
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku heke Tifaqa Ked û Azadiyê dakeve qadan, dê li Tirkiyeyê pêşî li ber guherînê veke û wiha got: “Dê hevsengiyên siyasî yên Tirkiyeyê bihejîne. Heke tifaq berfirehtir bibe, dê di hilbijartinê de bi rehetî ji sedî 20’ê dengan bigire.” 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê hat avakirin, di 24’ê îlonê de deklarasyona xwe aşkera kir û diyar kir ku dê ji bo têkoşîna demokrasiyê bi derdoreke berfireh re xeteke nû ava bikin. 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk (HDK) Esengul Demîr têkildarî deklarasyona Tifaqa Ked û Demokrasiyê û nexşerêya demên pêş bi ajansa me re axivî.   
 
NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ RAGIHANDIN
 
Esengul Demîr, bi bîr xist ku partî û rêxistinên di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de hatine ba hev, ev demekî dirêje bi taybet jî di dema hilbijartinê de li dijî desthilatdariya AKP’ê di bin sîwana HDP’ê de li ser bingeha tifaqên stratejîk û taktîkî tên ba hev û wiha domand: “HDP’ê bi vê tifaqê re hemû derdorên li derveyî pergalê hatine hiştin, kesên tên krîmînalîzekirin, xizan, kedkar û hemû derdorên civakê anîn ba hev. Li dijî tifaqa dubendî weke tifaqa Rêya Sêyemîn derket. Di deklarasyonê de her kes axivî. Hat gotin ku bi kedkar, bindest û têkoşîna jinan re ne û divê Peymana Stenbolê dîsa bê îmzekirin. Gotin ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Anku çiqas pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî hebin, diyar kirin ku hêza sereke ya çareseriya wan in. Li şûna ku ji bo çareseriyê cihekî din nîşan bidin, gotin ku navnîşana çareseriyê em in.”
 
POZÎSYONA TIFAQA CUMHUR Û MILET
 
Bi domdarî Demîr anî ziman ku du tifaqên dişibin hev ên ku hêza zorê ya dewletê di nava xwe de dihewînin nikarin bibin çareserî û wiha got “Tifaqa Milet ku dibêje ‘ez dijberî desthilatdariyê me’, tifaqa ‘restorasyonê’ ye. Dibêjin; ‘em ê piştî hilbijartinê li pergala parlamenteriyê vegerin.’ Anku dibêjin em ê li demên berê vegerin. Jixwe ev bi tena serê xwe pirsgirêk e. Tirkiyeya niha û ya 20 sal berê wekî hev nîne. Sazûmaniya civakê guherî ye, daxwaz guherî ne, dinya guherî ye û pirsgirêkên kûrewî û herêmî hene. Lê ew soza pergala 20 sal berê didin. Sepanên derqanûnî yên vî welatî beriya rejîma AKP-MHP’ê jî hebûn. Anku bi wan dest pê nekirin. Hebûn û baweriyên gelan beriya wan jî hatin înkarkirin, ekolojî hat texrîbkirin û di nava civakê de newekhevî hebû. Lewma soza wan a vegera li demên berê tê wê wateyê ku dixwazin li feraseta netewe dewletê vegerê ya totalîter vegerin.”
 
‘EV TIFAQ DÊ PÊŞÎ LI BER GUHERÎNÊ VEKE’
 
Di berdewamê de Demîr bi lêv kir ku di halê hazir de dînamîka civakê gelek xurt e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êv dînamîka civakê li welêt êdî çareseriyên bingehîn dixwaze. Ji bo vê jî deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê pir girîng e. Tifaqa Rêya Sêyemîn ji bo derfetên veguherînê rê vedike. Kurd, çepgir û tevgerên sosyalîst heta niha her tim di nava rewşeke parçebûyî de bûn. Wan jî fêm kir ku bi vî awayî nikarin encamekî bi dest bixin. Di esasê xwe her têkoşîna jihevbelav, bi civakê, rêxistin û partiyên siyasî dide windakirin. Rewşa heyî nîşanî me da ku divê em li dijî desthilatdariyê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Weke mînak; kapîtalîst û emperyalîst tên ba hev ne wisa? Li dijî dijminê xwe xeteke têkoşîna hevpar ava dikin. Wê demê çima bindest jî têkoşîneke hevpar ava nekin? Daxwaza me ew e ku tifaqeke mayînde û domdar be.”  
 
BENDEWARIYA CIVAKÊ Û ROLA TIFAQÊ
 
Demîr, destnîşan kir ku divê derdorên li derveyî tifaqê mayîn hewceye lê werin zêdekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şert û mercên li welêt ji bo şoreşê guncav in lê rêxistiniyeke gel tune ye. Baweriya civakê bi muxalefetê nayê. Hewcehî bi avadaniyeke wisa heye ku gel ji gotin û têkoşîna wê bawer be. Ev avadanî jî Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Divê ev tifaq ji civakê re vê yekê baş vebêje; ‘Em ne neçarî vê desthilatdariyê û ne jî neçarî tifaqa jênebawer, ne çalak in. Alternatîfeke din heye û ew jî hûn bi xwe ne. Bangawaziya tifaqê ya di deklarasyonê de ji bo gel tê kirin, bi tena serê xwe têr nake. Divê tax bi tax, kolan bi kolan bi gel re hevdîtin bên kirin. Ji wan re bibêjin ‘em ê bi hev re vê desthilatdariyê têk bibin. Piştî vê deklarasyonê, hewceye tifaq dakeve qadan. Heya kêmeke civakê ji vê deklarasyonê heye. Lewma divê dakevin qadan. Dê Tifaqa Ked û Azadiyê, hevsengiyên siyasî yên Tirkiyeyê biguherîne. Dê di hilbijartinan de jî bi rehetî ji sedî 20’ê dengan bigirin. Em dizanin ku HDP bi tena serê xwe ji sedî 15 dengan digire. Bi vê baweriyê jî dikarin pir bi rehetî ji sedî 20’ê dengan bigirin. Ev jî dê arîtmetîka siyaset û parlamentoyê biguherîne. Lê bi şertê ku li qadê bin û bi gel re bin.”
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

04/10/2022
16:19 Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin!
16:18 Karkerê ku Serokê AKP’î ji kar derxist hewl da xwe bikuje
15:58 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 120’an de ye
15:50 MKGP: Dê pênûsa Nagihan Akarsel li erdê nemîne
15:42 Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dixebitî
15:13 Di teqîna Geverê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn
15:01 Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye
14:30 Girtiyên li Girtigeha Eregliyê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
14:11 Temel, Saymaz derewand: Tu HDP’î û rayedar nasnameya xwe venaşêrin
13:58 Li Kadikoyê bo meşa ‘azadiyê’ banga hevpar
13:45 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe
13:30 Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin
13:23 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
12:48 Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand
12:47 Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:11 Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest
12:10 Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin
11:59 Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin
11:42 Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin
10:49 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide
10:30 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
10:27 Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne
09:44 CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin!
09:27 Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû
09:16 Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê
09:04 'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin'
09:03 Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir
09:03 Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin
09:01 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:19 Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin
03/10/2022
20:40 Li Erzirom û Wanê 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
20:14 Fezlekeyên der barê 34 parlementeran de berpêşî Meclîsê hatin kirin
19:52 2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin
18:55 CPT'yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir
16:29 Sê kujerên muzîkjen Oner Şener kuştin hatin girtin
16:25 Qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê hatin bibîranîn
16:24 Sancar: Em ê li dijî hewldana tesfiyekirina HDP’ê, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin
16:04 Li dehan zanîngehên Îranê çalakî tên lidarxistin
15:26 TGS: Qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e
15:08 Rojnamevan Parlak: Îfadeya şahidên nepen ne rast e
14:52 Cenazeyê endamê HPG’ê Bahadir hat girtin
14:38 Li Girtîgeha Sîncanê 20 girtiyên jin ji bo Jîna Amînî pora xwe jê kirin
14:28 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê ber bi wezareta dadê ve meşiyan
14:10 Li Qoserê meşek dê were lidarxistin
13:40 Tevî daxwaznameya wezareta dadê jî Polat nayê tedawîkirin
13:25 Doza ‘heqaretê’ ya Emîne Şenyaşar dê sibe bê dîtin
13:03 Doza SES’ê dest pê kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:42 'Faîlên Haci Lokman Bîrlîk ji hêla kîjan hêzan ve tên parastin?’
12:23 Li 3 bajaran 3 jin hatin qetilkirin
12:00 Qeydên atolyeya muzîkê dê di 15’ê cotmehê de bi dawî dibin
11:36 Jin bi dirûşma ‘Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye’ konferansê li dar dixin
11:36 Rojiya mirinê ya Er û Dag di roja 6'emîn de ye: Gef didomin
11:30 HDP: Em qetlîama Vartînîsê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin
11:19 Demîr: Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê di hilbijartinê de ji sedî 20’ê dengan bigire
11:07 Enflasyona ku ENAG'ê weke 186 aşkere kir li gorî TUÎK'ê ji sedî 83,45 e
10:37 Aksoyoglû: Tifaqa Ked û Azadiyê dikare di jinûve avakirinê de rolê bigire
10:33 Ercan a HPG’î: Rejîma faşîst derfetên têkoşîna demokratîk tune kirin lewma derketim çiyê
10:15 Pirtûka Mehmet Serhat Polatsoy a ‘Ez dînêberedayî nînim’ derçû
09:56 Abdullah Ocalan: Bi saxmayîna min re komplo pûç bû
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2022'YAN
02/10/2022
23:23 Ji jinên li Enqereyê hatin binçavkirin 5 jê hatin berdan
21:59 ‘Çi bibe bila bibe jin dê xwedî li azadiya xwe derkevin’
20:29 Baroya Mêrdînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
18:28 Jinan li Colemêrgê kuştina jîna Emînî şermezar kir
18:14 Kaya careke din bû serokê DTSO'yê
16:27 'Em ê têkoşîna 'Jin, jiyan, azadî' bigihînin serkeftinê'
15:47 Polisan li nûçegîhanê me Yalçin dan
14:49 HPG'ê navê gerîllayên li Dola Balîsanê êrîş li wan hatibû kirin aşkera kir
14:32 Li Rojhilat tevî tundiya rejîmê jî serhildan didome
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike