Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt

  • rojane
  • 09:00 2 Cotmeh 2022
  • |
img
COLEMÊRG - Serokê HESOB’ê yê Colemêrgê Muharrem Tekîn da zanîn ku ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariyê, aboriya li herêma wan roj bi roj xerabtir dibe û wiha got: “Li gorî daneyên fermî, di navbera 8 mehên dawî de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt. Hejmara dikanên ne qeydkirî du qatî ji vê hejmarê zêdetirin.”
 
Krîza aborî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibe. Ji ber polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP’ê, krîz roj bi roj girantir dibe. Bêguman bajarên herî zêde ji encamên vê polîtîkaya şer û krîza aborî bibandor dibin jî bajarên ser sînorê di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de ne. Li seranserî xeta sînor hema hema serê her 10 km’an baregehên leşkerî û qereqol hatine avakirin û ev jî derbekî giran li bazirganiya ser sînor dide. Xelkê herêmê jî ji ber ku debara wan nîne, neçarî koçberiyê dibin. Bi rê li ber girtina bazirganiya ser sînor û kûrbûna krîz aborî re, li Colemêrgê jî gelek kargehan tapo avêt û hatin girtin. Li gorî daneyên fermî, nifûsa bajar di sala 2018’an de 286 hezar û 470 kes bû lê ev hejmar di sala 2021’an de daket 278 hezar û 218 kesan. 8 hezar û 252 kes ji ber bêkarî û derfetên kêm neçar man ku ji bajar koç bikin. Li gorî daneyên Serokatiya Yekitiya Odeya Esnaf û Sineatkarên Colemêrgê (HESOB) ya sala 2022'yan, di nava 8 mehên dawî de 182 esnafên ku li odeyê qeydkirî top avêtine û derabeyên xwe girtine. 
 
Serokê HESOB'ê Muharrem Tekîn têkildara bandora krîza aborî ya li ser herêmê bi ajansa me re axivî. 
 
XIZANTIRÎN BAJARÊ TIRKIYEYÊ
 
Muharrem Tekîn, da zanîn ku sînorê Colemêrgê bi du dewletan re heye lewma potansiyela wê ya bazirganiyê zêde ye û wiha got: “Divê yek ji bajarên herî dewlemend ên Tirkiyeyê be. Lê xizantir bajarê Tirkiyeyê ye. Di dema ji sedî 90’î esnafan ji bankayan kredî kişandi. Lê nekarîn bidin û neçar man ku dikanên xwe bigirin. Pêşî li ber bazirganiya ser sînor tê girtin. Welatî nikarin bizavekî bikin ji ber ku tên astengkirin. Deriyê Sînor ê Bajêrgê yê li sînorê Îranê vedibe, di kategoriya A’yê de ye. Lê mixabin li vir astengiyeke weke kotayê li pêşiya welatiyan heye. Deriyê Sînorê ê Deştanê jî ji bo bazirganiyê karîger nîne. Tenê ji bo hatin û çûnê tên bikaranîn.”
 
‘EM VÊ REWŞÊ QEBÛL NAKIN’
 
Bi domdarî Tekîn bal kişand ser Deriyê Sînor ê Umurluyê yê navçeya Rûbarokê û wiha pê de çû: “Ev bû 11 sal ku dê desthilatdarî vî deriyê sînor veke. Bi awayê fermî vekirî ye lê çalak nîne. Gundên di navbera her du welatan de bi qasî dengekî nêzî hev in lê dîsa jî em neçar in ku 16 saetan bi rê diçin da ku bigehin gundê aliyê din ê sînor. Bi van sepanan ezyatê li gel dikin. Bi mebesta vekirina deriyê sînor û li ser daxwaza gelên Rûbarok û Şemzînanê, me tevî gel û rêxistinên civaka sivîl kampanya da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de me 10 hezar îmze kom kirin û radestî rêveberiya Tirkiyeyê û herêma Kurdistanê kirin. Me ji wan re gotin em vê rewşê qebûl nakin.” 
 
QEDEXEYÊN LI SER ZOZANAN SEWALKARÎ TUNE KIR
 
Di berdewamê de Tekîn got ku Colemêrg ji bo sewalkariyê bajarekî gelek guncav e û wiha dirêjî d axaftina xwe: “Lê belê ji ber qedexeyên li ser zozanan, gel nikare sewalkariyê bike. Ji sala 2016’an heta niha krîza aborî bandoreke giran li Colemêrgê kir. Pêvajoya pandemiyê jî bandoreke mezin lê kir. Di navbera salên 2016-2020’an de hejmara esnafên top diavêt kêm bûn. Lê belê di 8 mehên ewil ên sala 2022’yan de li bajêr 182 karmendên me kargehên xwe girtin. Ev tenê hejmarên fermî yên girêdayî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ne. Hejmara esnafên top avêtî û ne qeydkirî du carî vê hejmarê zêdetir in.” 
 
BANDORA POLÎTÎKAYÊN ŞER
 
Tekîn, destnîşan kir ku li ser Colemêrgê polîtîkayeke taybet tê meşandin û wiha dawî li axaftina anî: “Di dema derbasbûna ji deriyên sînor ên Edîrne û Bulgaristanê de li nasnameyan dinêrin. Lê li Colemêrgê rewş cuda ye. Ji ber ku bazirganiya ser sînor tê astengkirin, gelê herêmê neçar dimîne ku qaçaxçitiyê bike. Lewma jî hema hema her sal ciwanekê me li ser sînor tên kuştin. Tenê îsal li Rûbarokê 2 ciwan hatin kuştin. Sedema bingehîn a bêkarî û krîzê, polîtîkayên şer in. Em wisa bawer dikin ku heke şerê li herêmê bi dawî bibe, dê şert û mercên jiyanê jî xweştir bibin û aboriya herêmê geştir bibe.” 
 
MA / Mazlûm Engîndenîz

Sernavên din

10/02/2023
13:32 Xizmên wî di bin kavilan de ne: Li Semsûrê koordînasyon tune ye
13:12 Ji medyaya hawîz mizgîniya ‘OHAL’ê’
13:07 Nûçegihanê me Abdurrahman Gok li herêma erdhejê qeza kir
12:44 Çoltarê Semsûrê: Nîviya bajarokê rûxiyaye, welatiyan 102 kes defin kirin
12:37 162 zarok ji bin kavilan hatin derxistin
12:28 Kenanoglû: Qeder e, qismet e bila kes çîrokan nevebêje
12:26 Mexdûrên li Elbistanê ji bo neqerisin koç dikin
12:07 Rewşa Arsûzê: Li vir herî zêde wesayîtên cenazeyan hene
12:07 Dewlet di bin xerabeyan de ji bo pereyê bankayê seferber bû!
11:37 Li Sergolanê ji ber sermayê qerisîne!
11:26 ‘Divê nijadperestî bê bidawîkirin û hevgirtina di nava gelan de bê hunandin’
11:14 Li Semsûrê cenazeyan bi betaniyan dipêçin û bi komî tên definkirin
11:06 Girtiyan kincên zivistanê ji mexdûrên erdhejê re şandin
11:06 Elbistanî ev 5 roj in bi hêviya agahiyeke baş li ser kavilan disekinin
10:49 Alîgirên St. Pauliyê piştgirî dan piştevaniya Amedsporê
10:46 Li Amedê dayikek û kurê wê piştî 101 saetan hatin rizgarkirin
10:45 Bersiva ji bo tendruistkarên biçin herêma erdhejê: Pêdivî pê tune ye
10:45 Li Islehiyeyê li şûna rizgarkirinê xebatên rakirina kavilan tên kirin
10:44 Ji objektîfa MA’yê wêneyên erdhejê
10:40 HDP’ê 219 TIR û 140 kamyonên erzakan gihandin mexdûrên erdhejê
10:34 TBB’ê giliyê kes û saziyên berpirsiyar kir
10:24 Qîrîna Elbîstanê: Cenazeyên me ji bin kavilan derxin, bes e!
10:17 Hejmara qûrbaniyan gihîşt 18 hezar û 342 kesan
10:16 Jefofîzîkvan Şahan: Avahî mîna peksîmetê tebiqîn û ev nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin
10:11 Li Semsûrê hê jî avahiyên hilweşiyayî li şûna xwe ne
09:38 'Bi Rewşa Awarte dixwazin pêşî li alîkariyan bigirin'
09:37 Roja pencemîn a erdhejê: Hawar û qêrîna mexdûrên erdhejê olan dide BLOGA ZINDÎ
09:02 Di erdhejê de 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2023’YAN
02:05 Biryara Meclisê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:54 Li Osmaniye, Kilîs û Rihayê xebat bi dawî bûn
01:18 Bûldan diçe Mereşê
01:04 Cemîl Bayik: Heta birînên gelê me tên cebirandin em ê çalakiyan li dar nexin
09/02/2023
23:16 15'ê Sibatê wê sibê li Silêmaniyê bê şermezarkirin
22:44 Hatîmogûllari: Li Îskenderûn, Antakya û Samandagiyê rûxîneke mezin heye
22:39 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest danegihîşt 17 hezar û 406’an
21:58 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 17 hezar û 134 kesan
21:53 Nûçegihanê me Guleş û dilxwazê erdhejê hatin berdan
21:52 Demîrtaş ji bo mezinkirina piştevaniyê bang kir
21:33 Me cara ewil dîmenên gundên Bazarcixê girtin: 156 kesan jiyana xwe ji dest da
21:31 Gundên Nûrdagiyê bûne kavil: Ka AFAD, ka dewlet?
21:03 Tûnç Soyer: Dewlet nîne gel bi tena serê xwe ye
20:20 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana malbatên qurbaniyan kir
19:57 Li Amedê cenazeyên 5 kesên din hatin derxistin
19:50 KNK: Dem dema hevgirtin û alîkariya neteweyî ye
19:47 Semsûrî: Em bi piştevaniya gelê xwe li ser piyan dimînin
19:34 Ji sedî 80 Nûrdagiyê hilweşiyaye
19:08 Biryara OHAL’ê li Meclisê hate qebûlkirin
19:04 Hejmara miriyên erdheja Mereşê ji hejmara miriyên erdheja Marmarayê derbas bû
17:09 Kampanyaya ‘Ji her malekî teştek nan’: 18 hezar û 200 nan hatin şandin
17:07 DFG’ê bersiv da Walitiya Rihayê: Tu biryar nikare pêşî li nivîsandina rastiyan bigire
17:06 OHD: Divê têkildarî îdiayên li girtîgehan lêprisîn bê destpêkirin
17:03 Sergolan wêran bûye: Qet nebe bila cenazeyên me ji bin kavilan derxînin
16:51 Li Osmaniyeyê cenaze li bûzxane û mezbaxaneyan tên sekinandin
16:50 CFWIJ’ê bertek nîşanî astengkirina rojnamegeran da
16:37 Li Elbistanê gel bi tenê hatiye hiştin, mirov diqerisin
16:16 Deriyê dikana xwe ji mexdûrên erdhejê re vekir: Dem dema piştgiriyê ye
16:15 ŞanoWan bi armanca piştevaniyê ber bi Hatayê ve bi rê ket
16:12 Li Elbistanê 3 welatî piştî 80 saetan ji bin kavilan hatin derxistin
16:11 Zaroka 14 salî piştî 83 saetan ji bin kavilan hat derxistin
16:02 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê hat bidawîkirin
15:55 Bijîşk ji bo biçin herêmên erdhejê serlêdanan dikin lê bersiv nayên dayîn
15:42 Îlana OHAL’ê li Meclisê tê nîqaşkirin
15:31 Ne mirov, ketine etra xelaskirina pereyên bankeyê
15:20 Di bin çavan de ev pirs ji nûçegihanê me kirin: Guzel got ‘AFAD tune ye’ yan na?
15:12 Cenazeyên 4 ferdên malbata Ondeş ji Meletiyê birin Stenbolê
15:01 30 hezar kesan serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan
14:53 Li Colemêrgê qeza çêbû: 6 kes birîndar bûn
14:35 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê: 3 hezar û 162 kesî jiyana xwe ji dest da
14:32 Demîrtaş ji Erdogan re got: Pirsgirêk tu yî
14:30 Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
14:30 Polîsan TIR'a alîkariyê ya diçû Meletiyê desteser kir
14:21 TIR’ên ji Botanê hatine şandin gihiştin Dîlokê
14:13 Li Hatayê roja 4’emîn a erdhejê: Xelk û cenaze bi tenê hatine hiştin
14:01 'Bila girtiyên di girtîgehên li herêma erdhejê de hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin'
14:00 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan
13:51 Dr. Turan: Êdî her kêlî pir krîtîk e
13:31 Ji bo rizgarkirina pitikê destê xwe da birîn, jiyana xwe ji dest da!
13:23 Yuksekdag: Em ê hemû bi hev re van kavilan rakin
13:23 Ji Colemêrgê 18 TIR bi rê ketin
13:18 Li Amedê li Goristana Yenîkoyê 152 cenaze hatine veşartin
13:07 Medya havûzê carek din pesnê Erdogan da
12:48 Li Rihayê di 19 kavilan de xebat hatin bidawîkirin
12:31 Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo piştevaniyê bû seferber
12:21 Li herêma erdhejê rewşa hewayê
12:21 Sertel ê CHP’î ku çûbû Bazarcixê: Kon tune ne, gel tî û birçî ye
12:03 Ulkuciyan mexdûra erdhejê şêland!
12:03 DÎB: Qesr bi rêya OHAL’ê dixwaze pêşî li ber bertekan bigire
11:44 4 roj in di bin kavilên Apartmana Sozelê de ne: Xebat kêm in
11:43 Nacî Gorur: Erdheja Stenbolê nêz e û li gorî me dê herî zêde bi pileya 7.5 be aci-gor
11:42 Ji bo Bazarcix, Islahiye û Nûrdaxiyê banga piştgiriya lezgîn
11:07 Xebatkarê AFAD’ê: Em cenazeyan bi kamyonan dikişînin
11:03 Li Semsûrê dilxwazên AFAD'ê yên neperwerdekirî li qadê ne
10:57 Li piyên dayika xwe ya di bin kavilan de xuya dike dinihêre!
10:34 Korîdora jiyanê hat vekirin: 3 kesên sax tên rizgarkirin
10:09 4 roj in xwe bi xwe birînên xwe dipêçin û cenazeyan derdixin!
09:58 WHO’yê ji bo erdhejê alîkarî da Tirkiye û Sûriyeyê
09:56 TIR'ên alîkariyê yên Êlih'ê bi rê ketin
09:46 Karayê li Meletiyê ji erdhejê rizgar bû: Du rojan tî û birçî man
09:46 Têkildarî serî rakirina li Girtîgeha Hatayê daxuyanî hate dayîn