‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’

  • rojane
  • 09:03 2 Cotmeh 2022
  • |
img

AMED - Bavê girtiyê nexweş Dîren Yaşa, Eşref Yaşa bertek nîşanî gotinên Wezirê Dadê yên ‘Em ê rewşa girtiyên nexweş bînin rojevê’ da û got: “Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin. Heta niha ji bo girtiyên nexweş tiştek nekirine, divê gavên şênber biavejin.”

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Gelek girtiyên nexweş tevî ku nexweşiya wan girane jî nayên berdan û gelek ji wan jî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Girtiyê nexweş Dîren Yaşa jî yek ji wan girtiyên nexweş e. Yaşa, meha sibatê di sala 2012’an de li Çewligê di pevçûnekê de bi awayekî birîndar hate girtin û çend salan li Çewligê di girtîgehê de ma. Pişt re jî li Girtîgeha Wanê û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne. Piştî Amedê di sala 2015’an de sewqî Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya Bilind Kandira ya Kocaeliyê hate kirin. Yaşa, ji bilî birînên şarapnalê yên piştê û serî, tevî ku derûniya wî xirabûye jî nayê berdan û 10 salin di girtîgehê de ragirtiyê.
 
Bavê Dîren Yaşa, Eşref Yaşa anî ziman ku, zarokê wî hem ji ber zext û tundiyên li ser malbatê hem jî yên li ser welat tev li refên PKK'ê bûye û wiha qala wan rojan kir: “Hem welatê me, hem jî em weke malbat jî di bin zextên dewletê de bûn. Di sala 1996’an de dema ez di rojnameya Ozgur Gundemê de dixebitîm hatim girtin û 9 salan di girtîgehê de mam. Dema ez hatim girtin Dîren 10 salî bû. Di sala 1993’an de jî li dijî rojnameyê êriş çebû û di wê êrişê de jî apê min Haşîm Yaşa şehîd ket. Pişt re birayê min Yalçin Yaşa hat qetilkirin. Zilma pergalê bandor lê kir. Wî jî biryara xwe da, ne bi dizî bi awayekî vekirî xatir ji diya xwe xwest û di sala 2009’an de tev li refên gerîla bû.”
 
‘DI GIRTÎGEHÊ DE DERÛNIYA WÎ XIRAB BÛ’
 
Yaşa, diyar kir ku zarokê wî di sala 2012’an de li Çewligê birîndar hatiye girtin û ev tişt gotin: “Li Çewligê ji bo nekevin destê lêşkeran bombe bi xwe ve teqandin û 9 gerîla şehîd bûn. 2 gerîla jî birîndar hatin girtin. Dîren jî birîndar bûbû, 2 parçeyên şarapnalê di piştê de û 2 jî di serê wî de hebûn. Ameliyat jî nedihat kirin. 10 sal in li girtîgehê ragirtî ye. Ji bilî birînan derûniya wî jî di girtîgehê de xirab bûye. 2 caran ew birin nexweşxaneyê, lê ji ber nezikatiya bijîşkan edî naxwazê biçe nexweşxaneyê. Heke tedawî were kirin heviya me heye ku wê baş bibe, lê heke tedawî neyê kirin her ku biçe rewşa wî wê xirab bibe.”
 
‘DI ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ DE NIKARÊ TEDAWÎ BIBE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Yaşa bi lêv kir ku heke zarokê wî li derve bûya wê tedawiya wî hatibûya kirin û wiha pê dê çû: “Heke li derve bûya hem tedawiya wî da bê kirin hem jî wê bersiv bidaya tedawiyê. Ji ber ku di girtîgehê de ye em jî nikarin alikariyê bidin. Tedawiya hûndir û derve ne wek hev e. Heke li derve bûya çi pedivî hebûya me yê bikirina. Di şert û mercen girtîgehê de nikare tedawiya derûnî bibe. Her ku diçe bêhtir xirab dibe.”
 
‘EM JI GOTINÊN WEZÎRÊ EDALETÊ BAWER NAKIN’
 
Yaşa, bal kişand ser gotinên Wezirê Dadê yên ‘Em ê rewşa girtiyên nexweş bînin rojevê’ û wiha bertek nîşanî gotinên Wezîr da: “Heta niha ji bo girtiyan tiştekî baş nekirine. Tu baweriyekê nadin civakê. Heta ji destê wan tê di girtîgehan de girtiyan qetil dikin. Ne pêkane ku girtiyên nexweş di nav çar dîwaran de baş bin û tedawiya wan jî nayê kirin. Dewlet qanûnên xwe pêk naîne. Bijîşkên Saziya Tiba Edlî (ATK) her çiqas sonda Hîpokratê xwaribin jî berovajiya wê tevdigerin. ATK bi biryarên siyasî girtiyên nexweş bernade, di hundir de girtiyan dikujin. Girtiyekî nexweş an li ber mirinê berdidin an jî bernadin û di hundir de jiyana xwe ji dest dide. Ji ber wê heta ji bo girtiyên nexweş gaveke şênber neavêjin, em ji gotinên wan bawer nakin. 20 sal in desthilat in lê ji bo girtiyên nexweş tiştekî baş nekirine. Tenê zindanan çedikin û pesna zindanan didin.”
 
‘DIVÊ GEL XWEDÎ LI GIRTIYÊN NEXWEŞ DERKEVE’
 
Di dawiya axaftina xwe de Yaşa ji bo xwedî derketina girtiyan ev bang li gel kir: “Divê taybetî malbatên girtiyan xwedî li girtiyên xwe derkevin. 9 meh in malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin di nobeda edaletê de ne. Divê gel jî piştgiriyê bide çalakiya xizmên girtiyan. Heke gel xwedî li girtiyên xwe derkeve ew dê ji bo girtiyan bibe bersiveke baş.”
 
 
 

Sernavên din

04/10/2022
16:19 Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin!
16:18 Karkerê ku Serokê AKP’î ji kar derxist hewl da xwe bikuje
15:58 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 120’an de ye
15:50 MKGP: Dê pênûsa Nagihan Akarsel li erdê nemîne
15:42 Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dixebitî
15:13 Di teqîna Geverê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn
15:01 Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye
14:30 Girtiyên li Girtigeha Eregliyê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
14:11 Temel, Saymaz derewand: Tu HDP’î û rayedar nasnameya xwe venaşêrin
13:58 Li Kadikoyê bo meşa ‘azadiyê’ banga hevpar
13:45 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe
13:30 Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin
13:23 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
12:48 Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand
12:47 Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:11 Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest
12:10 Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin
11:59 Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin
11:42 Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin
10:49 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide
10:30 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
10:27 Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne
09:44 CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin!
09:27 Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû
09:16 Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê
09:04 'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin'
09:03 Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir
09:03 Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin
09:01 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:19 Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin
03/10/2022
20:40 Li Erzirom û Wanê 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
20:14 Fezlekeyên der barê 34 parlementeran de berpêşî Meclîsê hatin kirin
19:52 2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin
18:55 CPT'yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir
16:29 Sê kujerên muzîkjen Oner Şener kuştin hatin girtin
16:25 Qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê hatin bibîranîn
16:24 Sancar: Em ê li dijî hewldana tesfiyekirina HDP’ê, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin
16:04 Li dehan zanîngehên Îranê çalakî tên lidarxistin
15:26 TGS: Qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e
15:08 Rojnamevan Parlak: Îfadeya şahidên nepen ne rast e
14:52 Cenazeyê endamê HPG’ê Bahadir hat girtin
14:38 Li Girtîgeha Sîncanê 20 girtiyên jin ji bo Jîna Amînî pora xwe jê kirin
14:28 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê ber bi wezareta dadê ve meşiyan
14:10 Li Qoserê meşek dê were lidarxistin
13:40 Tevî daxwaznameya wezareta dadê jî Polat nayê tedawîkirin
13:25 Doza ‘heqaretê’ ya Emîne Şenyaşar dê sibe bê dîtin
13:03 Doza SES’ê dest pê kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:42 'Faîlên Haci Lokman Bîrlîk ji hêla kîjan hêzan ve tên parastin?’
12:23 Li 3 bajaran 3 jin hatin qetilkirin
12:00 Qeydên atolyeya muzîkê dê di 15’ê cotmehê de bi dawî dibin
11:36 Jin bi dirûşma ‘Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye’ konferansê li dar dixin
11:36 Rojiya mirinê ya Er û Dag di roja 6'emîn de ye: Gef didomin
11:30 HDP: Em qetlîama Vartînîsê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin
11:19 Demîr: Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê di hilbijartinê de ji sedî 20’ê dengan bigire
11:07 Enflasyona ku ENAG'ê weke 186 aşkere kir li gorî TUÎK'ê ji sedî 83,45 e
10:37 Aksoyoglû: Tifaqa Ked û Azadiyê dikare di jinûve avakirinê de rolê bigire
10:33 Ercan a HPG’î: Rejîma faşîst derfetên têkoşîna demokratîk tune kirin lewma derketim çiyê
10:15 Pirtûka Mehmet Serhat Polatsoy a ‘Ez dînêberedayî nînim’ derçû
09:56 Abdullah Ocalan: Bi saxmayîna min re komplo pûç bû
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2022'YAN
02/10/2022
23:23 Ji jinên li Enqereyê hatin binçavkirin 5 jê hatin berdan
21:59 ‘Çi bibe bila bibe jin dê xwedî li azadiya xwe derkevin’
20:29 Baroya Mêrdînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
18:28 Jinan li Colemêrgê kuştina jîna Emînî şermezar kir
18:14 Kaya careke din bû serokê DTSO'yê
16:27 'Em ê têkoşîna 'Jin, jiyan, azadî' bigihînin serkeftinê'
15:47 Polisan li nûçegîhanê me Yalçin dan
14:49 HPG'ê navê gerîllayên li Dola Balîsanê êrîş li wan hatibû kirin aşkera kir
14:32 Li Rojhilat tevî tundiya rejîmê jî serhildan didome
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike